
Vir û derew ne bi heq in, belaş in. Ji ber vê jî vir û derewên bêsînor tên kirin. Virên ekolojîk û derewên demokratîk bûne mode. Pirêze zelal û vekirî ye. Gotin, plan û proje eşkere ne. Pratîk û kiryar mirêka gotin û teorîyê ne. Vir û derewên ku tên kirin tenê ji bo pakijkirin û rûsipîkirina hinek şexsan û ji bo xapandina Kurdan e. Wekî din hemû çîrok û çîvanok in.
Cîhgirê Hevserokê Partîya DEMê Tayîp Temel, li Amedê di konferansa zimanê Kurdî de gotiye: „ Rêber Apo gotiye ez li derve bûma wek prensîp minê nehişta ku yek zarok jî bêyî zimanê Kurdî mezin bibe„ û daye lotikan.
Ya star!
Ya star li vê virê, li vê derewê!
Kuro lao me rêber Xapo li derve jî dît, li hindur jî.
Me doh jî dît, em îro jî dibînin.
Em dibînin bê çi lotik û zîtirkên Tirkayetîyê davêje.
Ma ne ew bû yê ku digot: „Heke em Kurdistanê saz bikin jî emê 40 salî bi Tirkî baxivin? „
Ma ne ew bû yê ku digot: „Divê Kurd mafên kulturî jî nexwazin? „
Ma ne serok û rêberên we ne yên ku li çiya û berîyê bi Tirkî siyasetê dikin, xewn û xeyalên xwe bi Tirkî dibînin, Kurdan asîmîle dikin û wan dikin Tirk?
Ma Duran Kalkan, Mustafa Karasû, Riza Altûn, Figenê, Tulayê, Mişkê Binê Kayê E. Kurkçu, Sezaî Temelsîz, S. S. Onder û bi sedan serok û rêberên we ne Tirk in? Belê.
Ma ji dewletê zêdetir, sebeb û sersebebê ku Kurdên Bakur asîmîle dibin, ne hûn û siyaseta we ya bi Tirkî ye? Belê.
We kîjan rojê bi zarokan re bi Kurdî xeber daye cîgerim?
We kîjan rojê di Meclîsa Virqo de doza perwerdeya bi zimanê Kurdî kiriye, we çend pêşnûme dane meclîsê? Hêç.
Naxwe ev çi vir û derewên we ne babam..
Qe nebe gava we derewek kir bela bingeha wê hebe wî.
Bela piçekî derewek bi xwê be, ne kelê û xav be heyran.
Werhasilî kelam, me go berew belaş in û bi van vir û derewan dixwazin serok û rêberên xwe yên Tirkîperest di çavên Kurdan de pak û rûsipî bikin, şekir bi ser wan dakin û wan li ber dilê me şîrîn bikin.
Şar dûr e lê mişar ne dûr e ezbenî.
Piçekî wîjdan xalê Temel…
Amed

Bela Kurdan li wî jî ket
Ufuk Uras da bin dûvê çepên Tirk
Piştî tirê kezîkurê