Miradê Torî

Kurdê gunikreş û boksorê navdar Egît Kabayel, qûn li boksorê Polonî Damîan Knyba qetand û tir jê berda. Bi vê lotika bêîman cara duyemîn bû şampiyon û navê Kurdan li cîhanê belav kir.

Egît Kabayel, piştî serkeftina xwe bi mêrane got: „Min hêza Kurdan nîşanî tevahîya cîhanê da. Bijî Kurdistan!“ û Kurd di beşê boksê de rûspî kirin.

Egîtê me bi berdewamî anî zimên û got: „Ez kêfxweş im ku temsîla Kurdistanê dikim“

Piştgirîya ku min wergirt pir girîng e. Ez Kurd im; piştgirîya ku min ji Kurdistanê wergirt bêhempa ye. Wek ku min berê jî gotibû peyamek min a taybet heye; azadî ji bo Rojava. Em nikarin çavên xwe li ser tiştên ku niha li wir diqewimin bigirin, divê em li wir binêrin û xwedî lê derkevin“ û wekî din.

Werhasilî kelam, Egît Kabayel şexsek e, tu artêş, tu pêşmerge û gerîlla li pişta wî tunene. Lê bi kulm û boksên xwe, bi mêranî û cesareta xwe derdikeve ser dikê û temsîla Kurdan dike. Lê evên ku li ser navê Kurd û Kurdistanê şer û siyasetê dikin, evên ku xwedî hêz û derfet in, evên ku li ser navê Kurd û Kurdistanê xiyanetê li Kurd û Kurdistanê dikin û Kurdan ji bratîya xelk û ummetê re dikin qurban,  bela bi qurbana nenûna Egît Kabayel bin.

Egît Kabayel û xortên mîna wî di gelek beşên sporê de Kurdan rûspî dikin û bi alaya Kurdistanê ruh û hişmendîya netewî di mejîyê keç û xortên Kurdan de geş û zindî dikin. Ji me re ne Egîtek, lê bi hezaran Egît pêwist in. Egîtek berberî bi sedan û hezaran siyasetmedar û generalên tirsonek û bêxêr e. Bela bi Egîtekî Kurd be û ne bi hezaran Kurdên Tirkmanc û Erebmanc be û xelas.

 

Holanda

About The Author