
Nûrî Çelîk
Di serî de divê bê gotin, karesat û malxirabîya ku PKK û Ocalan anîye serê Kurdan, kesî neanîye serê wan. Ji çil salî û bi vir de, Kurdên ku bi destê PKK û ji bo paradîgmayên xeyalî yên Ocalan hatine kujtin, ne kêmî komkujîyên dewletên dagîrker in. Tenê 17 hezar keç û xortên Kurd ji ber tohmetên bêbingeh bi destê Ocalan û PKK hatine kujtin ( li gor mikurhatina Ocalan). Dîsa di salên 90î de 17 hezar Kurd di bin navê faîlî meçhûl de (ku faîl eşkere bûn), bi şêwir û mişêwira dewletê û PKK hatin kujtin. Bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin, bi milyonan Kurd koçberî metropolan û Ewrûpayê bûn, Kurdistan ji Kurdan hat xalîkirin, û herî dawî jî di pêvajoya 2013-2015an de, zêdeyî 7 hezar keç û xortên Kurd di şerê xendekan de hatin kujtin û 11 bajarên Kurdistanê bi serê Kurdan de hatin rûxandin û wêran kirin. Ev tev di encama şerê bi şêwir û mişêwir yê dewletê û PKKê pêk hatin û îro jî siyaset û şerê bi şêwir û mişêwir ji bo xizmet û berjewendîyên dewleta Tirk didome. Hevkarî û hevrêtîya Serokê MHP Devlet Bahçelî û A. Ocalan nîşana vê yekê ye, nîşanek zelal û aşîna ye. Êdî siyaset û şerê bi şêwir û mişêwir ne veşartî lê eşkere tê kirin.
Wek herkes dizane û rayedarên dewleta Tirk jî bi zelalî eşkere dikin, pêvajoya ku qaşo Devlet Bahçelî li Tirkîyê da destpêkirin, ne ji bo çareserkirina pirsa Kurdên Bakur lê ji bo têkbirina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê û teslîmbûna HSD û YPG bû. Paradîgmaya Ocalan jî hemû li ser vê yekê bû. Ango, li ser tunekirina destkeftîyên Kurdên Rojava, li dijî federasyon yan serxwebûna Kurdan û ji bo yekrêzîya xaka Sûrîyê bû. Û ev jî bê guman daxwaza dewleta Tirk û ji bo berjewendîyên wê ye. Ev jî dide xuyakirin ku Ocalan (heger sax be) êdî wek berê ne veşartî, lê bi eşkereyî bûye xizmetkarê dewleta Tirk. Hûn çi navê lê dikin nizanim, lê ji bo ku di nav Kurdan de kesayetî û neyartîya Ocalan raxist ber çavan, divê Kurd spasîya Devlet Bahçelî bikin.
Abdullah Bahçelî (bi gotina Hevseroka DEMê Tulay Hatimogullari), di hevdîtin û paradîgmaya xwe de soz dabû dewleta Tirk ku serî li HSD û YPG bitewîne, bi navê Entegrasyona Demokratîk wan teslîmî Hikûmeta Colanî bike û Herêma Xweser hilweşîne. Di bûyerên dawîn de dixuye ku Ocalan û dewleta Tirk rola xwe baş lîztine û ev yek di xiyaneta Erebên di nav HSD de zelaltir bû. Xiyaneta eşîrên Ereb ji alîyekî paradîgmaya Ocalan û xizmeta wî ya ji bo dewleta Tirk zelaltir kir, ji alîyê din jî paradîgma û çîroka Bratîya Gelan pûç kir û têk bir. Êdî Kurdan dît ku Bratîya Gelan çîrok e, çîroka xapandina Kurda ye û ji Kurdan pê ve dostê Kurdan tunene. Ev jî bêguman ji bo Kurdan alîyê wê yê erênî û pozîtîf e.
Di bûyerên dawîn de tiştekî din xuya bû. Xuya bû ku PKK, Qendîl û HSD hemû daxwazên Ocalan û Bahçelî pêk anîne û bi plan û proje hêzên xwe yên asasî ji Rojava vekişandine. Heger ne wilo be, ka ew 120 hezar şervan? Ka ew çek û sîlehên giran yên ku Amerîkayê dabûn wan? Ka ew milyon dolarên ku Amerîkayê dabûn wan? Çima îro li Kobanê û deverên din tenê xelkên herêmê bi çekên sivik xwe diparêzin? Ew artêşa qerase bi ku de çû? Û bi dehan pirsên bê bersiv. Yanî, heger ne plan û projeyek tarî û qirêj li pişt vê yekê be, ne gengaz (normal)e ku HTŞ karibe di rojekê de ji Şamê xwe bigihîne sînorê Qamişlo, Hesekê û deverên din. Bi plan û projeyên dewleta Tirk û Ocalan meydan ji HTŞ re hat hiştin.
