Esrarkêş Ehmê
Berî niha li Rojavayê Kurdistanê “Partîya Bratîya Gelan“ hatibû damezirandin û bi hezaran şervanên Kurd di ber bratîya gelan de hatibûn kujtin. Piştî ku Ereboşkên dolheram xiyanet li partîyê kirin, ji paş de Kurd xincer kirin û derbasî nav refên HTŞ û DAÎŞê bûn, gelek Kurdên ku bi çîrokên bratîya gelan di xew re çûbûn, veciniqîn û bi xwe ve hatin.
Piştî ku dîtin bratîya gelan çîroka xapandina Kurdan e û bahwerî bi bratîya Ereboşkan nayê, rabûn dest bi rê û rêbaza bratîya Kurdan kirin û ji xwe re partîyek nû damezirandin.
Li gor fitne û fesadên bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrikê, Serê Kanîyê, Efrînê û Kobanê dibêjin, dibêjin xwedêgiravî partîyek bi navê “Partîya Ez Bikutim Bratîya Gelan“ hatiye avakirin û alîgirên vê partîyê roj bi roj zêde dibin. Partîya ku dûrişma wê “Bijî bratîya Kurdan“ e, rê û rêbazek Kurdistanî danîye pêşîya xwe û daye zanîn ku ewê xwe nêzîkî serkulên (rêxa keran) kerên Ereb nekin û bahwerîyê bi wan neynin.
Li gor tê gotin, serok û rêberên “Partîya Ez Bikutim Bratîya Gelan“ gund bi gund, bajar bi bajar kom û rêxistinên xwe saz dikin û bang li hemû Kurdan dikin ku wan bi tenê nehêlin.
Ê de ya bi xêr.
“Partîya Ez Bikutim Bratîya Gelan“ li miletê Kurd pîroz û bimbarek be rebbî!
Xwedê lotik û zîtirkên wan xurttir bike û serkeftin ji bo Partîya Bratîya Kurdan.
Û aqûbet li Kurdên Bakur be jî.
Hêvîdarim Kurdên Bakur jî morîka “Partîya Demokratîk Cûmhûrîyetê“ ji guhê xwe derxin, ji xewê veciniqin, bi ser hişê xwe ve bên û partîyekê bi navê Bratîya Kurdan saz bikin.
Amed

Oxlim dîsa verşîya
Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok!
Tofana Rojava, paradîgmayên neyarane û hewldanên Barzanîyan