
Ji her kesî re dewlet, ji Kurdan re na.
Ji her kesî re ziman, ji Kurdan re na.
Ji her kesî re heq û hiqûq, ji Kurdan re na.
Ji her kesî re azadî û brayetî, ji Kurdan re na.
Û gelek quzilqurtên din.
Ji çep û repên wan bigirin heta bi rast û xwarên wan, ji oldar û misilmanên wan bigirin, heta bi diz û zinêkarên wan. Ji qûnek û qûndeyên wan bigirin, heta bi kîralês û quzalêsên wan. Ji gû û rêxên wan bigirin, heta bi serkul û bişkulên wan. Hema ku mijar bû Kurd û Kurdistan, wek ker û çêlekên ku mozik bi wan vede, wek cinên ku çav li hezin bikevin, wek conegayên ku çav li paçên sor bikevin, hew we dît dan lotik û zîtirkan û dîn û har bûn. Ji wan re mirovatî, çepîtî, sosyalîzm, komunîzm, îslam, xweda û pêxember, ayetên xweda û quranê virt û vala ne. Çep û rastîtîyê ji bo xwe û berjewendîyên dewleta xwe bi kar tînin, oldarî û îslamê ji bo berjewendîyên xwe û dewleta xwe bi kar tînin, ji her kesî re rêz û mirovatî, ji Kurdan re bêrêzî û dijminatî. Ji her zimanî re rêz û hurmet, ji Kurdî re dikin qîr û qiyamet.
Hey min di we kiro, ma Kurd ne mirov in?
Hey min di çepîtî û sosyalîstîya we kiro, ma çepîtî û sosyalîzm neyartîya Kurd û zimanê wan e?
Hey min di oldarî û misilmantîya we kiro, ma di ayetên xweda û quranê de neyartîya Kurdan heye?
Hey min di bext û wîjdanê we kiro, ma hûn ne bi xêra kîrê Kurdan bûn dewlet, bûn mîr û wezîr, bûn serok û wekîl?
Ma we Kurd di ser keç û jinên xwe de dîtine ku hûn li Kurdan tên xezebê oxlim?
Ji berê de gotine bextê Romîyan tuneye, nanê wan li ser kaba wan e. Tew evên ku wek qantiran ji dola kerê ne, evên ku dolheram in û kez nizane bê bezê bin guhê bavê wan ji ku ye, ji herkesî zêdetir neyartîya Kurdên xwelîser dikin. Belkî jî em Kurdên xwelîser û ehmeq misteheqê vî tiştî ne. Yên ku wan li pişt û kolîna xwe dikin em in. Yên ku wan dixin şûna insanan em in. Yên ku wan dikin serok û rêber, berdevk û nûner, em in. Yên ku kurtanê wan li xwe dikin, em in. Yên ku hefsarê xwe dixin destê wan, em in. Yên ku xwe û welatê xwe, ziman û nirxên xwe dikin bi qurbana wan û zimanê wan, em in. Yên ku ji bo gon û nîhandinek keç û jinên wan kesayetîya xwe, nirxên xwe, ziman û nasnameya xwe înkar dikin, em in. Yên ku xwe li hember wan piçûk, bêşexsîyet, bêxîret dibînin û xwe li ber lingên wan dikin cilik û qerpal, em in. Yên ku bi hejmara xwe ji nîvê dewleta Romê zêdetir in lê bûne koleyên çend qûnbigûyên Romî û çeqilmast, em in.
Û hezar quzilqurtên din.
Îcar qurban, miletê ku bûbe evîndarê celadê xwe, miletê ku her tiştê xwe li ser zik û berzikê xwe bike û tew tu dar û qeraseyan têxe qûna wî dîsa jî dengê xwe neke, ma ne misteheqê her tiştî ye?
Hema li rewşa her çar-pênc parçeyên Kurdistanê binerin hûnê fêhm bikin bê ez çi dibêjim û hew..
Mêrdîn

Bela Kurdan li wî jî ket
Ufuk Uras da bin dûvê çepên Tirk
Piştî tirê kezîkurê