
Nûrî Çelîk
Tirs ne şexsîyetê bi mirov re dihêle, ne jî îrade û hişmendîyek azad. Tirs mirov ji taqat dixe, mirov dixesîne, ji mêranî dixe û rê li ber hest û helwestek serbixwe digire. Çi di warê takekesî de be, çi di warê şer û xebata legal û siyasî de be, tirs dudilî, nebahwerî û oportonîzmê di hiş û laşê meriv de diçîne. Dilê tirsonek nagihê evîna xwe û sînga hezkirîya xwe nabîne, partî û siyasîyên tirsonek jî nagihên armancên xwe, nîvkujtî dibin û gavekê li pêş lê deh gavan li paş dikevin. Di şer de jî wilo ye. Generalên tirsonek nikarin rêberîya artêşekê bikin, nikarin serkeftina artêşa xwe misoger bikin. Û heger xiyanet û hestên teslîmkarîyê di xwîna meriv de hebe, yan jî meriv kurmê dara xwe be, çi siyasî û çi jî şervanî, meriv mehkûmê têkçûnê ye û dibe neyarê doz û qewmîyeta xwe. Tirs, meriv mehkûmî dîtin û paradîgmayên xeyalî dike, ji rastîya xwe dûr dixe û di nava demê de meriv dike neyarê milet û welatê xwe.
Dewletên aqilmend hesabên 50, 100 û belkî 200 salî dikin, şert û şirûtên herêmî û cîhanê baş dinirxînin, pêşîya xwe dibînin, û li gor wê plan û projeyên xwe amade dikin. Planên A,B û C amade dikin û xwe bê alternatîf nahêlin. Planek bi ser nekeve plana din dixin dewrê. Yanî, xwedî hesab û kîtab in.
Berî têkçûna Peymana Sykes Pîkot (Peymana parçekirina Kurdistanê) bi 50 salî dewleta Tirk amadekarî û hesabê rojên îro dikir. Ji dewleta Tirk re xilasbûna Peymana Sykes Pîkot dihat wateya guhertina nexşeya Rojhilata Navîn û guhertina Nexşeya Rojhilata Navîn jî dihat wateya bidestxistina derfetên Kurdistanek serbixwe û yekîtîya miletê Kurd. Ji ber vê, bi pêşbînîyek berfirek û aqilane dest bi dek û dolabên Alî Osmanî kir û komployên kesanedî rê li ber pêşketina hest û hişmendîya netewperestîya Kurdî kir.
Komploya ku di sala 1971ê de li Başûrê Kurdistanê li Saîd Elçî û Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) hatin kirin, amadekarîya rojên îro bû. Bi kujtina herdu Saîdan derbek mezin li pêşketina tevgera netewperwer ya Kurdên Bakur xistin û rê ji Ocalan û paradîgmayên wî re vekirin. Her çiqasî bi dirûv û armanca Kurdistanek serbixwe berê Kurdan dan Ocalan û PKK jî, di encama îro de her tişt eşkere bû ku armanc û mebest têkbirina destkeftîyên Kurdan, paraztina yekrêzîya dewletên dagîrker û bi navê entegrasyona demokratîk kujtina hest û hişmendîya netewî û asîmîlekirina Kurdan e. Pêvajoya ku îro navê bratîya Kurd û Tirkan yan jî Tirkîyeyek bê teror lê tê kirin, parçe û aqilmendîyek ji plan û projeyên berî 50 salî ye. Destkeftîyên ku sedsalî carekê hatibû ber lingên Kurdên Rojava û ji bo têkbirina van destkeftîyan Serokê MHP Devlet Bahçelî neçarî destpêkirina vê pêvajoya xapînok kiribû, bi hevkarîya Ocalan û paradîgmayên wî beravêtî bûn û Kurdên Rojava ji statuyek federal yan serbixwe hatin dûrxistin.
