
Fermandarê payebilind ê PKK û qeraseyê zilaman Amed Malazgîrt, li Qendîlê daxuyanîyek da û diyar kir ku di pêvajoya vê dawîyê de rêxistinê gavên erênî avêtine û erka xwe anîye cîh.
Amedê min û we, bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar û got ku heta Abdullah Ocalan neyê berdan û Enqere gavên berbiçav navêje, ewê tu gav û mavên nû navêjin.
Amed Malazgîrt ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û çend lotikên ademî avêtin.
Malazgîrt, teqez kir ku êdî dora ser tenûrê dora dewletê ye û got: “ Em vir de wêde nizanin, em ji avêtina gavan zikêşî bûn, ji niha û pê ve emê li benda dewleta Tirk bin; alîyê ku divê gavê bavêje ew xwedênehişt in“ û pê de çû.
Amedê me ji bo avêtina gavên nû du daxwaz ji Tirkoleran kir.
Yek jê azadîya serokê sererd û binerd Ocalan
Ya din jî di makzagonê de naskirina hebûna miletê Kurd.
Heger bê bîra we, Amed Malazgîrt di kongreya PKK de gotibû “Heger Kurdistanek çêbibe û serok Apo tê de tunebe, em wê Kurdistnê naxwazin“. Yanî, li gor wî nenûka Apo ji Kurdistan û Murdistanê mezintir û girîngtir bû.
Werhasilî kelam, azadîya Ocalan helbet ji bo PKK û ji bo Amed Malazgîrt girîng e, daxwaza azadîya wî mafê wan e, ji ber ew serokê wan e, şêxê wan e û bêyî wî nikarin biryarekê jî bidin.
Lê ji azadîya Ocalan xweştir, Malazgîrt doza naskirina miletê Kurd kir û got ku divê Tirkoler di makzadonê de hebûna Kurdan nas û qebûl bike.
Aha ev lotik lotikek xweş bû.
Ê de xwezî bi wê rojê…
Qendîl

Rewşenbîrî yan dergevanî? Navekî giran û gundekî wêran
Av di golan de genî dibe
Generalê me îman li gelekan çikand