Em di serdema teknolojîyê de ne. Fotoşop û GPT du teknolojîyên vê serdemê ne. Bi herduyan jî mirov dikare mirovan manîpule bike, deng û wêneyên wan biguherîne, bişibîne hev, hem bi wêne, hem jî bi vîdeo mirovan bixapîne, rastî û nerastîyê tevlihev bike û di serê mirovan de şik û gumanan çêke.

Hinek wêneyên ku bi fotoşopê tên çêkirin mîna wêneyên rasteqîn in, mirov wêneyên sexte û yên rastî ji hev dernaxe. Vîdeoyên ku bi GPT tên çêkirin jî wilo ne. Lê hinek jî di nava Fotoşop û GPT de dirîn, dixwazin bi van wêne û vîdeoyan mirovan bixapînin û rastîyê veşêrin. Wek wêneyên Serokê Gelê Tirk sayin A. Ocalan û vîdeoyên wî yên ku bi GPT hatine çêkirin.

Vîdeoya wî ya berê, ya bi fanêreyê Lacoste (GPT), wêneyê wî yê bi cakêtê reş û qutikê sor (Fotoşop) û niha jî qaşo wêneyê wî yê herî dawî (dîsa bi Fotoşopê) hatiye weşandin. Heger hûn li herdu wêneyan binerin, zaroka di pêçekê de jî wê ferqê bibîne. Ocalan piçekî bi Fotoşopê estetîk kirine, pozê wî piçekî maqûltir kirine, çavên wî piçûktir kirine (pir eyb kirine), porê wî bi çepê de şikenandine, û qebheta mezin bi heman cakêtê reş û qutikê sor ew derxistine mazatê. Mîna ku Kurd tiştekî nizanibin, ji tiştekî fêhm nekin, yan nizanibin teknolojî çi be, henekê xwe bi wan dikin. Helbet mirîdên ku ker û kor û lal in wê bahwer bikin, û dikin jî. Lê xwelîyê li serê xwe nakin û nabêjin ma ev çi xapandin e.

Axir, de ji xwe re li herdu wêneyan binerin û ferqê bibînin. Binerin bê hevalleran estetîk û fotomontajek çawa çêkiriye.

Kuro law, we ji min re bigota, bi allahwekî û bi serê Ocalan, minê ji we spehîtir û xweşiktir fotomontaj bikira kuro. Heger we tiştek çêkir, qe nebe bi pisporî çêkin ku xelk henekê xwe bi we nekin wî…

 

Stenbol

About The Author