
Êdî qûna reş û spî belbelot bûye û derketiye holê, nayê veşartin û venaşêrin. Xiyaneta xwe rasterast dixin çavên Kurdan, bê şerm û bê fedî.
Piştî ku Serokê MHP Devlet Ocalan û Serokê PKK Abdullah Bahçelî (ku ne sax e, mirî ye û hemû tişt li ser navê wî lê bi tunebûna wî tên birêvebirin) bûn destebrakên hev û bi serê hev sûnd xwarin, pêvajoyek xeyalî û xapînok li ser asasê tunekirin û têkbirina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê dan destpêkirin. Bi destpêka xê xiyanetê, Rojavayê Kurdistanê ji paş ve hatin xincerkirin û gelek destkeftîyên xwe winda kirin. Ereboşkên qûnbigû bi ser paradîgmaya Xapo ya bi navê “Bratîya Gelan“ de mîztin û bi xiyaneta xwe nîşan dan ku ji Kurdan pêve brayên Kurdan tunene.
Axir..
Lê Xapocî li ber xwe nakevin, pozê wan naşewite û heta vê kêlîyê jî wek qijnikan bi qûna gelan girtine û dev ji daw û doxîna gelan bernadin. Hem li Rojava û hem jî li Bakur, ji derveyî çend xwelîseran, êdî Kurd bi vekirî û eşkere dikutin bratîya gelan û bahwerîya xwe hew bi vê çîroka xapînok tînin. Lê qeyûmên dewleta Tirk yên di nav PKK, PYD û DEMê de, ji bo kevirekî Kurdan li ser hev nemînin, bi şev û roj dixebitin.
Ne li ser bextê me be, dibêjin Serokê Giştî yê MHP Devlet Ocalan ragihandiyr ku Rêberê PKK Abdullah Bahçelî xalîçeyek taybet ji bo wî daye çêkirin û diyarî wî kiriye. Û ev xalîçe jî bi destê qeyûmên dewletê, Pervîn Buldan û Mît-hat Sancar yê Ereb ve hatiye pêşkêşkirin.
Werhasil, Serokê MHP Devlet Ocalan ji bo vê xalîçeya pîroz spasîya Abdullah Bahçelî kiriye, lê serşûnikê Bahçelî dîsa zirt li HSD û YPG kiriye ku wek Ocalan teslîm bibin, tiştekî nexwazin û xiyanetê li Kurdan bikin.
Di dawîyê de Devlet Ocalan got: „Ji bo yekîtîya Tirk û Kurdan ez spasîya samîmiyeta brayê xwe Ocalan dikim û çavên wî radimûsim. Ez navê vê xalîçeyê dikim ‚Xalîçeya Aştî û Demokrasî ya 27ê Sibata 2025an“ filan û xeftan.
Serokê Kubayê Fîdel Castro çi gotibû?
Gotibû: „Heger dijminê te pesnê te bide, naxwe pûştîtîyek di te de heye“.
Ev gotina Fîdel Castro û Sezaî Temellî ye ha, ne gotina min e. Li ser bextê wan be…
Bêyî Xalîçeya Aştî û Bratîyê jiyan nabe!
Ezmanê hefta

“Partîya Ez Bikutim Bratîya Gelan” pîroz be
Oxlim dîsa verşîya
Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok!