Av. Ezîz Dîlan

 

Di hevdîtina Îmralî ya bi S. S Onder û Pervin Buldan re, serokê sererd û binerd Ocalan gef û zirta kujtinê li Leyla Zana kiribû û ji S. S.Onder û Pervin Buuldan re gotibû:  „ Ji Leyla re bêjin, divê girêdayî rista rêxistinê be, em tevgerek siyasî ne, heger bi siyasetê bilîze (yanî heger ji kontrola wî derkeve) ewê bi canê xwe berdêlê bide“.

Piştî gef û zirtên Ocalan, Leyloka me lingê xwe li gor lihêfa xwe dirêj kiribû û ji bo nejê kujtin demek dirêj ji siyasetê dûr ketibû.

Xuyaye hinek insan biaqil nabin. Tew kesên ku îradeya wan ne di destê wan de bin, yanî bê îrade û bê şexsîyet bin, qet biaqil nabin. Tiştê ku insên dike insan şexsîyet e, xîret e, kesayetî û vîn e.

Me Leyla Zana kiribû duyemîn Leyla Qasim. Lê dixuye ku Leyloka me wek Leyla Qasim ne xwedî îrade û xîret e. Wek Leyla Qasim ne mêr û cengawer e, tirsonek e, îrade û xîret pê re tuneye. Kesekî ku îradeya te, insanetîya te ji destê te bigire û bi ser de te bi kujtinê tehdît bike,û dîsa tu rabî secdeyê jê re bikî, ne bêxîretî be naxwe çi ye, nizanim.

Axir…

Xuyaye ji xaltîka me Leyla Zana re gef û zirt ne xem e, hebûn yan tunebûna xîret û îradeyê ne xem e, bes wê têxin şûna insanan bes e. Ev yek li Rojava di şîna Mislim Salih û di Newroza Amedê de carek din eşkere bû.

Leyloka me di destê PKK û Xapocîyan de bûye wek JOKERa nav qelemaçan (kaqizên lîztikê). Kengî ji wan re lazim û pêwîst bû, hew we dît ew dan pêşîya xwe û pesnê Ocalan pê dan. Kengî ji wan re pêwîst bû, hew we dît Leyloka me Serok Xapo bi Kurdan kir şîr û şekir. Kengî pêwîst bû, hew we dît li Başûr e û Xapocîyan bi Barzanî û Talabanîyan şîrîn dike. Yanî, bûye wek JOKER û dikeve her derê.

Leyloka me li Newroza Amedê dîsa bû JOKER û pesnê Xapo da. Got:  „Gel dixwaze serok û rêberê xwe li Amedê bibîne„ filan û fîstan.

Keçê hey porkurê, kezîkurê, toplêketê, em bêjin tu ji xwe û Ocalan fedî nakî, ma tu ji Kurdan jî fedî nakî keçko?  Ji Xapocîyên wek te pê ve, kîjan Kurd dixwaze Ocalan li Amedê bibîne? Kî dixwaze mikurker û teslîmkarekî wek Ocalan di nav xwe de bibîne belqitîyê? Belkî yên we te dixwazin, lê Ocalan bi caran gotiye ku ew naxwaze ji Îmralîyê derkeve. Çima tu zanî Leylokê? Ji ber Ocalan ne ji esker û polîsên Tirkan ditirse, ji Kurdan ditirse ku Kurd bi parçe parçe bikin. Ma ji dewleta Tirko zêdetir ne Xapo û partîya wî Kurd kujtine keçko. Îcar tu bahwerî ew wêrekî û cesaret bi Ocalan re hebe ku wêribe bê Amedê?

Werhasilî kelam, heyfa Leyla Zana ku di destê Xapocîyan de bûye JOKER û goka ber lingên zarokan. Û dîsa hefya Leyla Zana ku bi qedir û qîmetê xwe nizane û xwe di devê xelkê de dike benîşt û xelas…

Enqere

 

About The Author