Pîrkemal

Berî niha, di 14ê Adara 2026an de li otêla Mîtanî ya Amedê Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtîya Netewî ya Bakurê Kurdistanê pêk hatibû. Konferansa ku bi hevkarîya PÊLKURD, Platfor Ciwanên Serbixwe (PCS ku piştre navê xwe kir Vejîn), Partîya sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û hinek kesayetên serbixwe lidarxistin, dest bi lotikên yekîtî û tifaqek netewî kiribûn.

Di 28-29ê Adara 2026an de jî, dîsa li otêlek Amedê, îcar Platforma Netewî ya Kurd konferansa damezirandina xwe li dar xist û dest bi lotikên netewî kir. Platforma Netewî ya Kurd 13 xalên germik û nermik pêşkêşî raya giştî kir û diyar kir ku „armanca wan bidestxistina statuyek siyasî, erdnîgarî û hiqûqî ya Kurdan û fermîbûna zimanê Kurdî ye“.

Platformê herweha diyar kir ku „li Bakurê Kurdistanê krîza nûnertîyek siyasî ya Kurd heye û ji bo Kurd ji vê quzilqurta krîzê derbas bibin, pêwistî bi siyasetek sivîl ya navendî, demokratîk û piralî heye“.

Û Platformê di encamê de diyar kir ku „divê hemû beşên olî, îdeolojîk û civakî stuyê xwe bişkînin û beşdarî vê nûnertîya siyasî bibin“ da ku Kurd ji vê malkambaxîya krîza nûnertîya siyasî rizgar bibin.

Wek hûn zanin, Înîsiyatîfa Yekîtîya Netewî ya Bakurê Kurdistanê (Platforma Ciwanên Serbixwe ne tê de) dînazorên berî salên 80î ne, hîna jî dev ji ezezî û partîcîtîyê bernedane, bi ser ku tu cudhîyek îdeolojîk di navbera wan de tuneye jî, nebûne yek, nikarin dev ji berjewendî û kursîyên xwe berdin û bibin yek, dev ji gotinên girover û qelew bernadin, qaşo Kurdistanî ne lê nikarin sed kesî bînin ser hev, bi gotinê ji wan mezintir yekîtîxwaz tunene, lê di pratîkê de gavekê jî ji bo yekîtîyê navêjin. Here ez, were ez! Ê başe bavê min, madem wilo ye, wê kî bibe şivanê pez? Herkes. Herkes dibê yekîtî, lê dibê divê şinanê pez ez bim.

Axir…

Platforma Neyewî ya Kurd ji kesayetên nû, ji akademîsyen û kesayetên serbixwe pêk tê. Piranîya wan kadir û kedkarên nû ne, ne lewitî ne. Di danezana wan de jî dixuye ku dilêşên doza Kurd û Kurdistanê ne û dixwazin bi dilekî safî xizmetekê ji Kurdan re bikin. Û helbet di nav wan de hebûna ciwanan taybetmendîyek bi serê xwe ye.

Wê lotikvanên Platforma Neyewî ya Kurd karibin destê xwe têxin bin kevir, wê wêrek û bi cesaret bin, wê bi xwe bahwer û karibin û bixwazin bedelê bidin, nizanim. Lê damezirandina Platforma Neyewî ya Kurd gavek erênî ye, pêwîst û hewce ye. Di vê pêvajoya krîza nûnertîya siyasî de helbet heger her du platform karibin bê qeyd û şert li dora çend xalên sor yên netewî bên ba hev û bibin yek, bêguman wê asasê alternatîfek Kurdistanî bê danîn û zêdetir bibe cîhê bahwerîyê. Na heger nikaribin bibin yek, divê Platforma Netewî ya Kurd bêyî ku pişta xwe bi kesî girê bide, bêyî siyasetek bi wesayet û îcazet, bi wêrekî û bi cesaret xwe di nav civaka Kurd de bihûne û guh nede Xelo û Celo.

Bi vê minasebetê ez damezirandina Platforma Netewî ya Kurd pîroz dikim, serkeftinê ji wan re dixwazim.

 

About The Author