Ehmed Beyan

Yek ji aqilmendên dewleta kûr ya Tirkîyê  Pro.Yalçin Kûçik koça dawî kir û bi cehnemê şa bû. Kûçik, yê ku ne tenê aqilmendekî dewleta kûr ya Tirkîyê bû, herweha mamoste û şêwirmandê Serokê PKK A. Ocalan jî bû û xizmeta heman armancê dikirin, armanca Kemalîstkirina Kurdan.

Kûçik, dijminê Kurdan bû, lê xwe di bin navê çepitî û pêşverûtîyê de vedişart. Ji bo Kurd ji hest û hişmendîya Kurd û Kurdistanî dûr bikevin û bibin neferek ji neferên Komara Demokratîk û Kemalîzmê, her tişt kir. Oxlim têra xwe neyartîya destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û Barzanîyan kir. Bi taybet bi rêya medya PKK hişmendîya Kemalîzmê di hişê gelek Kurdan de (bi taybet di hişê Apocîyan de) çand û ew ji fikra netew-dewletê (Kurd û Kurdistanê) dûr xistin.

Kûçik di medya PKK de gelek şagirtên Kemalîst yên Kurd perwerde kirin, ew kirin Kemalîst û medya PKK îro di destê wan Kemalîst û şagirtên Kûçik de ye. Kûçik yê ku digot, “min Kurdên Bakur ji Barzanîyan dûr xist û kir ku ji bo Komara Demokratîk xwe bidin kujtin”, bi merasîmek leşkerî hat definkirin. Ev jî baş nîşan dide ku Kûçik zilam û aqilmendekî dewleta kûr û neferekî artêşa Tirkîyê bû.

Gotinek heye dibêjin, “malê axê diçe, canê xulêm dêşe”.  Ev jî mesela me û Kemalîstên Kurd e. Ew Kurdên ku Yalçin Kûçik dikin taca serê xwe û şîna wî digirin, bêyî ku pê bihisin bûne parçeyek ji kiryarên Kûçik û beşek ji kiryarên dewleta kûr ya ku Kûçik xizmeta wê dikir.

Werhasilî kelam, Kûçikek mir ma gelekên din. Hêvîdarim aqûbeta Kûçik bê serê wan jî û Kurd rojek berî rojekê ji van qeyûm û peyayên dewletê rizgar bibin.

Enqere

About The Author