Wek min got, tirs îrada meriv dişkîne, rê li ber meriv şaş dike û meriv dike kole û mirîdê îdeolojî û paradîgmayên dûrî berjewendîyên milet û welatê xwe. Ez behsa PYD û rêvebirên wê nakim, ew bi zanebûn plan û projeyên Ocalan û dewleta Tirk pêk tînin. Sûrîyeyîbûn û paradîgmaya bratîya gelan ji bo wan berî bratîya Kurdan tê. Ez behsa Îlham Ehmed jî nakim, ji ber xanimê di her civîn û hevdîtinên navnetewî de li dijî statuya Kurdan derketiye û berdevkîya Sûrîyeyek yekgirtî kiriye. Lê kesên mîna Mazlûm Ebdî ( ku Amerîka, Îsraîl û Fransayê payebilindîyek mezin dan wî û hêvîyek mezin jê dikirin), ji ber tirsa Ocalan û PKK nebû xwedîyê îradeyek serbixwe, hem Kurd û hem jî dostên Kurdan xeyalşikestî kirin. Doh kir, îro jî dike.
Heger bê bîra we, Serokê Amerîkayê Donald Trump gava cara yekem li Qeterê bi Colanî re hevdîtin kir, tiştek got. Got: “Me nikarîbû em Şamê radestî yekî tirsonek bikin”. Helbet mebesta wî Mazlûm Ebdî bû. Û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio
di Konfransa Ewlekarîyê ya Munîhê de çi got, berê xwe da Mazlûm Ebdî û got: „Artêş ji bo têgehên bê wate şer nake; ew ji bo milet û neteweyekê şer dike“. Dixuye ku Amerîka û Îsraîlê girîngîyek mezin dabûn Mazlûm Evdî. Û îhtîmala ku wî bikin mezinê Şamê jî hebû. Lê tirsa Ocalan û PKK nehişt ku îradeyek azad û serbixwe bi Mazlûm Ebdî re çêbibe. Ji ber vê jî Ebdî di xwestek û daxwazên xwe de ne zelal bû û îro jî ne zelal e, nizane ji bo Kurdan çi dixwaze.
Min di nivîsên berê de gelek caran gotibû ku “têkçûna Rojava têkçûna Başûr e jî“. Tiştê ku li Rojavayê Kurdistanê rû da, ji bo hemû Kurdan destpêka komployek mezin bû. Bi taybet komployek ji bo Başûr û Herêma Kurdistanê bû. Ji xwe Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan ev yek eşkere anî ser zimên û got ku “piştî Rojava dora Başûr e“. Dewleta Tirk bi rêya Ocalan û PKK xwestin PDK û Barzanîyan bikşînin nava şer û zemîna şerê Başûr amade bikin. Piştî ku Barzanîyan xetera têkçûna Başûr dît û fêhm kir, (yanî dîtin ku ev ne henek in) îcar ketin dewrê, çi bi rêya dîplomasîyê, çi rêyên din, piştgirî dan Mazlûm Ebdî û berxwedana Rojava. Helbet hevkarî û yekdengîya Kurdên seranserê hîhanê jî di rawestandina komkujîya Rojava de rolek sereke lîzt. Bi vê yekê carek din hat dîtin ku metirsîya li ser beşekî Kurdistanê, metirsîya li ser tevahîya netewa Kurd e. Xuya bû ku kevkarî û yekîtîya Kurdan dikare li seranserê cîhanê bandorek mezin li hest û helwestên rayedarên dewletan û awira gelemperî bike. Lê wê serokên partîyên me vê yekê kendî fêhm bikin û dev ji berjewendîyên xwe yên partîtîyê berdin, ez nizanim.
Herkesî dizanîbû ku Devlet Bahçelî û Ocalan Pêvajoya ku navê Bratîya Tirk û Kurdan (Tirkîyeya Bê Teror) lê tê kirin ji bo têkbirina destkeftîyên Rojava dan destpêkirin. Komisyona ku qaşo ji bo çareserîyê hatibû sazkirin, bi rapora xwe ya dawî beyan kir ku ew li ser asasê tunekirin û entegrekirina Kurdan (asîmîlekirina wan) û ji bo xurtkirina dewleta Tirk hatiye sazkirin. Rapora ku rêzek bi tenê jî behsa hebûna Kurdan û heq û hiqûqê wan nake, eşkere dike ku Kurd tunene û tu derdekî dewletê û Ocalan bi çareserkirina mijara Kurd re tuneye. Bi vê raporê carek din reş û spî ji hev cuda bû. Tirk û Tirkayetî, ziman û ala Tirkî, yekrêzîya xaka Tirkîyê armancên sereke ne. Bi vê pêvajo û komisyonê tenê Kurd hatin xapandin, ji bo têkbirina Rojava wext qezenc kirin û bi hevkarîya Ocalan dewleta Tirk zora Kurdan bir. Rapora ku komisyonê weşandiye ne êdî ne tenê ji alî dijberên Ocalan, lê ji alî alîgir û hevalbendên wî ve jî tê rexnekirin û bi taybet agir li Partîya DEM û rêvebirên wê dibarînin. Ev jî bêguman nîşanên fereca xêrê ne.
