Cilêtçî Mihê

Kurdan di jiyana xwe de tu xêr ji çep û komunîstan nedît. Tew ji xwe çep û komunîstên Tirko û Virqo neyarê riknê miletê Kurd in. Bi nav sosyalîst û komunist in. Lê di rastîyê de sosyal faşîst û neyar komunîst in. Ji hemû miletên dinyayê re azadî û serxwebûnê dixwazin. Lê ku mijar bû Kurd û Kurdistan, wek ku cin ji hesin bitirsin, dîn û har, çavsor û neyar dibin û êrîşî mafên Kurd û Kurdistanê dikin. Hemû sosyalîst û komunîstên cîhanê jî li hember Kurd û Kurdistanê qûndetî kirin. Bûn dostên neyarên Kurdan û dijminatîya Kurdan kirin. Doh dikirin, îro jî dikin.

Partîya Komunîst ya Tirkîyê yek ji wan partîyên dolheram e. Doh neyartîya Kurd û Kurdistanê dikir, îro jî dikin. Kemalîst in, parêzerên dewleta xwe û neyarê Kurdan e. Ji alîyekî de aferîn ji wan re. Wek sosyalîst û komunîstên me (Kurd) ne xulam qûnalêsên xelkê ne, ne neyarê qewmê xwe ne. Yên me ji herkesî sosyalîsttir, ji herkesî komunîsttir in. Ji ber vê jî nebûn tiştek, tu gû ji wan derneket û gavekê jî bi pêş de neçûn.

Axir..

Serokê TPK (Partîya Komunîst ya Tirkîyê) Kemal Okuyan, dîsa zirîya, dîsa li qûna xwe zor anî û got: „ Projeya dewleta Kurd a cuda tê wateya wêrankirina Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrîyê. Cudabûna welatîyên me yên Kurd ji Tirkîyê tê wateya bêbereketîyê. Otonomî yan federasyon wek çareserî tên dîtin lê ne wisa ye. Ji ber ku xweserî ne biratî ye, veqetandin e. Tirkîye tenê dikare wek yekpare bijî. Evê bi şer biqede, û em vê yekê naxwazin. Vebijarkek din jî ev e ku meriv bibêje ‚Kurê herî baş ew e ku çong bide erdê‘, û di vê gavê de yek welatîyê Kurd jî vê yekê qebûl nake. Di vê pergalê de çareserîyek ji bo vê pirsgirêkê tuneye. Ev pergal bi xwe parçekarî ye“ filan û fîstan û quzê kerê.

Kemal Okuyan û hemû sosyal faşîstên mîna wî ji Filistînê re serxwebûnê dixwazin, ji 200 hezar Tirkên Kibrisê re dewletê dixwazin. Lê gava mijar dibe Kurd û Kurdistan, wekû Kurdan nîhabe dê û jinên wan, dest bi dijberî û neyartîya Kurdistanek serbixwe dikin.

Asasen li gor xwe mafdar in. Erê komunîst in lê komunîstên welatê xwe ne, di xizmeta berjewendîyên welat û dewleta xwe de ne. Xwezî em jî wek Tirkan (çep û rast, oldar û komunîst) di xizmeta welat û nirxên Kurd û Kurdistanê de bûna. Xwezî em jî wek wan nîjadperest bûna. Lê mixabin em ne ji dêrê re dibin, ne ji mizgeftê re. Ne ji neyarên xwe aqil digirin, ne jî ji serpêhatîyên xwe.

Piştî vê kêlîyê, heger Kurd di nava TKP de hebin û pozê wan neşewite, ez gûyê Kemal Okuyan di devê wan kim û xelas…

 

Mêrdîn

 

 

 

About The Author