Ehmed Beyan
Foruma Aştî û Ewlehîya Rojhilata Navîn (MEPS2025) ya ku li Duhokê pêk hat, gelek tişt zelal kirin. Bi taybet di mijara Sûrî û Rojavayê Kurdistanê de zelalîyek berbiçav derket holê û hemû gîhan wê bahwerîyê ku êdî wek berê li Sûrîyê sîstemek navendî wek ya malbata Esed çênabe.
Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê PDk Mesûd Barzanî û generalê me yê germik û nermik Mazlûm Kobanî, li dijî sîstemek navendî derketin û ji bo Kurdan statuyek herêmî paraztin. Navê wê federasyon dibe yan otonomî dibe nizanim, lê ji derveyî Ocalan, PKK û çend lotikvanên PYD, êdî Kurdên Rojava qîma xwe bi sîstemek navendî naynin, hem di makzagonê de û hem jî li qadê doza mafên xwe yên rewa dikin.
Di Foruma Aştî û Ewlehîya Rojhilata Navîn (MEPS2025) de Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî, wek general û serokekî payebilind hat pêşwazîkirin û Mazlûmê me jî di axavtina xwe de dilê me hemûyan xweş û dilê neyaran jî reş kir.
Mazlûmê min û we di derbarê sîstema nû ya Sûrîyê de got: „Bi allahwekîl, bi şeş telaqên bê fitû, emê rê nedin ku sîstema navendî ya serdema Esed bi paş de vegere. Şerê ku 15 sal in li Sûrîyê tê meşandin, pêwistî bi sîstemek nenavendî heye ku hemû pêkhate bikaribin xwe bi rêve bibin“. Lotikek din ya xweş jî ev bû ku Mazlûmê me got: „Me bi piştgirîya Pêşmergeyan li dijî DAIŞê şer kir. Hewlêr û Silêmanî 15 sal in piştgirîyê didin Rojava. Beşên din yên Kurdistanê jî dikarin di avakirina Rojava de rolekê bilîzin. Me bi beşdarîya hemû pêkhateyên Rojava û Kurdên ji beşên din li dijî DAIŞê şer kir. Kurd jî dixwazin wek aktor di pêvajoya aştîya Rojhilata Navîn de rolekê bilîzin“ û gelek tiştên din.
Mazlûm Ebdî herweha got: „Serok Mesûd Barzani û Herêma Kurdistanê her tim bi me re bûn. Em beşdarîya Serok Mesûd Barzani di diyaloga Kurdan ya li Rojava û piştgirîya wî ya ji bo pêvajoya aştîya li Tirkiyê teqdîr dikin. Em bi berdewamî li benda vê piştgiriyê ne“ û lotikek li Ocalan û PKK xist.
Bi gotinên Mazlûm Ebdî carek din vir û derewên PKK derketin holê û eşkere bû ku Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê (Barzanî yê ku ji alî Ocalan û xêrnexwazên di nava PKK de wek xayîn û xwefiroş dihat pênase kirin) ji roja roj de alîkarîya HSD û şervanên wê kiriye û namûsa Kurdên Rojava paraztine.
Balkêş e, ne ji PKK û PYD û ne jî ji Partîya DEMê tu kes beşdarî Foruma Aştî û Ewlehîya Rojhilata Navîn (MEPS2025) nebû. Tenê Cengîz Çandar û Ahmet Davutoglû (xuyaye ew jî wek nûnerên dewletê) beşdar bûn. Gava Mazlûm Ebdî axivî Ahmet Davutoglû yê kinik û kurtik terka salonê kir. Dixuye ku gotinên Mazlûm Ebdî li xweşîya wî û dewleta wî neçûye û gotinên ku li xweşîya dewleta Tirk neçin bêguman li xweşîya Ocalan û PKK jî naçin.
Werhasilî kelam, dewleta Tirk bi rêya Ocalan hemû giranîya xwe daye ser Rojava û têkbirina destkeftîyên wê. Dewleta Tirk û Ocalan mafên çandî (kulturalîst) jî li Kurdan heram dikin. Lê êdî hasil gihaye Mûsilê. Tirk û Ocalan çiqasî zixtê li Mazlûm Ebdî û HSD bikin jî, bi qeweta xwedê û bi saya serê Trump û Netanyahê (Amerîka û Îsraîl) wê tir ji dewleta Tirk bê berdan û wê xwêsîya Ocalan jî di qirika wî de bimîne.
Enqere


Kurd û nexweşîya „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran