Cemîl Cewher

Li dîroka wan binerin, hûnê bibînin ku her tiştên wan vir û derew e. Hûnê bibînin ku li ser keda hevalên xwe, li ser xwîna Kurdan çêrîyane û heta bi îro jî diçêrin. Dûrişmeyên serxwebûnê ji bo wan dûrişmeyek taktîkî û derew bû (Cemîl Bayik dibêje). Wan tucarî doza Kurdistanek serbixwe nekiriye (Nûrettîn Demîrtaş dibêje). Wan tucarî Kurdayetî nekiriye (Ocalan dibêje ez ji Tirkekî zêdetir Tirk im). Wan tucarî nirxên Kurd û Kurdistanî li ber çav negirtiye (Mustafa Karasu dibêje êdî  divê Kurd di cîhanek bê welat, bê jin û bê mêr de bijîn). Û bi dehan mînakên din.

Yanî ji xapandin û kujtina Kurdan, ji têkbirina doza wan, ji neyartîya Kurdistanek serbixwe pê ve tu armancek wan çênebûye û çênabe jî. Partîya ku li Enqerê û ji bo qirkirin û kontrolkirina Kurdan hatize sazkirin, incex karibe van kiryaran bike. Ji xwe ji bo Kurdan tiştekî xêrê jê nayê hêvîkirin.

Axir…

Serokê Kurdên xwelîser, Tirkê ku kes nizane bê bezê bin guhê bavê wî ji ku ye (ji qewla Osman Ocalan ve. Osman Ocalan di vîdeoyekê de dibêje: “Me pir lêkolîn li ser Duran Kalkan kir. Em nizanin Duran Kalkan kî ye û ji bo çi ketiye nava PKK“)  wek her carê dîsa lotikek ekolojîk avêt û derewek demokratîk kir.

Kalkan dibêje çi, di medya xwe de dibêje: “Heger pêvajoya demokratîk nebûya Tirkîye nikarîbû beşdarî Kûpaya Cîhanê ya Fûtbolê bibûya“ û daye lotikan.

Mêrik rast gotiye.

Heger pêvajoya demokratîk nebûya, wê Rûsya Atom bavêta Ûkraynayê.

Heger pêvajoya demokratîk nebûya, wê vîrûsa Koronayê dinya dagîr û qir bikira.

Heger pêvajoya demokratîk nebûya, Amerîka û Îran li hev nedihatin û wê şerê cîhanê yê sêyem dest pê bikira.

Heger pêvajoya demokratîk nebûya, wê Çîn û Hindistan ji bîrçîna bimirina, wê gaz û petrola binê erdê biçikiya û wê bi milyonan trimpêl bê mazot û benzîn bimana.

Heger pêvajoya demokratîk nebûya, Bakur û Rojava nedihatin firotin û xiyaneta demokratîk bi ser nediket.

Û bi sedan lotik û zîtirkên din yên ekolojîk, komunal û demokratîk.

Heger hûn bala xwe bidinê, evên ku ji Kurdan re kirine serok û elok bi piranî ne Kurd in, yan Tirk in, yan Ereb in, yan Ermenî ne. Ango qeyûmên dewletê ne. Li çiyê jî wilo ye, li berîyê jî. Şar dûr e lê mişar ne dûr e. Hema li serok û rêvebirên DEMê binerin hûnê rastîya plan û projeyên dewleta Romê bibînin.

Werhasilî kelam, Duran Kalkan abêmiz rast gotiye, kêm gotiye û zêde ne gotiye.

Bahwer bikin ez jî di heman fikirê de me.

Heger pêvajoya demokratîk nebûya, wêne û posterên MHP û Bahçelî li ser sûrên keleha Amedê nedihatin daliqandin heval…

 

Hewlêr

About The Author