Diyar baban
Kurd ne biaqil dibin, ne jî xwe nas dikin. Çi bê serê wan, ne ji serpêhatîyên xwe û beşê xwe, ne ji serpêhatîyên beşên din yên Kurdistanê, dersan nastînin. Helbet tifaq baş e, pêwîst e, lê tifaqa ku li ser neyartîya Kurdistanek serbixwe, ji bo bratîya gelan û demokratîkkirina dagîrkeran bê avakirin, tu gû jê dernakeve.
Me digot qet partîyên Rojhilat ders ji serpêhatîyên Bakur, Başûr û Rojava stendine û PKK û çêlîkên wê nas kirine. Lê xuyaye partîyên Rojhilat jî wek partîyên Bakur, Başûr û Rojhilat kor bûne û ber lingên xwe jî nabînin. Ji bîr kirine ku PKK û çêlîkên wê ne ji bo xêra Kurd û Kurdistanê lê ji bo neyartîya wê tev digerin. Hema we li rewşa Bakur û Rojava, li rewşa Şingal ûp Kerkûkê binerîya, we yê rastîya PKK fêhm bikira. Lê ne dinerin, ne jî dibînin. Bibînin jî ji bo berjewendîyên xwe û partîyên xwe ker û lal dibin.
Axir…
Wek min got, tifaq û yekîtî helbet baş e, pêwîst e, û ji bo Kurdan şert e. Lê tifaqa xeta netewî û serxwebûnê û xeta neyartîya serxwebûnê wek ta û benekî xav e, naçe serî, wê di nîvê rê de biqete. Çawa ku li Rojava PYD ENKS ji xwe re bi kar anî û piştre ew li derveyî dan û stendinên bi Şamê re hişt, heger heman aqûbet neyê serê Partîyên Rojhilat jî baş e.
5 partîyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo têkoşîna li dijî rejîma Îranê avakirina tifaqek nû ragihandin. Hat diyarkirin ku lihevkirin bi armanca bidestxistina mafê çarenûsî ya Kurdan û avakirina pêşerojek demokratîk e.
5 partîyên Rojhilatê Kurdistanê, ku ji Partîya Demokrat ya Kurdistanê-Îran, Partîya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Sazmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partîya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ‘Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê’ ragihandin ku piştî nîqaş û çend lotik û zîtirkan, li hev kirine.
Ê de şabaş ji we re!
Van 5 partîyên qerase di daxuyanîya xwe de tiştên xweş û germik û nermik gotine, hetta behsa mafê çarenûsî jî kirine. Lê dawî anîne bi rêveberîyek demokratîk ya Îranê ve girê dane. Yanî, ew jî bi Nexweşîya Demokratîk ketine. Gotine: “Em bawerîya xwe bi paraztina jîngehê û edaleta civakî, wekhevîya mafên jin û mêran, xurtkirina hilbijartinên azad, misogerkirina mafên bingehîn yên hemû civakên etnîkî û olî yên li Kurdistanê û avakirina sîstemek rêveberîya demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê tînin, da ku ev welat ewle bibe; em vê yekê wek erkê xwe dibînin“ filan û fîstan.
Ma ewlekarîya Îrana dagîrker bi serê we ketiye oxlim!
Ji we re çi demokratîkkirina Îranê?
Werhasilî kelam, partîyên Rojhilat jî bi Nexweşîya Demokratîk ketine û ketine pirika PKK û PJAK ê.
Birastî lo, hûn partîyên ku we ala Kurdistanê ji destê xwe danedixist, çima we di civîna hevbeş de ala Kurdistanê ranekir?
Mahabad

Berdevkê gelê Kurd dîsa li zirnê xist
Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt