Ewên ku berê behsa Kurdistanê dikirin, niha behsa „navekî hevpar: *Tirkîyeyîyê*“ dikin. Ewên ku berê behsa mafên netewa Kurd dikirin, niha pêşerojek bê netewbûn, bê nasname dikin û nirxên miletê Kurd belaş û pir bi erzanî difiroşin. Ew vê yekê wek „pêvajoya çareserîyê“, pêvajoya haştî û demokratîkbûnê bi nav dikin. Lê newêrin bêjin, newêrin bêjin ku tiştên ew dixwazin ji bo Kurdan „Xiyanetek Demokratîk“ e.

Wek hûn dizanin, HDP û bermayê wê DEM Partî bi daxwaza Ocalan û bi destûra MÎTê

Hat damezirandin. Wezîrê dewletê û Beşîr Atalay rasterast ji çapemenîyê re eşkere kiribû ku HDP partîya wan e û wan ew daye damezirandin. Ji wê rojê û heta îrom kesî gotinên Beşîr Atalay înkar nekir û li dij derneket. Ê baş e, partîya ku dewletê û MÎTê damezirandibe, wê rêvebir û serokên wê kî bin? Helbet wê qeyûmên dewletê û zilamên MÎTê bin. Welatperwerên Kurd ji rêveberîya HDP û DEMê hatin dûrxistin û îro hefsarê DEMê di destê Tirkan û peyayên dewletê de ye. Ocalan dihevdîtinên Îmralîyê de belasebeb ji bo DEMê nedigot „taximê mejî Tirk in, lingên wê Kurd in“.  Yanî Tirk serkêş û rêvebîr, Kurd jî ling û kurtanên wan in. Ji ber vê jî, rêvebirên DEMê tucarî doz û daxwazên ziman, nasname û mafên netewî ji bo Kurdan nekirine û nakin jî. Heta ji wan tê dixwazin Kurdan bi dewletê ve pîne bikin û wan di nav çerxa dewletê de asîmîle û tune bikin. Ji xwe ev pêvajoya xapînok û quzilqurt jî ji bo vê yekê ye.

Hevserokên DEMê li gor daxwaz û fermanên Muxtarê Îmralîyê û MÎTê êdî xiyaneta xwe ya demokratîk venaşêrin, rasterast dibêjin ku armanca wan Tirkayetî û Tirkîyeyîbûn e. Berî çendakê Cemîl Bayik ji medya PKK re pir vekirî gotibû ku ji bo wan dûrişma serxwebûnê tenê taktîk bû. Yanî ji bo Kurdan bi dûrişma serxwebûnê bixapînin û wan qir bikin. Encama şerê 45 salan gotinên Ocalan û Cemîl Bayk hatin sepandin û êdî zelal û eşkere ye ku Ocalan û PKK ne ji bo azadîya miletê Kurd û Kurdistanek serbixwe lê ji bo berjewendîyên dewleta Tirk derketine holê.

Hevserokê DEMê Tuncer Bakirhan (ku tê gotin xwarzîyê kevneserokê MÎTê û Şêwirmendê Devlet Bahçelî Şengal Atasagun e) li meclîsê, di axavtina civîna partîya xwe de, nêt û armanca partîya xwe pir zelal anî ser zimên û got:

Navê hevbeş Tirkîyeyîbûn e.

Tirkîyeyîbûn, yanî înkar û tunekirina mafên netewî, înkar û neyartîya Kurdistanek serbixwe.  Aha encam û destkeftîya ku Ocalan û PKK ji bo Kurdan bi dest xistiye, ev e. Tirkîyeyîbûn!

Ez serê we neêşînim gurçikno, ji qewla Ehmedê Xanê, Kurd mane di hikmeta xwedê da. Û ji qewla Seydayê Tîrêj ve, Çar hawîr me diz û keleş in tev dane dijmin, me ji hev diqetînin bir bi bir heyf û mixabin.

Çarenûsa me ketiye destê çeqel û keftaran û her roj parçeyekî ji laşê me dixwin. Ji ber şêr li meydanê tunene û şêrên heyî jî bûne pisîk, emê çawa ji vê teqana gû û rîxê derkevin, ez jî nizanim allahwekîl.

 

Stenbol

About The Author