
Nûrî Çelîk
Gava em li dîrokê dinerin, yên ku herî zêde zirar dane Kurdan, Kurd bi xwe ne. Yên ku herî zêde xiyanet li Kurdan kirine, Kurd bi xwe ne. Yên ku herî zêde bi asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê Kurd tune kirine, Kurd bi xwe ne. Yên ku herî zêde berjewendîyên xwe yên şexsî, malbatî, eşîrtî û partîtîyê di ser berjewendîyên netewî re girtine, dîsa Kurd bi xwe ne. Û yên ku îro jî bi heman nexweşî û bi heman hişmendîya kevnare rê li ber yekîtî û serkeftina Kurdan digirin, mixabin dîsa Kurd bi xwe ne.
Di dîroka kevneşopîya Kurdan de xiyaneta yekem bi xiyaneta Fermandarê Artêşa Med Harpagos dest pê dike. Ji ber nakokîyên şexsî Harpagos xiyanetê li Padîşahê Med Astiyages dike û artêşa wî radestî Padîşahê Faris Kîrosê Mezin dike. Ev yek dibe têkçûna Împaratorîya Med û serkeftina Împaratîroya Axamenîş ya Farisan (BZ 550).
Ew roj ev roj e xiyanet ji nav Kurdan kêm nebûye. Xiyanetê di warê olî, îdeolojî, siyasî û civakî de cudabûn, belavkirin, nakokî û berjewendî, xefik û kemînên navxweyî xurttir kiriye û bizirê (tovên) neyartîyê di nav Kurdan de çandiye. Kurd dikin û nakin nikarin xwe ji vî tov û ji vê zîwanê pak û rizgar bikin. Ev sedemek ji sedemên şikestina Kurda ye.
Sedema duyem, dûrketina ji nasnameya Kurdî ye. Malbat û eşîr, dem û dezgeh, tevger û partî, û hetta kesayet, rewşenbîr û gelek kesên ku xwe wek rêber û serok dibînin, nasnameyên xwe yên taybet di ser nasnameya netewî re, ango di ser nasnameya Kurdî re digirin. Xwe ne wek endam û neferên welatekî bindest lê wek nefer û endamên welatekî serdest û serbixwe dibînin. Ev yek ji nasnameya Kurdistanî zêdetir, nasnameya takekesî, eşîrtî û partîtîyê dide pêş û ji nasnameya Kurdistanî re dibe asteng. Ev astengî nasnameya ezezîtî, nasnameya partîcîtî û berjewendîyên partîcîtîyê diafirîne. Ev jî bêguman parçebûnê, dubendîtî û cudabûna navxweyî bi xwe re tîne. Nahêle ku nasnameyek hevpar û netewî çêbibe. Bi vê yekê netewa Kurd bi nasnameya îdeolojî, olî, mezhebî, eşîrî û partîcîtîyê tê parçekirin û her nasnameyek berjewendîyên xwe didin pêş.
Li welatekî bindest û parçebûyî mîna Kurdistanê hebûna evqas ol û mezheb, evqas êl û eşîr, evqas tevger û partî, bûye sedema gelek êşên mezin, sedema dijminatî û bêbahwerîyek navxweyî û di pêşîya yekîtî û tifaqê de bûye kelemek mezin. Ji ber tunebûna nasnameyek resen û Kurdistanî, her nasnameyekê ji xwe re rêyek cuda hilbijartiye, kom û dezgehek ava kiriye, tevger û partîyek saz kiriye û di encamê de Kurd ji hev parçe kiriye. Parçekirina dereke (ji alî dijminan ve) bi parçekirina navxweyî xurttir bûye û azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê derengtir xistiye. Li her çar beşên Kurdistanê heman nexweşî didome û mixabin Kurd nebûne xwedîyê nasnameyek hevpar û netewî -Kurdistanî. Ev jî di pêşîya tifaq û yekîtîyek netewî de bûye astengîya herî mezin û zincîr li hest û hişmendîya netewî xistiye.
Che Guevara dibêje “bêyî tekoşînê azadî bi dest nakeve”.
