
Nûrî çelîk
Xwedê ji xeyni sê tiştan, her tişt daye Kurdan. Mêrxasî, comerdî, mêvanperwerî, wêrekî û cesaret, aramî (sebir), hestên berxwedanê û gelek tiştên din. Lê çi sedem e nizanim, tenê aqil, hestên netewî û hişmendîya tifaq û yekîtîyê nedaye wan. Belkî jî gava xwedê ev xislet, yanî xisletên aqil, hestên netewî û hişmendîya tifaq û yekîtîyê li xelkê belav kiribe, Kurd di xew de mabin û para xwe nesitendibin. Nizanim.
Tunebûn yan jî lawazîya aqil, hestên netewî û hişmendîya yekîtîyê tê wateya ku civak nikare li dora nirx, armanc û dîroka xwe ya hevpar bibe yek. Sedemên sereke yên vê rewşê û encamên neyînî yên ku rê li ber van vedikin helbet gelek in. Lê yên sereke: Berjewendîyên şexsî, malbatî, komî û siyasî. Lawazbûna girêdana navbera civakê û rabirdûya wê ya hevpar, dîrokî û nirxên çandî. Tunebûna perwerde û entegrasyonek navxweyî (ji ber tunebûna dewlet û sazîyên dewletê).Ji bo pêşerojê tunebûna vîzyonek hevpar û sazîyên civakî û netewî. Tunebûna yekîtîya siyasî û pê ve girêdayî tunebûna yekîtîyek civakî û hevpar.Windakirina bahwerî û şikestina hêvîyê. Têkçûna armancên sereke û xurtbûna nakokîyên navxweyî.
Û gelek sedemên din.
Her çiqasî çareserîya van sedem û pirsgirêkên jorîn, bi avakirin û xurtkirina hişmendîya netewî, bi siyaset û polîtîkayek perwerdeya netewî û berfireh, bi misogerkirina dadmendîya civakî û exlaqî, bi paraztina nirxên çandî û hevpar û bi paraztina nirx û berjewendîyên netewî ve girêdayî bin jî, îro rewşa ku em tê de ne rê û destûrê nade ku ev nakokî û pirsgirêk bên çareserkirin. Nakokî û dijberîyên ku bi dehê salan ajotine, şer û pevçûnên ku bi dehê salan rû dane, neyartî û berberîya ku bi sedê salan Kurd ji hev re kirine dijmin, di çareserkirina van nakokîyan de rolek sereke dilîzin. Ji xwe îdeolojî û paradîgmayên dûrî nirxên civaka Kurd, bûye zêdebûna ser kezebê û nîfaqa di nava Kurdan de kûrtir kiriye. Van sedeman hiştiye û dihêle ku Kurd nebin milet, nebin xwedîyê hest û hişmendîyek netewî û nebin yek. Van sedeman hiştiye ku berjewendîyên şexsî, malbatî, eşîrtî û siyasî derkevin pêş û rê li ber berjewendîyên netewî û yekîtîyê bigirin. Her çiqasî di parçebûn û neyekrêzîya Kurdan de sedemên biyanî û derveyî hebin jî, sedemên herî mezin nakokî û pirsgirêkên navxweyî ne.
Destkeftîyên ku li Başûrê Kurdistanê hatibûn bidestxistin, federalîzm, hêvîyek mezin dabû me Kurdan, hêvîya yekkirina hêzên pêşmerge, hêvîya tifaq û yekrêzîya hêzên Başûr û hêvîya pêşeroja Kurdistanê. Amerîkayê bi salan alîkarîya aborî, perwerdeyî û siyasî da hêzên pêşmerge. Bi salan daxwaza yekrêzîya hêzên pêşmerge kir, ji PDK û YNK xwest ku artêşek netewî saz bikin, desthilatîyek hevbeş û xurt saz bikin da ku ev yek pêşeroja Başûrê Kurdistanê misoger bike.
