Nûrî Çelîk

Nûrî Çelîk
Ji kesên xwende, zanyar, pêşbîn, pêşverû û bi edeb, ji kesên ramankûr, rexnegir, xwedî giranî û xwedî karakter, bi kurtî ji kesên rêber û pêşdebirên civakê re rewşenbîr tê gotin. Rewşenbîr serbixwe û xwedîyê ramanên azad e, ne alîgir û partîzanê filan yan bêvan alî û partîyê ye. Bi dîtin, rexne û pêşniyazên xwe berjewendîyên milet, welat û civaka xwe diparêze. Bi hest û hişmendîya xwe ji civakê re dibe rêber û rêya rast, sekina rast dide ber civaka xwe. Bi taybet di nav me Kurdên Bakur de rewşenbîr hene yan tunene, nizanim. Lê ez dizanim û dibînim ku rewşenbîrên partîzan mişt û tije ne. Evên ku navê rewşenbîrîyê li xwe dikin ne rewşenbîrên civaka Kurd, lê bi piranî rewşenbîr û dilxwazên filan û bêvan partîyê ne, ne xwedîyê sekin û helwestek serbixwe ne, wek partîyan ew jî civakê dikin du beş û nîfaqê dixin nav civaka Kurd. Pênûsa wan alîyekî reş dike, alîyê din spî. Hişmendîya wan ji alîyekî re çavên xwe vedike, ji alîyê din re digire. Alîyekî dike xayîn û xiyanetkar, alîyê din difirîne ber perê asîmanan. Ne dirust e, du rû ye, şexşeqçî û kurtêlxur e. Rewşenbîrîyê ne li gor berjewendîyên civakê, li gor berjewendîyên xwe dike. Aha rewşenbîrên me xwedîyê vê hest û helwest, xwedîyê vê fikir û hişmendîya dûrî rewşenbîrîyê ne. Mixabin…
Axir…
Rewşenbîrên me du beş in. Rewşenbîrên PKK û Ocalan û Rewşenbîrên PDK û Barzanî.
Rewşenbîrên PKK û Ocalan ji sibê heta êvarî neyartîya PDK û Barzanîyan dikin. Rewşenbîrên PDK û Barzanîyan jî ji sibê heta êvarî neyartîya PKK û Ocalan dikin. Rewşenbîrên ku xwedîyê hest û hişmendîyek serbixwe û Kurdistanî bin kêm in, yan jî tunene. Ji Rewşenbîrên PKK û Ocalan zêdetir, Rewşenbîrên PDK û Barzanî nerewşenbîrîyê dikin. Xeta Rewşenbîrên PKK û Ocalan zelal e, kifş e, û gazin ji wan nabe. Lê evên ku bi navê rewşenbîrîyê neyartîya PKK û Ocalan dikin, evên ku dibêjin em Kurdistanî û serxwebûnxwaz in û ji xeletî û siyaseta PDK û Barzanîyan re li çepikan didin, ji Rewşenbîrên PKK û Ocalan zêdetir ziyanê didin civaka Kurd. Bi durûtî û quretîya xwe, bi bêbahwerî û bêsekina xwe, hêvî û xeyalên xort û ciwanên, bi giştî hêvî û xeyalên civaka Kurd beravêtî dikin û dibin sebeb ku Kurd ji xet û fikrek serbixwe û Kurdistanî dûr bikevin, hêvîya xwe ya ji bo pêkanîn yan pêkhatina alternatîfek siyasî û Kurdistanî, winda bikin. Mîsyona PKK û Ocalan kifş e, êdî zarokên di pêçekê de jî vê dizanin. Rexnekirin jî helbet mafê me û rewşenbîran e. Lê rexnenekirin û çepiklêdana ji bo pesindana misyona PKK û Ocalan tê çi wateyê, ez meraq dikim.
Serokê PDK birêz kak Mesûd Barzanî hat Cizîrê û beşdarî 4 emîn Sempozyûma Navnetewî ya Melayê Cizîrî bû. Helbet kêfa me hat û evê yekê moralek da gelek ji Kurdên Bakur. Mesûd Barzanî di axavtina xwe de piştgirî da (pêvajoya çareserîyê) û ji bo vê jî spasîya Erdogan û Ocalan kir. Her du jî wek birêz Erdogan û birêz Ocalan bi nav kirin. Ocalanê ku di vîdeoyên xwe de Barzanî û Talabanî dikirin „kû…, xayîn û xwefiroş – û heta îro jî rêvebirên PKK û DEMê wî wek xayîn bi nav dikin„ îro wek (birêz Ocalan) tê pêşwazî kirin. Tew ev jî ne bes e, bi piştgirîya pêvajoya ku tu mafên Kurdan tê de naxuye, piştgirîya paradîgmayên Ocalan û înkara mafên çandî jî tê kirin. Û Rewşenbîrên me yên jixwerazî jî ji vê piştgirîyê re li çepikan didin û hatina Barzanî wek hatinek mîladî dipesinînin. Ê baş e heyran, madem hûn ji sibê heta êvarî PKK û Ocalan wek xwefiroş û xayîn bi nav dikin, çima hûn li hember pesindana Ocalan bêdeng dimînin? Kê dev û zimanê we girê da ye? Yan li gor we rewşenbîrî ev e?
Birastî ez meraq dikim, madem birêz Barzanî piştgirîya aştî û pêvajoya aştî ya li Bakurê Kurdistanê dike, çima ji bo aştî û yekîtîya partîyên dost û hevalbendên xwe hewlekê nade?. Çima Ocalanê ku neyarê azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê ye bi Kurdan şîrîn dike? Gelo rewşennebîrên me dikarin ji kerema xwe vê pirsê ji birêz kak Mesûd Barzanî bikin?
Werhasilî kelam, hatina kak Mesûd Barzanî û gotinên wî carek din zelal kir ku ji derveyî PKK û Ocalan tu partî û serok li Bakurê Kurdistanê tunene. Mixatap PKK û Ocalan e û kes yan partîyên ku li meydanê tunebin, qîmetê wan û pîvazekê yek e. Û hetta rewşenbîrên me yên şeqşeqçî û dergevan jî di çavên wan û gelekan de nîv telaş pîvaz jî nakin.
Navekî giran û gundekî wêran wesselam….

Kurd û nexweşîya „delîrîûm“ê
Amedê me vê carê xweş kir
Av di golan de genî dibe