
Zinar Qelemşûr
Newroz yek ji nirxên herî mezin yê miletê Kurd e. Newroz ne cejn û malê partîyekê ye, malê miletê Kurd e û divê wek Cejnek Netewî bê pîrozkirin.
Par û îsal Newroz li seranserê cîhanê û ji alî Kurdên seranserê cîhanê ve wek Cejnek Netewî hat pîrozkirin. Bi alên Kurdistanê, bi cil û bergên Kurdî û bi zimanê Kurdî. Tenê yên ku Newroz ji bo serok û partîya xwe kirin alav û herimandin, Apocî bûn. Çi li Kurdistanê, çi li derveyî welêt, mirîdên Abdullah Bahçelî naveroka Newrozê pûç û vala kirin û ji bo berjewendîyên xwe yên dij Kurdistanî bi kar anîn.
Serokê MHP A. Ocalan (yan jî li ser navê wî), di Newroza Amedê de daxuyanîyek belav kir (hat belavkirin) û di daxuyanîyê de gotinek bi tenê jî behsa Kurd û Kurdistanê nehat kirin. Naveroka Newrozê hat pûç kirin, nirxê miletê Kurd hat binpêkirin û Newroza qedîm ji bo paradîgma û çîrokên virt û vala hat bikaranîn. Qeyûmên dewletê yên li ser serê Partîya DEMê jî, bi taybet neyara riknê miletê Kurd û Hevseroka DEMê Tulay Hatimogullari, Newroz ji Newroza Kurdan derxist û kir Newroza gelan. Ev jî ne bes bû, li Stenbolê Newroz diyarî LGBT û bratîya qûnek û qûndeyan kirin û Newroza pîroz herimandin. Helbet ev yek bi zanyarî tên kirin, plan û projeyên dewletê û peyayên wan in û bi dûrişmeyên wek Jin, Jiyan, Azadî civaka Kurd, nirx û namûs û pîrozîyên miletê Kurd, ziman û çanda Kurdan diherimînin û ji hev de dixin.
Balkêş e, Serokê PKK Dewlet Bahçelî û Serokê ÎŞÎDê Ahmed al Şara (Colanî) Newroz wek Newroza erdnîgarîya Kurdan pênase kirin û pîroz kirin. Lê Serokê MHP û Serokê Gelê Tirk A. Ocalan di daxuyanîya xwe de bi gotinekê jî behsa Newroza Kurdan nekir. Ango, Ocalan wek Bahçelî û Colanî jî bi xîret derneket, pozê wî neşewitî û wek her carê Kurd tune hesibandin.
Werhasilî kelam, Seydayê Cegerxwîn gotiye ronahî li pey tarî ye. Kurd êdî tarîyê û nûnerên tarîtîyê dibînin û roj bê wê bi rohanîya xwe van nûner û ejderhayên ku dixwazin Kurdan ji dîrokê winda bikin û wan dûrî Kurdistanek serbixwe bixin, ji holê rakin.
Gîha di bin keviran de namîne heval!
Stenbol


Mêrên bindest doza azadîya jinê dikin
Ji civata me
Birhanê şêxê û bariş û çozum surecî