Serokê Giştî yê MHP û Serokê Gelê Kurd Devlet Ocalan wek hespê rehwan dibeze û ha ha berdevkî û parêzerîya Serokê Gelê Tirk Abdullah Bahçelî dike. Ocalanê ku di teslîmîyeta Rojava û Bakurê Kurdistanê û de rola sereke lîzt û Kurd kirin bi qurbana bratîya gelan, bûye ezîzê ber dilê nîjadperestekî wek Bahçelî. Û serşûnikê Bahçelî jî ha ha li ser navê Ocalan Kurdan bi çîrokên bratîyê dixapîne.

Axir…

Bahçelî yê ku ji Sêwregê ye û bi koka xwe Ermenî ye, dîsa di civîna koma partîya xwe de axivî û da lotik û zîtirkan. Bahçelî bi şeş telaqên mêrberdanê sûnd xwar û got: “ Bi allahwekîl, rêberê damezrêner (Ocalan) hemû sozên ku dabûn me bi cîh anîn. Heta ku Anadol negihe aramîyê, heta ku serok Ocalan negihê mafê hêvîyê, heta ku Ehmed (Ahmet Ozer û Ahmet Turk) venegerin meqamê xwe û heta ku Demîrtaş venegere mala xwe, emê tekoşîna xwe bidomînin. Berxwedan jîyan e û biryara me zelal e“ û xwêdan pê ket.

Bahçelî, ji bo ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê nebin federasyon yan jî nebin dewletek serbixwe, dest bi pêvajoyek xapînok kir û zêdeyî salekê ye Kurdan bi vê dek û dolabê dixapîne. Li ser navê Ocalan ê ku tu wêne û vîdeoyên wî yên rasteqîn nehatine û nayên belavkirin, tenê bi wêneyên fotoşopê û vîdeoyên GPT çavê Kurdan diseyînin û naxwazin hefsarê Kurdan ji destê Ocalan derkeve.

Her çiqasî Dewlet Ocalan bêje “Têkilîya gotinên min bi Sûrîyê re nîne, ji berê ve em dibêjin em li Anadolê aramîyê dixwazin û em avêtina van gavan baş dibînin” jî, mêro bi rêya destbrakê xwe Ocalan li Rojava gîha meqsed û miradê xwe û destkeftîyên Rojava radestî HTŞ û DAÎŞê kirin.

Ez serê we neêşînim, Dewlet Ocalan êdî ne tenê Serokê MHP û nîjadperestên Tirkîyê ye, mêro bûye parêzerê Ocalan û Serokê PKK jî.

Ê de li ser xêrê be rebbî!

Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok!

Bê serok jîyan nabe!

Izmir

 

About The Author