Nûrî çelîk

 

Yek bi yek diweşin wek pelên dara payîzê, xewn û xeyal vedimirin, hêvî dişikin, wek derbên xincerê li ser kezebê disekine gava xewn û xeyal, hêvî û armanc pişta xwe didin mirov. Mirov ji darekê dikeve, di bîrekê werdibe, ji zinarekî ber bi newalekê digindire gava dostanî, hevaltî, merivantî, xwedîtî, exlaq û wîjdanê civakî têk biçe. Û ji her tiştî wêdetir, mirov bi saxî dimire gava nirx û armancên pîroz, ewên ku mirov di ber de her bedelên giran daye, bên binpêkirin û ji holê rabin. Jê re mirina bi saxî dibêjin, êşkenceya bêsînor, mirina ji mirinê girantir dibêjin.

Hevaltîya ku me dizanîbû ne ev bû, xwedîtî û dostanîya ku me dizanîbû ne wilo bû. Xewn û xeyalên ku me dikirin ne malwêranîya îro bû. Hêvîyên me mezin, armancên me ji çiyayê Ararat û Sîpanê bilindtir, evîna me ji evîna Mem û Siyamend mezintir û kûrtir bû. Lê piştî ku mirov rastîyê dibîne, qidûm dişike, ziman lal dibe, guh nabihîze, çav kor-xumamî dibe û meriv xwe wek sêwîyekî bê dê û bav û bi tenê dibîne. Dibe wek darek ji darên payîzê, dibe wek pelek ji pelên zerbûyî û bêhemdî xwe ji dara xwe diweşe.

Em zarokên gundekî bûn, hevalên bajarên cûrbecûr bûn, tekoşerên doza welatekî bûn. Hinek terk û dinya bûn, li welatên biyanî binax bûn. Hinek derketin serê çiyê, hinek man gelek winda bûn. Hinek hatin girtin û ji dojeha zindanên neyar nîvmirî derketin. Hinek radest bûn û ji doza xwe dûr ketin. Û gelekan jî bi xîret û şerefa xwe li ber xwe dan û peşkên xiyanetê li doza Kurd û Kurdistanê nexistin. Erê pak man, bi tenê man, belkî bê dost û heval û hogir man,  lê kesayetî û îradeya xwe binpê nekirin û nedan binpêkirin.

Lê mala xêrnexwazan bişewite. Xewn û xeyalên me, hêvîyên me, doza ku me her bedelên giran di ber de dabûn, beravêtî kirin û civakek dûrî exlaqê Kurdayetîyê afirandin. Ne zima hiştin, ne nirxên netewî, ne dostanî û ne jî xwedîtî û merivantî. Civakek biyanî, berjewendperest, diravhez û aloz. Êdî heval ne heval in, dost ne dost, xwedî ne xwedî û ked û berdêlên ku hatine dayîn ji buhayê pîvazekê bêqîmettir in. Nirxên ku mirov xwe li ser dida kujtin, bûye henekpêkirin ev yek dihêle ku kedkar û berdêldayên doza Kurd û Kurdistanê di qalikê xwe de bişewitin û wek sêwîyekî bêkes,wek pelek ji pelên zerbûyî ji dara payîzê biweşin. Yan ji darê biweşin, yan jî xwe ji pir û zinarekî bavêjin û dawîyê li jîyana xwe bînin.

Kedkarê doza Kurdistanê, yek ji berxwedêrê zindana Amedê Dawûd Henar, wek gelekan ji me, sêwîyekî ji sêwîyên salên 70-80î bû. Dibêjim sêwî, çunkî ewên ku di salên 80î de bi kesayetî, bi exlaq û rabûn û rûniştinek Kurd û Kurdistanî perwerde û mezin bûbû, sêwîyên bêexlaqî û alozîya civaka îro ne. Ne tenê sêwî, em bi exlaq û perwerdeya xwe ya Kurdayetîyê bûne biyanîyê vê civaka têkçûyî jî. Hem em bûne biyanîyên civakê, hem jî civak me qebûlî nav xwe nake. Ne kesayetîya me li hev dike, ne jî exlaqê me yê siyasî û Kurdistanî. Ev civaka ku bi destê xêrnexwaz û neyarên Kurdistanê hatiye beravêtî û sewsîkirin, ji me kesên mexdûr û cefakarên zindana Amedê re bûye zindanek duyem û bi têkçûna exlaqê siyasî û Kurdayetîyê êşkenceyek ji êşkenceyên zindana Amedê girantir bi me tê kirin.

Wek gelekan ji me Dawûd Henar jî bû mexdûrek ji mexdûrên vê civaka têkçûyî. Bû mexdûrê durûtî û nebaşîya meriv û xwedîyên xwe, bû mexdûrê durûtî û alozîya siyaseta Kurdî, bû mexdûrê xewn û xeyalên têkçûyî, bû mexdûrê hêvîyên şikestî û gelek sedemên din. Bi kurtî, bû mexdûrê têkçûn û têkbirina doza Kurd û Kurdistanê. Û gelek Kurdperwerên hêja wek kekê Dawûd azadîya xwe di terikandina vê civaka têkçûyî de dîtin. Yan wek pelekî çilmisî ji dara xwe weşîyan, yan jî dawî li jîyana xwe anîn û qîma xwe bi jîyana di vê civaka gemarî de neanîn.

Piştî 20-22 salên zindanê, piştî ewqas êşkenceyên giran û berxwedanê, xwekujtin, ango întîxar, di asasê xwe de protesto û şermezarkirina civaka Kurd ya têkçûyî ye, protesto û rûreşkirina siyaseta Kurdî û rewşa partîyên Kurdistanî ye, protesto û rûreşkirina jîyana bêrûmet û hest û helwesta derûdorê ye.

Bi koça hevalê xwe yê zindanê Dawûd Haner bêguman pir xemgîn bûm, pir êşiyam. Hê zû bû, xwezî neçûba. Lê carna jî dibêjim belkî çûna wî ji neçûna wî bixêrtir bû. Çunkî mirina bi saxî ji mirina xwezayî girantir e.

Bela serê zarok û malbata wî û serê miletê Kurd sax be.

Cîhê wî bihuşta nûranî be..

About The Author