Serokê MHP Devlet Bahçelî di vê pêvajoyê de qencîyek mezin bi Kurdan re kir. Qencîyek ku divê Kurd spasîya wî bikin û hetta çavên wî jî ramîsin. Ew jî ev bû ku Bahçelî Ocalan bi Kurdan baş da naskirin. Bahçelî rastîya Ocalan, teslîmîyeta wî, karakterê wî, zilamtîya wî û xizmeta wî derxist mazatê. Vê yekê Kurd ji temara mirinê hişyar kirin, morîka xewê ji guhê wan derxist (ji derveyî mirîdan) û erdhejek di nav Kurdan de çêkir. Hem li Kurdistanê û hem li derveyî welêt, êdî Ocalan di çavê Kurdan de wek xwefiroş û xiyanetkar tê dîtin, Ocalanê ku nedihat rexnekirin, îro di medya civakî de wêneyên wî tên çirandin û bi taybet xort û ciwan wî wek rûreşê dîroka Kurd pênase dikin. Yanî, Kurd êdî kirasê tirsê ji xwe dikin û ji Ocalan û PKK re dibêjin êdî bes e. Ev yek, ango hişyarî û pêşketina netewperwerîya Kurd PKK tirsandiye, ditirsîne. Ji ber vê heta ji wan tê êrîşî Kurdên netewperwer dikin û wan wek endamên Artêşa Taybet ya Tirkîyê pênase dikin. Lê ji bîr dikin ku yên Girava Îmralî û Ocalan diparêze Artêşa Taybet ya Tirkîyê bi xwe ye.
Çawa ku Bakur pûç û beravêtî kirin, Ocalan û PKK destkeftîyên Rojava jî ji bo bratîya gelan û ji bo berjewendîyên dewleta Tirk têk birin. Rojava jî wek Bakur ji derfeta statuya xweserî, federalî yan serxwebûnê daxistin asta “em tiştekî naxwazin“. Bi hezaran cangorîyên ku xwîna xwe ji bo Kurdistanê rijandin, bûn bi qurbana paradîgmayên Ocalan û bratîya gelan. Û vê yekê Kurd pir êşandin. Hem êşandin, hem jî ew bi ser hişê xwe ve anîn. Rastîya Ocalan û PKK nas kirin û dîtin bê Ocalan û PKK xizmeta kê dikin. Ev yek li hola şer û siyasetê valahîyek mezin pêk tîne. Divê neyê jibîrkirin, heger ev valahî ji alî tevgerek Kurdistanî û netewperwer ve neyê dagirtin, wê Kurd carek din di nav pençeyên dewletê û PKK de bên hêsîrkirin.
Îro beroşa Kurdan dikele û li ber fûrandinê ye. Heybet û payebilindîya Ocalan û PKK dişikê, Kurd rastîyê dibînin û mixabin bê pal û pişt in, bê alternatîf in. Evên ku ji xwe re dibêjin netewperwer, partîyên ku xwedêgiravî Kurdistanî ne lê nikarin sed kesî bînin ser hev, evên ku ji Kurdayetîyê zêdetir partîcîtîyê dikin, evên ku berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re digirin, divê carek din, belkî jî cara dawî kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin. Heger xwedî li beroşa berfûrî dernekevin û tevger yan hêzek netewî saz nekin, ewê carek din bibin şirîkê siyaseta dewletê û Ocalan û ewê carek din rûn li ser nanê PKK bikin.

Berdevkê gelê Kurd dîsa li zirnê xist
Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt