Zinar Qelemşûr

Karsaz û dewlemendê Tirkîyê Rahmî Koç, li bajarê Izmîrê, di vekirina nexweşxaneyekê de pêkenokek li ser jina Kurd got û wer nîşan da ku jinên Kurd doxînsist û bênamûs in. Li ser vê pêkenoka wî gelek Kurd û heta bi Tirk û nîjadperestên wan jî nerazîbûn nîşan dan û xwedî li jinên Kurd derketin.

Rastîya pêkenokê ne wek ku Rahmî Koç gotibû. Ev serpêhatîyek kevn e ku di pirtûka dîroknasê Kadikoyê Dr. Mufit Ekdal de hatiye nivîsandin û tê de behsa serpêhatîya Dr. Mahmut Ata Bayata dike. Dr. Bayata dibêje ku rojekê jinek gundî û bi çarçef tevî mêrê xwe hatiye serdana wî û heman serpêhatîya ku Rahmî Koç gotiye, dibêje. Rahmî Koç tenê navê jinika bi çarçef û sergirtî kiriye „Kurd“. Lê di serpêhatîya Dr. Bayata de nav derbas nabe, nabêje jinik Tirk e yan Kurd e, yan jî filankes e.

Axir…

Belkî Rahmî Koç, ku di salên 70î de jina wî Çigdem Koç terka mêrê xwe Rahmî Koç û 3 zarokên xwe kiribû û revîyabû cem dostikê Haldun Simavî (hevalê Rahmî Koç) û namûsa Rahmî Koç kiribû pênc pere, ew di nav xelk û alemê de rezîl û riswa kiribû. Xuyaye Rahmî efendî ev bênamûsî ji bîr kiriye ku rabûya zimandirêjîya jinên Kurd dike û kerbê dêlika jina xwe di serê jinên Kurd re derdixe.

Mesele ne zimandirêjîya jiên Kurd e. Heger wilo be, A. Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê Divê Mirov Çawa Bijî (Nasil Yaşamali) cild 1 rûpel 91 de ji Rahmî Koç zêdetir zimandirêjîya jinên Kurd dike û wan piçûk dixe, wan rezîl û riswa dike. Lê kesî heta niha bi qasî tohmeta Rahmî Koç A. Ocalan rexne nekiriye û nake. Yanî, evên ku Rahmî Koç şermezar dikin durûtîyê dikin. Li hember Koç erê lê li hember heqaretên Ocalan bêdeng dimînin.

Werhasilî kelam, Rahmî Koç texmîna ku wê evqas Kurd û Tirk li hemberî gotinên wî rabin û wî di çapemenîyê de bikin qirdik, nekiribû. Her çiqasî Rahmî Koç piştre lêborîna xwe ji Kurdan xwest û tifa xwe alast jî, êdî hasil gîhabû Mûsilê û di awira gelemperî de rezîl û riswa bû.

Asasen li vir divê em spasîya Rahmî Koç bikin. Heger Rahmî Koç ev pêkenok li ser jinên Kurd negotiba, belkî evqas piştgirî ji bo Kurdan çênebûba û Kurdan jî helwestek wilo tund li dijî Rahmî Koç nîşan nedana.

Divê neyê jibîrkirin, her gotin, her helwest û her kiryarên ku Kurdan pê piçûk dikin, di hest û mejîyê Kurdan de hişyarîyekê çêdike û piçekî be jî wan bi ser xwe ve tîne, wan dihejîne, hestên Kurdewarî bi wan re xurttir dike.

Ji ber vê, em spasîya Rahmî Koç dikin ku ev pêkenok got û gelek Kurd ji xewê veciniqandin. Piçekî be jî, bi pêkenoka Rahmî Koç gelek Kurdan cilika bênamûsîyê ji ser xwe avêt û bi xwe hay bûn wesselam..

 

Stenbol

About The Author