Derew jî sînorekî xwe heye. Virek û derewîn jî divê xwedîyê sînorekî bin. Divê derewîn heqaretê li derewan nekin û derewan di mêzîna xwe de bihêlin. Gava derew ji derewbûna xwe derket, derewîn dibe qirdikê xelkê, ehlaq û sînorê pêbahwerîyê pê re namîne.

Hinek şêx û melatên Tirk digotin “wê zelzele (erdhej) li Tirkîyê çêbiba lê me ew şand nav Kurdan”. Hinekan digot “ şêxê me firîya çû Kibrisê, çû şerê kafiran kir û dîsa vegerîya“. Hinekan digot “em bi xwedê û pêxember re daxivin“. Û gelek vir û derewên beredayî.

Îro jî li ser televizyonan wan vir û derewan dikin û mixabin mirîdên ku ji wan bahwer dikin ne kêm in.

Axir, mijara me li ser vir û derewan bû.

Virek û derewçîyên me ji yên Tirk û Ereban ne kêmtir in. Ji wan bihurî ne, gava mirov li vir û derewên wan dinere, meriv şikra xwe bi vir û derewên Tirkan û Ereban tîne. Derew tên kirin lê ne bi vê ecêbê yabo qurban!

De ji xwe re li manşeta rojnameya Yenî Yaşam a Tirkmancan binerin.

Gotiye çi?

Gotiye “Serok Ocalan rê li ber Şerê Sêyemîn yê Cîhanê girt“.

Yanî, heger Kurd li Rojava bibûna xwedî federasyon yan dewletek serbixwe, wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derketa û wê mirovatî têk çûba. Ji ber vê, Ocalan midaxele kir, nehişt ku Kurd bibin xwedî federasyon yan dewletek serbixwe, bi Şamê re li hev hatin (yanî teslîmî Şam û Enqerê bûn) û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derneket.

Ev êdî nabe derew, dibe zirderew.

Ê baş e babam, ew serokê ku xwedîyê vê qudreta mezin e, çima li hember komkujîya Kurdên Helebê bêdeng ma û ji mêranî ket? Çima li hember dorpêça Kobanê bêdeng ma û kerametek nîşan neda? Ewê ku ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re bû mertal, çima û ji bo kê Kurd dan kujtin? Madem xwedîyê wê qudret û kerametê ye, çima ji şerê xendekan û erdheja li Kurdistanê re nebû asteng? Çima şerê Rûsya û Ûkrayna ranawestîne?

Û bi dehan tiştên din…

Wek dibêjin, şêx nafire, mirîd wî difirînin.

Îcar heyran, hevallerno, zêde bilind nekin û nefirînin ber perê ezmanan. Piçik piçik, hûrik hûrik derewan bikin bavê min. Erê em jî carna derewan dikin, lê ne bi ecêba we wî. Derewên wilo bikin ku xelk pê bahwer bikin, ne ku henekên xwe bi we bikin cîgerim..

 

Ezmanê Hefta

About The Author