Amerîka û hevpeymanên wê heman siyaset li Rojava jî meşand. Hewl da ku YPG ji PKK dûr bixe, bike hêzek serbixwe û ji bo vê jî Mazlûm Kobanî yê ku çawîşek bû, wek “General” payebilind kir. Hesabê Amerîka û hevpeymanên wê li ser Kurdan hebû û dixwestin di guhertina nexşeya Rojhilata Navîn de rol û cîhekî bide wan. Lê bizdonekîya Mazlûm Kobanê û Îlham Ehmed, zixt û gefên dewleta Tirk û paradîgmayên dijKurd yên A. Ocalan, hişt ku Mazlûm Kobanî û Îlham Ehmed bibin neyarê Amerîka û Îsraîlê û destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî DAÎŞ (Coloanî) û dewleta Tirk bikin. Ev veguherîn ne tenê bi desttêwerdana hêzên derve, di heman demê de bi xeletîyên stratejîk yên navxweyî pêk hat. Paradîgmayên dûrî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê, neyartîya li dijî destkeftîyên seranserê Kurdistanê, çîroka bratîya gelan û Entegrasyona Demokratîk hem destkeftîyên Kurdan têk birin, hem jî plan û proje û hêvîyên ku Amerîka û hevpeymanên wê ji Kurdan dikirin, beravêtî kirin. Evê yekê (belkî jî vê xiyanetê) DAÎŞ û serokê wê Colanî wek alternatîfa herî xurt pêşkêşî Amerîka û hevpeymanên wê kir. Ji bo Amerîka û Îsraîlê DAÎŞek bi îstîqrar û cesaret ji Kurdên bizdonek û bêîstîqrar çêtir hat dîtin û pejirandin. Bakurê Kurdistanê hem bi destê Ocalan û PKK û hem jî ji bêferasetîya partîyên derveyî PKK ji xwe hat beravêtîkirin, hat têkbirin. Emê behsa Bakur nekin. Rojava jî hat firotin û têk çû. Mijara herî girîng îro Başûr û destkeftîyên wê ne.
Gotinek nivîskarê Alman Bertolt Brecht heye, dibêje: “Xeletîya ku bi nezanî tê kirin, şaşîtî ye. Xeletîya ku bi zanebûn tê kirin, xiyanet e”.
Hêzên Rojavayê Kurdistanê, ENKS, HSD, PYD, YPG û ewên din, bi zanebûn ketin nava gelek şaşîyan û bûn şirîkê firotina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê. Yanî, li gor Bertolt Brecht xiyanet kirine. Gelo wê partîyên Başûr, serok û merokên wan jî bibin şirîkê firotina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê, nizanim. Dixuye ku heger bi vê rewşê û bi vê siyaseta duserî biçe, wê heman pelûla Rojava bi serê wan de jî birije.
Nûnerê Donald Trump Tom Barack yê Ereb, piştî ku bû yek ji firoşkarê Rojavayê Kurdistanê û xizmetek baş ji dewleta Tirk re kir, niha jî ji alî Trump ve wek Nûnerê Sûrîye û Iraqê hat destnîşankirin. Û daxuyanîyên Tom Barack yên li ser Iraqê mizgînîyek xêrê nade Kurdên Başûr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Çawa ku li Rojava HSD û YPG entegreyî nava Artêşa Sûrîyê (Artêşa DAÎŞÊ) kirin, çawa ku destkeftîyên heyî firotin û Kurd bê statu hiştin, îro heman xeter li pêşîya Başûr e jî. Daxuyanî û hewldanên Tom Barack vê yekê nîşan didin.
Wek min li jor got, çawa ku neyekrêzî û bêtifaqîya Kurdan bû sedema firotina Rojava, heger wilo bidome û di demek nêzîk de artêşek netewî (yekrêzîya hêzên pêşmerge), hikûmet û herêmek yekgirtî pêk neyê, dibe ku heman aqûbeta Rojava bê serê Başûr jî. Û bêguman wê sûcdar û berpirsên vê yekê jî PDK û YNK, Barzanî û Talabanî bin. Xiyanet ne tenê firotina Kerkûkê ye. Bêdengî, bêhelwestî û sersarîya li hember her têkçûna destkeftîyên netewî xiyanet e. Di dema îro de her cûre parçebûn, parçekirin, berberî û neyartîya ku xizmetê ji dijmin re bike, xiyanet e. Li her çar pênc beşên Kurdistanê jî wilo ye. Lê ji ber ku destkeftîyên Başûr îro ketiye pêvajoya têkçûnê, bi taybet PDK û YNK, Barzanî û Talabanî ji heman şaşîyên ku wan bikin şirîkên xiyanetê dûr bikevin.
Di vê dema ku Donald Trump û nûnerê wî Tom Barack hewl didin destkeftîyên Başûrê Kurdistanê têk bibin û wek ku li Rojava kirin pêşmerge entegreyî Artêşa Iraqê bikin, divê nakokî û berjewendîyên xwe deynin alîyekî û li dora destkeftin û berjewendîyên netewî bên ba hev. Bêyî ku di bin tirs û bandora Tirkîyê (PDK) û Îranê de (YNK) bimînin, berjewendîyên netewî ji wan re xeta sor be. Yan na, ji qewla Bertolt Brecht ve, wê her xeletîya ku bi zanebûn bê kirin, xiyanet be û hûn sax

Bela Kurdan li wî jî ket
Ufuk Uras da bin dûvê çepên Tirk
Piştî tirê kezîkurê