
Wek hûn zanin, hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demîrtaş wek hemû parlementeran xwedîyê parêzbendîyê bû. Dema ku Kemal Kiliçdaroglu yê serşûnik serokê CHP bû, pêşniyazek hat parlementoyê û daxwaz hat kirin, parêzbendîya parlementerên ku di derbarê wan de doz hatiye vekirin bê rakirin da ku ew parlamenter bên darizandin. Wî çaxî CHP jî deng da rakirina parêzbendîyê û piştî demekê Demirtaş hat darizandin û ew di qulika girtîgehê de bi cîh kirin.
Rakirina parêzbendîyê û girtina Demîrtaş li hesabê gelekan dihat. Di serî de Erdogan û Kilçdaroglû, li hesabê Ocalan û hinek wekîl û rêvebirên HDP jî dihat. Ji ber Demîrtaş bûbû kelemê çavên hemûyan û alternatîfek herî xurt. Her çiqasî belqitîyo derfeta ku ketibû destê Kurdan beravêtî û pûç kir û ji Erdogan re got emê te nekin serok jî, Erdogan bû serok û li şûna Kurdan (HDP) MHP û Bahçelî bûn şirîkên desthilatdarîyê. Helbet ev jî plan û projeyek ji yên Ocalan û dewleta Tirk bû. Bi vê plan û projeyê nehiştin ku Kurd bibin şirîkê desthilatdarîyê û hinek mafên xwe bi dest bixin. Demîrtaş jî bi zanîn yan nezanî hat lîztika çep û Kemalîstên Tirk û ket xefika wan. Îro jî cerem û sûcdarîya wê xeletîya xwe dikşîne û bi vê yekê jî HDP ji çep û Kemalîstên Tirk û Ereb, ji peya û qeyûmên MÎTê re ma. Û ew jî îro di bin sîwana DEMê de neyartîya heq û hiqûqê miletê Kurd, neyartîya ziman, nasname û doza Kurd û Kurdistanê dikin, bi fermanên Ocalan û MÎTê Kurdan manîpûle û entegreyî dewleta Romê dikin.
Axir, wek dibêjin tiştê çû nedin dû.
Di derbarê rakirina parêzgerîya Demîrtaş de bi salan CHP û serokê wê Kiliçdaroglû hatin û tên sûcdarkirin. Lê wekîlê HDP Ayhan Bîlhen qûna reş û spî derxist holê û eşkere bû ku ne tenê CHP û Kiliîdaroglu, lê HDP û wekîlên wê yên wek Pervîn Bûldan, Îdrîs Baluken û gelekên din jî deng dane rakirina parêzgerîya Demîrtaş. Yanî gelek ji wekîlên HDP û DEM a îro, bi gur re dikujin, bi şivên re dixwin û bi xwedî re şînê digirin. Derket holê kui ev dolheramên ku îro li ser Demîrtaş hêsrên beqê dibarînin, ji bo girtina wî xebitîne. Ayhan Bîlgen belgeya ku HDP ji bo rakirina parêzgerîya Demîrtaş daye meclîsê weşand û ji wan re got: „Bêheysitîyê nekin oxlim, di vê biryarê de îmzeya me hemûyan hebû“ û da bin dûvê serok û elokên HDP û DEMê.
Ji xwe Demîrtaş di hevpeyvînek xwe de behs kiribû û gotibû: “Ez dizanim, hinek hevalên min yên nava HDP (DEM a îro) jî naxwazin ez bêm berdan“. Wî jî dizanîbû ku ji alî Ocalan û hevalên wî ve dek û dolabek li serê wî hatiye gerandin. Lê wek dibêjin, heta me xwe nas kir me temen xilas kir. Demîrtaş mesele dizanîbû, rastîyê dizane. Lê dîsa jî biaqil nebûye û bi navê bratî û demokrasîya Tirkîyê rûn li ser nanê neyarên xwe dike.
Êêêêêê…
Kurmê darê ji darê ye brako…
Amed
Ha ji we re belge:


Bela Kurdan li wî jî ket
Ufuk Uras da bin dûvê çepên Tirk
Piştî tirê kezîkurê