Kevîn Kurdson

Ecêb e, çi kesê ku nêzîkî Kurdan dibe yan jî dostanîya Kurdan dike (her çiqasî berjewendî be jî) hew te dît belayek lê ket û mir. Ji qalohî û qidoşîya Kurda ye, yan hinekan nifir li Kurdan kiriye, nizanim. Lê ez dizanim, çi kesê ku dibe dostê Kurdan dêya wî tê gan û topek lê dikeve wesselam.

Heman aqûbet hat serê rebenê Lîndsey Graham jî. Senatorê Amerîkî Lîndsey Graham, ji roja ku dostanîya Kurdan kir xêr ji xwe nedît û nexweşîyan bela xwe jê venekir. Qalohî û qidoşîya Kurdan serê wî jî xwar û rebeno berê xwe da axreta gewrik.

Ne li ser bextê min be, li ser bextê fitne û fesadên Hewlêr, Enqere, Şam û Tehranê be. Hinek dibêjin, „Bi serê Şêx Trump paradîgmayên Ocalan û tirsonekîya Mazlûm Abdî û Îlham Ehmet ew nîvkujtî kiriye“. Hinek dibêjin, „Na wele derdê Barzanî û Talabanîyan lê ketiye, ji ber nikarîbûn bibin yek û berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên Kurdistanê re girtine, reh û damarên xwînê lê teng bûne, rehên xwînê teqiyane û miriye“. Hinek jî dibêjin, „Allahwekîl êşa Dîko (Trump) û dînîtîya wî lê ketiye û can daye“. Û gelek gotin û galgalên din.

Lê sedema mirina wî çi dibe bela bibe, qalohî û qidoşîya Kurdan sedî sed tê de heye. Rebenê Graham heta nebû dostê Kurdan wek beranekî bi qiloç bû, wek dermaleyê malê saxlem bû. Piştî ku peşkên Kurdan lê ketin, wî jî wek gelekan pê girt û koça dawî kir.

Ê de xwedayê Amerîkayê li bihuşta rengîn Qesrek Spî û 72 horîyên germik û nermik bike nesîbê wî rebbî…

Waşîngton

About The Author