
Nûrî Çelîk
Ne tenê av, her tiştê ku bê tevger be û di ser hev de bimîne, di nava demê de kufikî û genî dibe.
Dibêjin golek yekî hebû û tê de masî xwedî dikirin. Çi cara ku dilê wî diçû goştê masîyan, masîyek dudo ji golê derdixistin, diqelandin û dixwar. Lê tam û lezîza goştê masîyan ne distend. Goştê masîyên gola wî ne wek goştê masîyên çem û behrê xweş bûn, tamsarkî bûn. Carek du caran ava golê guhert, tija ava nû û pakij kir. Dît ku dîsa goştê masîyên wî ne xweş e.
Mêrik radibe rojekê bangî dostekî xwe dike û hal û mesela golê û masîyên xwe jê re dibêje, şîretekê jê dixwaze.
Hevalê wî jê re dibê: „ Brako, masîyên te di golê de bê tevger in, ne çalak in. Ji bê tevgerbûnê sist û zexel in, ji bê tevgerbûnê jî ji derb dikevin. Ji ber vê goştê wan jî ne xweş e, tamsarkî ne, ne lezîz in. Divê tu masîyên ciwan û çalak, masîyên netebitî bînî û bera nav golê bidî“.
Mêrik radibe bi ya hevalê xwe dike, hemû masîyên di golê de derdixe û masîyên nû, ciwan û çalak bera nav golê dide. Masîyên nû û ciwan di cîhê xwe de nasekinin, vir de wê de dibezin û ser û binê golê li hev dixin. Piştî çend rojan mêrik du sê masîyan derdixe, diqelîne û dixwe. Tam û lezîzek ecêb ji goştê wan distîne ku nayê gotin. Goşt tam li gor dilê wî ye.
Îcar mesela me kadir, rêvebir û serwerên partîyên Bakurê Kurdistanî jî wilo ye, wek mesela masîyên gola genî ye. Bi dehê salan e di heman gola genî de avjenî û siyasetê dikin, ji ber ava golê genî ye û nayê guhertin – naguherin, wek masîyên ku xwe di quncikên golê de vedişêrin zexel û bê taqat dibin. Bi bandora ava gola genî ne lebatên wan baş kar dikin, ne jî mejîyê wan xwe nûjen dike. Ji heman hewl û hestan diwestin, mejî bê oksîjen dimîne, û ji ber vê jî nikarin xwe nûjen bikin û bi hişmendîya berî 40 salî li dora xwe dizîzikin.
Belê, av di golan de genî dibe. Partî û kadirên partîyan jî bi neguhertinê, bi nûjennekirinê, bi paraztina îdeolojî û perspektîvên kevnare genî dibin. Ji bo goştê masîyan tamdar û lezîz bibe, guhertina ava golê û anîna masîyên ciwan û çalak şert e. Ji bo partîyên Bakurê Kurdistanê (ewên ku dibêjin em Kurdistanî ne û şûr simbêlê wan nabire) jî wilo ye. Divê xwe ji nû ve dîzayn bikin, divê xwe nûjen bikin, divê masîyên ciwan û çalak bera nav gola partîya xwe bidin. Ev jî helbet bi siyaset, dûrişme û hişmendîya „ tenê ez û ez, bela hindik be bela ya min be, mala pîrê stara pîrê ye „ nabe. Heta bi zarokên dergûşê jî dizanin ku tu kes, tu partî bi serê xwe nikare barê Kurdistanê hilgire, ewên ku bi mejîyê berî 40 salî siyasetê dikin û bikin, wê di bin vî barê giran de bikevin û winda bibin. Divê ava golê bê guhertin, ew av jî guhertina mejî ye, guhertina berjewendîyên partîtîyê ye. Yan na, ewê di şewk û torên masîgir û nêçîrvanên xelkê de bibim êm û masîyên ser sifrê.
Belê, av di golan de genî dibe. Heta bi maran jî kirasên xwe diguherin, çunkî neçar in xwe biguherin. Heger kiras neguherin wê bimirin. Lê mixapin evîna ava gola genî em mest û serxweş kirine. Dikin û nakim em nikarin xwe biguherin. Halbûkî xwenûkirina mirovan ji dayikbûnê heta mirinê pêvajoyek berdewam e. Mifta vê pêvajoyê ew e ku em kêmasîyên xwe nas bikin, xwe fêhm bikin û xwe ji nû ve bijenin. Guhertin qanûnek xwezayî ye. Bi gotinek din, heger em nexwazin xwe biguherin jî, xweza, şert û şirûtên herêmî û gerdûnê me neçarî guhertinê dikin. Şert û mercên heyî û rast ji bo pêşxistina vê guhertina erênî pir girîng in. Çi di warê aborî de be, çi di warê teknolojî, siyasî û civakî de be, xweguhertin stûna serkeftinê ye. Kes, dezgeh û partîyên ku xwe li gor pêvajoyê neguherin, mehkûmî têkçûn û mirinê ne.
Werhasilî kelam, ezê gotina talî ji Leo Tolstoy re bihêlim.
Leo Tolstoy dibêje: „Her kes li guhertina cîhanê difikire, lê kes li guhertina xwe nafikire“.
Û bêguman, kes yan partîyên ku xwe neguherin, nikarin cîhanê jî biguherin.

Kurd û nexweşîya „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran