Pişo Mihemed
Romîyên çeqilmast dixwazin sporê jî ji bo nîjadperestîya xwe bi kar bînin û wek xwe bêqîmet û dolheram bikin. Lê nîjadperestîya wan di qirika wan de dimîne û dibe sebeb ku di sporê de jî têk herin û heta bi qurmik bi haletê Sofî Xelet bigirin.
Di Kûpaya Cîhanê ya 2026an de Romîyên çeqilmast rabûn ser tapanan û dîsa dest bi propagandayek Romîkî û nîjadperestî kirin. Bi xewn û hêvîya ku bibin şampiyonê cîhanê rabûn û razan. Lê piştî li hember Paraguay pê girtin û teqinîn, ji mêranî û qidûm ketin û li ser dûvê xwe rûniştin. Yanî, hatibûn heyfa bavê lê qûna dê jî li ser kirin û pîs pîs vegerîyan welatê xwe.
Piştî ku nepoxa wan fisiya û li cîhanê rezîl û riswa bûn, îcar Romî di medya civakî de xwe bi xwe pev ketin û dîsa xwe rezîl û riswa kirin. Ji xwe mirovên rezîl dawîya wan jî rezîltî ye û ji rezaletê xilas nabin.
Ez serê we neêşînim, dibêjin qenc di qencîya xwe û xirab di xirabîya xwe re derdikevin. Romî bi xirabî û nîjadperestîya xwe rezîl bûn, Kurd jî bi Denîz Undav di qencîya xwe re derketin wesselam.
Amed

Bela Kurdan li wî jî ket
Ufuk Uras da bin dûvê çepên Tirk
Piştî tirê kezîkurê