Ehmed Beyan
Çi dolheram, bîjî, zinêkar, diz û berdoşek hebe kirine qeyûmê ser serê Kurdan. Çi nîjadperest û sosyal şoven û sosyal faşîstek hebe, kirine qeyûmê ser serê Kurdan. Ewên ku di taxa xwe de nikare bibe muxtar, ewê ku di gundê xwe de nikare bibe gavanê keran, bi paraşûtê daxistine ser serê Kurdan û kirine serkêş û berdevkên me. Çepên Tirk, ewên ku ji civaka xwe jî rêz û giranîyekê nabînin, ewên ku di civaka xwe de bi qasî pîvazek xirabe jî payedar nabin, bi saya serê Kurdên ehmeq bûne wekîl, dibin wekîl û bi ray û dengê Kurdan neyartîya nirxên Kurd û Kurdistanê dikin.
Helbet ev yek bi plan û projeyên Muxtarê Îmralîyê û bi şîret û şêwirmendîya dewleta Tirk dibe. Kurdên welatparêz ji partî û dezgehên Kurdî tên dûrxistin û li şûna wan peya û nokerên dewletê tên bicîhkirin. Yek ji wan jî koçberê Yugoslavî û Serokê Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) Erkan Yusoviç (Baş) û çend dûvikên pêre ne.
Heger hûn bala xwe bidinê, piranîya evên ku neyartîya Kurdan dikin ne Tirk in, koçberên vir û wir in, zarokên vî û wî ne. Yan Yugoslav in, yan Arnavût in, yan Bûlgar in, Yan Ermenî û Rom in û gelekên din in. Ji xwe li Tirkîyê hejmara Tirkên resen bi qasî tilîyên destan e. Yên ku desthilatdarî xistine destên xwe bi piranî ne Tirk in, dewşîrme û çeqilmast in. Û ev garana dolheraman ji bo desthilatdarî û meqamên xwe winda nekin, bi navê Tirkayetîyê neyartî û dijminatîya Kurdan dikin. Û mixabin gelek caran vê yekê jî bi destê Kurdan dikin. Kurdan bi destê Kurdan didin kujtin, doza Kurd û Kurdistanê bi destê Kurdên xwefiroş pûç û têk dibin. Û em Kurdên ehmeq û xwelîser jî dek û dolabên ku dewleta çeqilmastan bi destê Kurd yan nîvKurdên xwefiroş li serê me digerînim nabînin.
Serokê TÎPê Erkan Yusoviç (Baş), ewê ku çavên wî hewl in û şaşomaşo dinere, (çi hikmet be hinek serokên me jî çavhewl in û şaşomaşo dinerin) çima ku gotiye “ Emê piştgirîya namzedekî ku zimanê wî yê zikmakî ne Tirkî be (Ji bo namzedê serokkomarî yê Partîya DEMê) nekin“, bûye wek golikê beş û Kurdên xwelîser ha ha êrîşî çavhewlo dikin.
Wulen oxlim!
Ma ne hûn bûn yên ku ev çeqilmast û qeyûmên dewletê bi dengê Kurdan kirin wekîl? Ma ne serokên we ne yên ku mafên kulturî jî li Kurdan heram dikin? Ma ne wekîl û rêberên we ne yên ku di meclîsa virqo de doza perwerdeya bi zimanê Kurdî nakin. Ma ne hûn in yên ku îradeya xwe xistiye destê çep û Kemalîstên Tirk? Çima hûn hesabê vê xwelîserîyê ji xwe napirsin lê hûn êrîşî Erkan Yusovîçê ku we bi xwe kiriye zilam, dipirsin.
Werhasilî kelam, evên ku di bin navê Demokratîk Cûmhûrîyet, Bratîya Gelan, Bratîya Gur û Mîhê, Bratîya Rovî û Mirîşkan, Bratîya Mişk û Pisîkê de neyartîya Kurd û Kurdistanê dikin, tu ferqa wan û sosyal faşîstekî wek Erkan Yusovîç, Seda Kadigîl û ewên din ji hev tuneye. Qe nebe ew xwe venaşêrin. Lê evên ku bi navê Kurdayetîyê û li ser navê Kurdan neyartîya Kurd û Kurdistanê dikin û bûne dergevanên sînorên dewletên dagîrker, aha neyarên asasî ew bi xwe ne û xelas…
Enqere

Bela Kurdan li wî jî ket
Ufuk Uras da bin dûvê çepên Tirk
Piştî tirê kezîkurê