Pîrkemal
Siyasetmedar, akademîsyen û wekîlê berê yê Meclîsa Tirko Mehmet Ufuk Uras, ku bi xwe jî ji pêvajoya çep û repan tê, lotikek qerase li nav serê çeqilmastên Partîya DEMê xist û da bin dûvê çepên Tirk.
Bi salan e em û hemû Kurdên welatperwer dibêjin ku, heger ne ji deng û rayên Kurdên xwelîser be sosyal şoven û sosyal faşîstên Tirk nikarin bibin şivanê du mirîşkan, nikarin bibin muxtarên tarekê, ne dostên Kurdan e, Kemalîst û xizmetkarên dewleta xwe ne, kesî guh nedida me.
Siyasetmedar, akademîsyen û wekîlê berê yê Meclîsa Tirko Mehmet Ufuk Uras, ku bi xwe jî mirovekî çep e, carek din rastîya çepên Tirk eşkere kir û qûna wan belbelotî hewayê kir. Lê bê fêde ye. Ji ber ku HDP li Îmralîyê bi destê Ocalan û MÎTê (dewletê) hat damezirandin û DEM jî berdewamîya wê lotikê ye, gazind ji wan nabe. Plan û programên dewletê hene, plan û projeyên dewletê hene, û DEM jî li gor wan xwestek û plan û projeyên dewletê siyasetê dike. DEM û partîyên ek wê li gor van plan û projeyên Ocalan û dewletê tên birêvebirin, lîsteya siyasetmedar û wekîlên wê ji alî Ocalan û dewletê ve tên destnîşankirin û bi awayekî zanebûn û bi plan siyasetmedar û wekîlên Kurdperwer hatin dûr xistin û hefsar xistin destên çepên Kemalîst û sosyal faşîstên Tirk. Ocalan di gotin û hevdîtinek xwe de gotibû, „mejîyê DEMê Tirk û lingên wê Kurd in„. Aha rastîya meselê jî ev xwelîserî ye. Hefsar di destê Tirkan de ye û Kurdên xwelîser jî kurtanê kerên wan e. Bi deng û rayên Kurdên xwelîser dibin wekîl, heta bi mirinê dewlemend dijîn, li ser ked û xwîna Kurdan diçêrin, û tew dijberîya Kurd û Kurdistanê jî dikin.
Mehmet Ufuk Uras, bi qumaşê sosyal sovenên Tirk dizane, wan ji me baştir dinase û dizane bê çend mû bi qûna wan ve ne. Ji ber vê, ji çapemenîyê re dibêje: „Min ji destpêkê ve heman tişt ji rêvebirên Partîya DEM de re gotiye. Ez rast nabînim ku têkilîya bi çepgirên Tirk re bibe mijara kotayan. Bê guman têkilîyên horizontal û organîk dikarin di navbera aktorên siyasî de bên damezirandin. Lêbelê, têkilîya bi vanên ku nikarin bibin mextarên taxa xwe û ji hezar dengî incex dengekî werdigirin, ne têkilîyek saxlem û ne siyasetek rast e“ filan û wekî din.
Belê, heta bi Mehmet Ufuk Uras jî dizane bê çend mû bi qûna çepgirên Tirk ve ne. Û dizane ku bêyî deng û rayên Kurdan nikarin bibin muxtarên taxa xwe û nikarin rêvebirîya du mirîşkan bikin. Lê plan û proje ev in birêz Ufuk Uras. Tu jî dizanî û em jî dizanin ku plan û proje ji Muxtarîyeta Îmralîyê û ji Navendên Enqerê tên amadekirin û Dem jî li gor wê dema xwe berdide nav çaydana çayê.
Werhasilî kelam, ji salên 60î û heta îro çep û repên Tirko wek qijnikên qûna dewaran bi qûna Kurdan ve zeliqî ne û bernadin. Ewên ku di nav rêxistin û partîyên xwe. Li gund û taxên xwe nikarin bibin muxtarek bê aza, îro bi saya serê me Kurdên ehmeq û xwelîser bûne mîr û wezîr û şivantîya me dikin.
Belkî jî em Kurd misteheq in ma kî zane. Yan na çima wê xwedê ji me Kurdan bistîne heyran. Ma xwedê ne dijminê me ye û me jî çêleka wî ne dizîye..
Mêrdîn

Heqîyê şêbî
Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min
Messî û qumandan che guevara