
Wek hûn zanin, li bajarê evînê, (hinek dibêjin bajarê xiyanetê) ango li Silêmaniyê, di navbera Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK-Bafil) û Tevgera Nifşê Nû (Şaswar) de protokolek hevpeymanîyê bi navê „Hevsengî û Pêşveçûn“ hat îmzekirin. Piştî ku bi emrê xwedê û qewlê Mihemed mehra xwe birîn, bi dahol û zirne govenda zewaca xwe li dar xistin.
Hinek bi vê zewacê kêfxweş bûn, hinek jî dilreş bûn û ji Bafilê me hesidîn, gotin: „Siphalallah, Bafilê me çawa bûkek ewqas ciwan û bedew peyda kiriye“.
Werhasil…
Piştî seramonî û govend xilas bû, Bafilê me derket pêşberî kamerayên Chanel 8 û got: „ PDK dikare tev li zewac û hevpeymanîya me bibe. Lê bi şertê ku lêborînê ji miletê me bixwaze„ filan û fîstan.
Yanî, ji bo PDK beşdarî hevpeymanîya YNK û Tevgera Nifşê Nû bibe, divê lêborînê ji Kurdan bixwaze û bêje min tirşik xwar.
Ê baş e ya serok, ya Bafilê kurê Mam Celal, piştî firotin û xiyaneta ku we û şirîkên xwe li Kerkûkê kir, ma te û we lêborîn ji miletê me xwest kaka? Ew tirşik û lêborîna ku hûn dixwazin bi PDK bidin xwarin, ma we jî xwar? Na.
Êêêê, naxwe çima û bi çi rûyî hûn doza lêborînê li PDK dikin kaka?
Heger birastî hûn lêborînê ji miletê Kurd dixwazin, divê berî herkesî hûn lêborîna xwe bixwazin û piştre doza lêborînê li Xelo û Celo bikin canekem.
Tiştekî belaş nemaye heyran.
Her tiştek berdêlek xwe heye wî.
Kerkûk


Bela Kurdan li wî jî ket
Ufuk Uras da bin dûvê çepên Tirk
Piştî tirê kezîkurê