Û bêguman tekoşîn û azadî jî berdêlê dixwaze, wêrekî û cesaretê dixwaze, enerjî û ferasetê dixwaze, kadir û kedkarên nû, xwînek nû, nifşekî ciwan û fedakar dixwaze, ne nasname û sembolên ol û eşîr û partîtîyê, nasnameyek Kurdî netewî û Kurdistanî dixwaze. Tekoşîn ne hişmendîya kevnare, ne dûrişme û îdeolojîyên berî 50 salî, daxwaz û armancek resen û nûjen dixwaze.
Bi vê mebestê, gava em li rewşa Bakurê Kurdistanê û rewşa partîyên Kurdistanî dinerin, meriv ji qidûm dikeve, taqat di bedenê de namîne, piçek hêvîya ku mabû jî dişikê. Bi hişmendîya berî 50 salî, li ser mîrata xebata berî 50 salî, bi dînazor û siyasetmedarên berî 50 salî (ez jî di nav de) wê çawa tekoşîna Bakur bi pêş bikeve, nizanim. Evên ku şûr simbêlê wan nabire, evên ku bûne tevger û partîyên salon û tabelayan, em evên ku nikarin sed kesî bînin ser hev, em evên ku me hişmendîya “mala pîrê stara pîrê ye“ ji xwe re kirine rêbaz û siyaseta hindik û rindik dikin, wê çawa karibin bibin yek û bibin yek jî wê çawa karibin bibin alternatîf, nizanim.
Wek dibêjin, ji gundê xuyayî re rêber pêwist nakin. Em hemû bi rewşa xwe dizanim, xelk hemû bi rewşa me dizanin, dibînin. Îro, di vê dema ku piranîya Kurdan bi plan û proje, bi dek û dolabên Ocalan, PKK û DEMê hisiyane, di vê dema ku hemû nirxên Kurdistanî hatine firotin û Kurd li starek nû, li alternatîfek Kurdistanî digerin, emê bi vî mejîyê ezezî û partîcîtîyê çawa karibin starekê ji Kurdên mixalif re çêkin, dîsa nizanim. Bi hest û hişmendîya ezezîtî û partîcîtîyê pir zehmet e. Gelo vê ji derveyî van dînazor û partîyên kurmîbûyî tevgerek nû, partî û hêzek alternatîf karibe derkeve holê, zehmet dixuye. Heger bi heman hişmendîya ezezî û partîcîtîyê derkeve holê jî, wê aqûbeta wan û aqûbeta Kurdên Bakur ji rewşa îro ne baştir be.
Îro li Bakurê Kurdistanê Tevgera Ciwanên Serbixwe (ku navê xwe kiriye Tevgera Vejîn) bi çalakîyên xwe, bi zimanê xwe yê Kurdî, bi hest û hişmendîya xwe ya Kurdistanî, karekî pîroz dikin. Li alîyê din, Tevgera Destpêka Nû ku piranîya wan xwenda û akademîsyen in, kadirên nû û pak in, di nav hewla sazkirina Meclîsek Netewî de ye. Heger ev her du tevgerên nû û ciwan karibin li ser çend xal û asasên bingehîn bên ba hev û di bin sîwanekê de bixebitin, ez bahwer im wê di pêşerojê de karibin bahwerîyekê bidin Kurdên Bakur û dibe ku bi tevxebata her du hêzan alternatîfek Kurdistanê derkeve holê. Helbet ev jî girêdayî wêrekî, cesaret û fedakarîya wan e. Yan na, bi van partîyên heyî, bi van kadir û rêvebirên 50-60-70 salî, bi vê siyaseta hindik û rindik, bi vê hişmendîya hûr bajo, kûr bajo û ga neêşîne, ne tu alternatîf pêk tên, û ne jî hêvî.
Werhasilî kelam, Kurdên Bakur di nav Xelîl û Celîl de asê mane. Serê dêr bi gû ye, binê dêr bi gûye, bi kîjan alî bigirin dilewitin wesselam..

Kûçik mir, aqûbet li yên din be
Xaltîka me Mandana tir ji DBP berda
Leyloka me bûye JOKER