Ehmed Beyan
Partîya DEMê, ya ku ji alîyê qeyûmên dewletê vet ê birêvebirin, bûye kole û pêgirtîyê Ocalan û dewleta Tirk û heta îro ji bo Kurdan tu tiştekî berbiçav nexwestiye. Naxwaze ji ber di xizmeta dewletê de ye û partîyek ji partîyên dewleta Tirk e.
Rapora komisyona ku qaşo ji bo bratîya Tirk û Kurdan û Tirkîyeyek Bê Teror (yanî Tirkîyeyek bê Kurd) hatiye sazkirin, hat weşandin. Pêvajo û komisyona ku ji serî de ji bo têkbirina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin, li gor dil û daxwaza dewleta Tirk (Ocalan, Bahçelî û PKK) bi ser ket û destkeftîyên Rojavayê Kurdistanî têk birin, xwîna bi hezaran cangorîyan badilhewa çû. Ocalan û PKK yak u Bakur beravêtî û pûî kirin, heman tofan anîn sere Rojavayê Kurdistanê jî. Îcar hûn navê vê yekê dikin xiyanet, yan xiyaneta demokratîk, nizanim. Tiştê ez dizanim xiyanetek li holê heye.
Wek ku dihat texmînkirin, rapora komisyona pêvajoyê jî wek paradîgmayên Ocalan pûç û vala derket û di raporê de ji bo Kurdan behsa tu tiştekî nehatiye kirin, tiştek nehatiye xwestin. Ji xwe ji serî de Serokê Komisyonê Nûman Kurtulmuş digot. Digot ku ev pêvajo ne pêvajoya çareserîya pirsa Kurd e, pêvajoya xilaskirina terorê û çekdanîna PKK ye. Yanî, pêvajoya xurtkirina dewleta Tirk û entegrasyona (asîmîle û tunekirina) Kurdan e. Û di raporê de jî ev tişt hat xuyakirin.
Di dengdana raporê de hinek partîyan li gel, hinekan li dij deng dane û hinekan jî şerh danîye. Yek ji wan partîyên ku şerh danîye, Partîya DEMê ye. DEM a ku bi salan e li ser ked û xwîna Kurdan diçêre, DEM a ku bi deng û rayên Kurdan di meclîsa Tirk de kêfa li ser kêfê dike, li şûna ku ev rapor red bikira û di raporê de doza maf û heq û hiqûqê Kurdan kiriba, şerh danîye, ker û kor û lal bûye û dîsa xwedî li siyaset û berjewendîyên dewleta Tirk derketiye. Lê ecêb e, erka ku diviyabû DEMê hilgirta ser milên xwe, Partîyên mîna TÎP û EMEPê dane ser milên xwe û ji raporê de gotine NA!
TÎPê û EMEPê, “çima ku di raporê de behsa maf û heq û hiqûqê Kurdan nehatiye kirin” gotine na û lotikek baş avêtine. Bi vê lotikê TÎP û EMEPê xwelî li serê DEMê û rêvebirên wê kiriye û carek din eşkere bû ku DEM ne ji bo xêra Kurdan lê ji bo têkbirin, asîmîlekirin û manîpulasyona Kurdan hatiye damezirandin. Carek din gotinên Ocalanê ku di hevdîtinên xwe de digot “min DEM û KCK bi biryara MÎTê ava kir“, Wezîrê Dewletê Beşîr Atalay yê ku digot “DEM (wê çaxê HADEP bû) partîya me ye, me ava kir“, rast derketin.
TÎP û EMEPê, her çiqasî ji bo piştgirî û ji bo ray û dengê Kurdan bistîne ev helwest girtibin jî, her çiqasî çepên Tirk di rastîya xwe de li dijî Kurd û Kurdistanê bin û xizmeta berjewendîyên dewleta xwe bikin jî, helwesta ku girtine helwestek rast û maqûl e. DEM ya ku piranîya rêvebirên wê qeyûmên dewletê ne û ji alî Girava Demokratîk ya Îmralî û MÎTê ve hatine û tên destnîşankirin, carek din xwe li hember Kurdan rûreş kir. Her çiqasî DEM li dijî helwesta TÎP û EMEPê derkevin û helwesta wan wek xiyaneta li dijî Kurdan bi nav bikin jî, êdî qûna reş û spî eşkere bûye û herkes pê dizane bê kî xiyanetê dike û kî nake.
Enqere

Berdevkê gelê Kurd dîsa li zirnê xist
Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt