Ehmed Beyan

Xalê me Ehmed Tirk hevpeyvînek qerase daye Ajansa Mezopotamyayê û daye lotikan. Tirk, di derbarê şerê Rojava û Şamê de gilî û gazind ji dewleta xwe Tirkîye (ji celadê xwe) kiriye û gotiye „Hêvîyên Kurdan tên şikandin. Tirkîye hêvîyên lihevhatinê têk biriye“ filan û fîstan.

Ehmedê min û wê piştî gazind û rexne li helwesta Ewrûpîyan digire, dibêje ku Tirkîye rêzê li jiyana gelan nagire û wê 30 milyon Kurdên Tirkîyê vê yekê qebûl nekin filan û bêvan.

Ehmed Tirk, bi berdewamî dibêje ku „Xeta sor ya Kurdên Sûrîyê Sûrîye bi xwe ye, li gel brayêb wan (Ereb û qûnreşên din) pêşerojek azad û demokratîk e“ û pê de çûye.

Ê baş e xalê Ehmed, ezbenî, dewleta Tirk hêvîyên Kurdan dişkînin, yan kesên mîna te û Ocalan, kesên mîna PKK û DEM hêvîyên Kurdan şikandine û dişkînin? Çima tu behsa vê yekê nakî û rastîyê nabêjî? Ma qet sûc û gunehê we tuneye? Bi navê bratîya xelkan bi salan e we Kurd bi qûna Tirk û Ereban ve zeliqandin, we ruhê netewî bi wan re nehişt, we hest û hişmendîya netewî bi wan re nehişt, we ji Tirk û Ereban zêdetir dijminatîya nirxên netewî kir, ji Tirk û Ereban zêdetir we dergevanîya sînorên dagîrkeran kir û îro jî dikin, we ji Tirk û Ereban zêdetir neyartîya Kurdistanek serbixwe kir, û bi dehan tiştên din.

Êêê, îcar kê hêvîyên Kurdan şikandiye cîgerim?

Çima hûn şûjina di çavên xwe de nabînin lê derzîya di çavên xelkê de dibînin kezebo?

Ez serê we neêşînim, xalê me Ehmed Tirk, yê ev 40 sal in di meclîs û şaredarîyan de xwedêgiravî nûnertîya Kurdan dike, Tirk yê ku heta îro pêşniyazek bi tenê jî ji bo perwerdeya zimanê Kurdî nedaye meclîsê, behsa şikandina hêvîyên Kurdan dike.

Masî ji serê xwe genî dibe xalê Ehmed. Heta ev mejî, ev xeyalên bratîya xelkan, ev paradîgma û çîrokên dij Kurdistanî di serê we de bin, ne hûn karin hêvîyê bidin Kurdan, ne jî wê Kurd we efû bikin û xelas…

Enqere

About The Author