Bi vê dek û dolabê dewleta Tirk û Ocalan xwestin du (2) planên din jî têxin dewrê. Yek jê, bi hawar û feryada têkçûn û komkujîyê Barzanîyan bikşînin Rojava û wan jî bikin şirîkê şer (da ku destkeftinên Başûr jî têk bibin, ya din jî bi banga seferberîya Mazlûm Abdî, keç û xortên xwîngerm û netewperwer (ji her çar beşên Kurdistanê) bikişînin nav refên YPG; wan di ber YPG de bidin kujtin û PKK û Ocalan dîsa hem xurt bikin û hem jî pak û pakij bikin. Xwîna zarokên Kurd ji bo hişmendîya siyasî ya Ocalan û PKK bûye kiryar û projeyek stratejîk. Dixuye ku banga seferberîyê jî planek ji vê stratejîyê ye. HSD û YPG yan jî em bêjin PYD ya ku bi hezaran xort û ciwanên Kurd di zindanên xwe de hêsîr girtine, çima banga seferberîyê li ciwanên beşên din dike? Li şûna seferberîyê çima wan xort û ciwanên ku di zindanên xwe de girtine bernade û berê wan nade HTŞ?
Hewldanên Barzanîyan
Piştî karesat û tofana ku dewleta Tirk bi rêya Ocalan û Qendîlê anî serê Rojavayê Kurdistanê û Mazlûm Ebdî seferberî ragihand, Barzanî jî ketin nav seferberîya dîplomasî û alîkarîyê. Ji alîyekî Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî erka dîplomasîyê girtin ser milên xwe, ji alîyê din jî Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî bi sedan kamyon alîkarî şandin Rojavayê Kurdistanê. Ji alîyê din li seranserê cîhanê û bi taybet jî li Ewrûpayê piranîya Kurdan derketin kuçe û kolanan û piştgirî dan brayên xwe yên Rojava. Mesûd Barzanî çi li Vatîkanê be, çi li Îtalya û welatên din be, çi bi daxuyanî û bang û têkilîyan be, hewlek mezin da ku Kurdên Rojava raserî komkujîyên mezin nebin û bi ziyanek kêm ji vê komployên qirêj xilas bibin. Bi dîplomasîya Barzanîyan û bi piştgirîya piranîya Kurdên cîhanê, gelek dewlet û siyasetmedarên Awrûpî daxwaza rawestandina êrîşên HTŞ kirin û piştgirî dan Kurdan. Helbet dîplomasî û hewlên Barzanîyan cîhê şanazî û serbilindîyê ye, cîhê spasî û pasindanê ye. Spas ji bo alîkarî û hewlên wan! Lê li vir xeterek heye ku divê Barzanî çavên xwe jê re negirin.
Êdî reş û spî ji hev zelal bûye. Êdî neyartîya ku Ocalan û PKK li dijî nirx û destkeftîyên Kurd û Kurdistanê dikin, zelal bûye. Êdî xizmeta ku Ocalan û PKK (Qendîl, DEM û hemû dezgehên bi wan ve girêdayî) ji Tirkîyê re dikin, zelal bûye. Êdî zelaltir bûye ku Ocalan û PKK ne ji bo berjewendîyên Kurd û Kurdistanê, lê li dijî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê hatiye damezirandin. Gerek Barzanî vê yekê ji min û we çêtir zanibin. Yanî, çi kesê ku bi benê Ocalan û PKK dakeve binê bîrê, wê di bîrê de bimîne û bixeniqe. Ne Mazlûm Ebdî û ne jî kesên din, kesên ku bêyî îradeya xwe tev bigerin, ne xwedîyê îradeyek saxlem bin, rojekê kirasê Kurdistanî, roja din kirasê Ocalan û bratîya gelan li xwe bikin, di serî de Barzanîyan, û herkesî din wê xeyalşikestî bikin û destkeftîyên heyî jî beravêtî bikin. Û tiştê ku îro dixuye jî ev e. Hêvîdarim ez şaş bim û Barzanî jî di vê derbarê de xeyal û hêvîşikestî nebin.
Birastî Mazlûm Evdî çima bi lezûbez çû Şamê?
Ev lezûbeza çûna Şamê ji bo çi, çima?
Di vê dema ku Kurdên seranserê cîhanê bi hest û hişmendîyek netewî û di bin ala Kurdistanê de kom bûne û bi hev banîyane, di vê dema ku di awira gelemperî ya cîhanê de dilxwestin û piştgirîyek mezin ji Kurdan re çêbûye; di vê dema ku bratîya gelan û paradîgmaya Ocalan li ber têkçûnê ye; û di vê dema ku senatorên Amerîkî û lobîya Îsraîlî herêmek tampon ji Kurdan re dixwazin, Mazlûm Ebdî çima bi lezûbez berê xwe da Şamê? Piştî serdana Hevserokên DEM ê, çi hat guhertin? Ocalan û Devlet Bahçelî çi ferman û peyam bi DEMê re ji Mazlûm Ebdî re şandin? Divê hinek bersiva van pirsan bide. Çima her dema ku Kurd li hev kom dibin û cîhana medenî li wan xwedî derdikevin ev dek û dolab tên zîvirandin? Heger ne fen bin, ev çi dar û ben in?

“Partîya Ez Bikutim Bratîya Gelan” pîroz be
Oxlim dîsa verşîya
Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok!