Bavê Cengo
Bratîya gelan û hemû paradîgmayên tirto virto, ji bo bêstatuya Kurdan, ji bo yekrêzî û paraztina xaka dewletên dagîrkir û ji bo çelqkirina mejîyê Kurdan tên pêşkêşkirin. Pirêze li ber çav e, pirêza Bakur û Rojavayê Kurdistanê her tiştî eşkere dike. Ji xwe daxuyanîyên serokê sererd û binerd, yên generalên şikeftên Qendîlê, yên PYD û serok û merokên wan, zêdebûna ser kezebê ne. Bi çîrokên bratîya gelan Bakur ji dest çû, Rojava çû û bi xêr û selamet bi saya serê Ocalan û PKK wê Başûr û Rojhilat jî bibin bi qurbana bratîya Romî, Parsek û Ereboşkan.
Axir, Bakur têk çûbû, me hêvî dikir ku aqûbeta Bakur neyê sere Rojava û qe nebe destkeftîyên xwe winda nekin û bibin xwedîyê koxikek mirîşkan. Lê mixabin nebû. Nebû ji ber ku mejîyê Apocîtîyê li ku be, xirabî û malwêranî li wir e. Rojava û destkeftîyên wê bûn bi qurbana siyaset û armanca Ocalan û PKK û herweha ket bin xizmeta berjewendîyên dewleta Tirk û Ereboşkan. Wek dibêjin, rovî nediçû qulê hejikek jî bi dûvê xwe vekir.
Werhasil, yek ji wan berdevk û barkêşê çîroka “bratîya gelan” xalê me Aldar Xelîl bû. Aldarê me dît bê Ereboşkên bratîya gelan li Dêrezor, Tebqa û Hesekê çi dar xistin qûna Kurdan û çawa xiyanet bi wan re kir. Lê Aldarê me û rêhevalên wî dîsa jî bi daxuyanîyên çep û rast xwedî li bratîya gelan û bratîya Ereboşkan derdikevin û hemû destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê bê qeyd û şert radestî wan kirin.
Heyf û mixabin..
Werhasil, paradigma û maradîgma li alîyekî, tiştên xweştir hene.
Ne li ser bextê me be, li ser bextê fitne û fesadên Qamişlo, Dêrikê, Hesekê û Efrînê be, li gor ku li ser tenûran û di tunel û xendekên binê erdê de tê gotin, dibêjin piştî ku Ereboşkan xiyanet li HSD û bratîya gelan kir, Aldarê me îcar serê xwe bi bratîya mişk û pisîkan re dêşîne û pê mijûl dibe. Li gor tê gotin, bi navê bratîya mişk û pisîkan paradigmayek nû tê amadekirin û evê yekê ni taybet pisîkên Kurd xistiye nav xof û tirsek mezin. Vîdeoya ku Aldarê me bi pisîkê dilîze û pê şa dibe û di medya civakî de hatiye belavkirin, di nav pisîkên Rojavayê Kurdistanê de şik ûgumanek mezin çêkiriye. Li gor tê gotin, pisîkên Rojavayê Kurdistanê li dijî bratîya mişk û pisîkan e û ditirsin ku mişkên Ereb wek xwedîyên xwe xiyanetê li wan jî bikin.
Ez serê we neêşînim, tê gotin ku Partîya Pisîkên Rojavayê Kurdistanê li dijî bratîya mişk û pisîkan amadekarîya belavkirina daxuyanîyekê dike û bi dûrişma bijî bratîya pisîkên Kurdistanê, bimre bratîya mişk û pisîkan xwe ji bo meşek mezin amade dike.
Ê de ya bi xêr…
Xwedê aqûbeta me neyne serê pisîkên me jî rebbî…
Qamişlo

Berdevkê gelê Kurd dîsa li zirnê xist
Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt