Diyar Baban

Apocîtî vîrûs e, ji vîrûsa Coronayê jî xerabtir, ji pençeşêrê dijwartir û ji kula Helebê jî girantir e. Her tiştê wan vir û derew e. Ji dîroka wan bigirin heta daxwazên wan, hemû ji bo xapandin û têkbirina nirxên Kurdan e. Ewên ku qaşo ji bo serxwebûna Kurdistanê derketibûn rê û zêdeyî sed hezar Kurd qurban kirin, îro li dijî serxwebûnê, mafên netewî û çandî derdikevin û destkeftîyên heyî jî ji bo bratîya dagîrkeran terxan kirin. Ne tenê paradîgmayên PKK û Ocalan, herweha hemû dezgeh û partîyên bi wan ve girêdayî jî bi heman nexweşîyê ketine û bê şerm û fedî rastîyê berovajî dikin, nirxên pîroz diherimînin. Yek ji wan jî helbet Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ye.

DBP, bi minasebeta 79 emîn darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed daxuyanîyek belav kir û bêrêzî li hemberî wî û armanca wî kir. Qazî Mihemed yê ku ji bo Kurdistanek serbixwe canê xwe feda kir û navê komarê kiribû Komara Mahabadê, ji alî lotikvanên DBP ve hat berovajî kirin û DBP got ku tekoşîna Qazî Mihemed ne ji bo dewletek serbixwe lê ji bo tunekirina paradîgmaya dewleta netewî bû. Yanî, Qazî Mihemed ne ji bo dewletek serbixwe lê ji bo tunekirina dewleta netewî tekoşîn daye.

Wulen oxlim!

Ma wateya „KOMAR“ê ne serxwebûn e? Ne azadîya herêmekê ye ye? Ne şêweyekî dewletê ye?

Ji bo ku hûn şerm û eyba serokê xwe û paradîgmayên wî yên neyarane bincil bikin, çima hûn nirxekî wek Qazî Mihemed dikin şirîkê xiyaneta xwe ya demokratîk heval!

Axir..

Di vê derbarê de nevîya (torina) Qazî Mihemed bersiva lotikên DBP da û ji Rûpel News ê re axivî.

Nevîya Pêşewa Qazî Muhammed Mandana Abrişmî, li hember daxuyanîya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) bêdeng nema û angaşta (îdîaya) DBPê rexne kir. Xaltîka me Mandana Abrişmî ji Rûpel Newsê re got: „Qazî Mihemed ne li dijî dewleta netewî bû. Qazî pêşengê dewleta Kurdî ya serbixwe û netewî bû. Min her tim ji dêya xwe, bav û xaltîkên xwe dibihîst ku Qazî ji bo dewletek serbixwe û netewî parêzvanî dikir. Wê demê, Rûsan (Yekîtîya Sovyetê) dixwestin ku Kurdistan beşek ji Azerbaycanê be, lê Qazî ev yek qebûl nedikir. Qazî nedixwest ku Kurd bindestê kesî bin; ne Azerbaycanan, ne ji Farisan, ne ji Tirkan, ne jî ji ti neteweyek din. Wî digot ku di navbera wan de ti ferq tune. Qazî dixwest ku Kurd xwedî dewletek serbixwe bin“ û wekî din.

Xaltîka me Mandana Abrişmî, bi berdewamî got:  „Ocalan ji bo Kurdantu gûyekî  naxwaze; ew otonomî, federasyon yan tiştekî din naxwaze. Ew dixwaze ku Kurd bi Tirkan ve girêdayî bimînin. Lê Qazî ji bo mijarên weha bi dewletên Îran yan Azerbaycanê re jî hevdîtin nekir; ji ber ku wî tenê Kurdistanek serbixwe dixwest. Daxwazên Öcalan li dijî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ne“ û dilê Kurdan hênik kir. Xaltîka me herî dawî got ku,  „Yê ku rêya Qazî didomîne Barzanî ye. Qazî ala Kurdistanê da Mela Mistefa, ew spart wî û jê re got: Ez tenê bi te bahwer dikim, tu yê vê rêyê bidomînî. Piştî Mela Mistefa, Mesûd Barzanî ev rê domand. Bi gotinek din, malbata Barzanîyan rêya Qazî didomînin“.

Werhasilî kelam, rastî bi vir û derewan nayê veşartin heval. Li şûna paradîgmayên xeyalî, piçekî exlaq û wîjdan bixwînin wî..

Mahabad

About The Author