Ocalan bûye berdevkê Tirk û dewleta Tirko, û serşûnikê devlet Bahçelî jî bûye berdevkê Kurdan. Yanî, herduyan kiras guhertine, ha ha xwelîyê li serê Kurdan dikin û hewl didin ku wan bi dewleta Tirk ve pîne bikin.  Piştî şerê Amerîka, Îsraîl û melatên Tehranê û piştî ku partîyên Kurd li Rojhilat di bin sîwanekê de bûn yek, agir ket şerwalê Serokê MHP Devlet Ocalan. Û tew piştî ku „Dîkê Dinyayê“ Trump ji Kurdan xwest ku dakevin qada şer û bi şaşikên melayên Tehranê de bimîzin, yekcar agir ket şerwalê Devlet Ocalan û mêro rabû ser tapanan.

Serşûnikê Bahçelî, di meclîsa virqo û di kombûna partîya xwe de dîsa li zirna bratîyê xist û got:   „Mêrê min ji min berdayî be, Kurd miletekî bi rûmet, bi heysîyet, wêrek, esilzade û maqûl in. Bira û xuşkên me yên Kurd ne ji bo firotinê ne, ne ji bo kirêkirinê ne, ne jî kujêr in, û nikarin wek piyon di projeyên zilma kesî de bên dîtin yan jî nîşandan. Kurd miletekî bi rûmet, bi heysiyet, wêrek, esilzade û maqûl in. Ew kesên ku plan dikin di biratîya Tirk-Kurd de dabeşbûn û şikestinan çêbikin, li bajarên dîrokî yên Tirkîyê û Îranê tevlihevîyê derxînin û di navbera Tirk û Kurdan de pevçûnê derxînin, helwestek dijminane digirin û xayîn in. Bi allahwekîl Tirk û Kurd bira ne; Kurd û Tirk heman çarenûs û qederê parve dikin“ filan û fîstan û quzilqurt.

Bahçelîyê ku li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê neyartîya Kurdan dike û tu mafekî rewayî wan nabîne, îro rabûye Kurdan diparêze û bûye berdevkê wan. Xuyaye zabûna qantirê nêzîk bûye…

Û Serokê Gelê Tirk Ocalan çi dike, li vajayî Bahçelî, ew jî ha ha bi paradîgmayên çirto virto neyartîya „netew-dewlet“bûna Kurdan dike û sînorên netew-dewleta dagîrkerên Kurdistanê diparêze.

Yek bûye berdevkê Tirkan, yek jî yê Kurdan. Û her du jî bi siyasetek şêwir û mişêwir dixwazin Kurdan entegreyî dewletên dagîrker bikin û wan dûrî hest û hişmendîya Kurd û Kurdistanîbûnê bixin.

Ez serê we neêşînim, Ocalanê ku ji roja roj de zilam û peyayê dewleta Tirk bû, îro bi saya serê Devlet Bahçelî eşkeretir bû û Kurd baştir wî nas dikin.

Ê de ya bi xêr…

Bê Devlet Bahçelî jiyan nabe!

 

Îzmîr

About The Author