Nûrî çelîk

 

Şivantî, ango serkêşî, rêberî, serokatî, xisletek taybet e. Çawa ku şivanê baş rizqê guran dibire û mecala kujtina pez nade gur, rêvebir û serokên baş jî bi şarezayî, bi pêşbînî, bi cesaret û biryarmendîya xwe, bi nirxandin û pêşbînîya xwe ya kiryar û siyaseta herêmî û cîhanî, bi dadwerî û dadmendîya xwe, bi exlaq û xulqê xwe, dikare malbatekê, eşîrekê û milletekî li hev ragire, pêşkêşîyê jê re bike, bi plan rê û rêbazên demane û guherbar dikare millet û doza milletê xwe bi pêş de bixe, bi ziyanek kêm xwe bigihîne armanca xwe.

Yek ji bingeh û asasê serkeftina malbat, eşîr, millet û welatekî, bahwerî ye, qinyata bi hev e, piştrastî û bext e. Heger ferdên malbat, eşîr û bi giştî endamên millet û hemwelatîyên welatekî bi hev ne bahwer bin, bi hev ne piştrast bin, di man û nemanê de bext nedin hev, serkeftina wan zehmet e.

Ji dîroka kevnare û heta bi îro, bi qender (bi qasî) ku Kurdan bahwerîya xwe bi xelkên biyanî, bi desthilatdarên biyanî, bi dagîrkerên xwe anîne, bi hev neanîne. Bi qender ku pişta xwe dane neyarên xwe, nedane hev. Bi qasî ku ji neyarên xwe hez kirine, ji hev hez nekirine. Bi qasî ku bi neyarên xwe re li hev hatine, li hev nehatine. Yek ji sedema vê ya herî mezin, bêbahwerîya bi hev e, bêpiştrastîya bi hev e, bêbextîya bi hev e. Evê nexweşîya civakî û milletî bandora xwe li serok û rêvebirên wê civakê, wî milletî jî kiriye û heta bi roja îro jî ev nexweşî didome. Nexweşîya bêbahwerîyê, bêpiştrastîyê, şik û gumandarîyê, xiyanet û bêbextîyê. Rêber û serokekî ku Ehmedê Xanê behs dikir, rêber û serokekî ku karibe hemû Kurdan (wek millet) li hev ragire û wan bixe bin sîwana netewayetîyê, derneketiye. Helbet di dilê her Kurdê netewperwerde Kurdistanek yekgirtî û serbixwe heye. Lê pirêze û praktîka me ne veşartî ye, li holê ye.

Ehmedê Xanê çi digot, digot:

Ger hebûya me îttîfaqek
Pevre bikira me înqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Wê hemîyan ji me ra bikira xulamî
Ger hebûya me padîşahek
Layiq bidîya xudê kulahek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Helbet dibû ji me rewacek
Wê xemxwarî bikira li me yetîman
Wê me derxista ji destê leîman
Xalib nedibû li ser me ev Rom
Em nedibûn xirabeyê destê bûm

Yanî, heger padîşahekî me, serokekî me, serkêş û xemxwarekî me hebûya, em niha azad û serbixwe bûn, ne koleyên Rom û Ereb û Ecem bûn. Lê mixabin ne xewna Ehmedê Xanê pêk hat, û ne ya me. Bêbahwerî, bêpiştrastî, bêqinyatî, şik û gumanbarî, neyartî û berberîya navxweyî, nehiştiye ku padîşah û xemxwarek ji nav me derkeve. Nehiştiye ku tifaq û yekîtîyek netewî di nav me de çêbibe. Û bi vî halî, bi vê rewşê, bi vê hest û bi vê hişmendîyê çênabe jî.

Şerefxanê Bedlîsî berî 400-500 salî digot:

Hemû dewlet ava bûne bi tifaqê

Bêdewletî ava bûye ji nîfaqê

Aha pirsgirêka sereke jî ev e. Tifaq û nîfaq.

Û mixabin nîfaqa me zora tifaqa me biriye.

Ji ber bahwerî û piştrastîya Kurdan bi hev tuneye, tifaq û yekîtîya wan jî çênabe. Ji ber bahwerî û piştrastîya Kurdan bi hev tuneye, nikarin padîşah û xemxwarekî ji nav xwe derxin. Û bi vê yekê zirara herî mezin ne dijminên derve, me Kurdan bi xwe daye hev, em bi xwe didn hev. Doh wilo bû, îro wilo ye û dixuye ku wê sibê jî wilo be. Pevçûn û berberîyên ji bo desthilatdarîya şexsî, qayîş û berberîyên eşîrtî, partîtî û berjewendîyên demkurt, nahêlin ku Kurd dezgehek hevpar û netewî saz bikin û wek xelkên din bibin millet û dewlet.

Mamosteyê herî zîrek, herî aqilmend, herî serborî û dersdar, dîrok bi xwe ye. Dîroka me ye. Dîrokê ev nîşanî me daye: Neteweyên ku bahwerîyê bi hev neynin û nikaribin li dora armancek hevpar bibin yek, lawaz dibin, xwe li hember hêzên derve bê paraztin dihêlin û di nava demê de dişikin û têk diçin. Lawazbûn û şikestina partîyên me yên îro (bi taybet partîyên Bakurî) ji ber vê ye. Ji ber hem bi xwe û hêza xwe ne bahwerin, û ji ber wek partî bi hev ne bahwer in, dikin û nakin nikarin di bin sîwanekê de bibin yek, nikarin tifaq û yekîtîyek netewî ava bikin, nikarin navendek hevpar,  nikarin îrade û navendek şêwirmendîyê ava bikin. Ji ber vê jî her ku diçe lawaz dibin, dişikin û meydanê ji xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê re dihêlin. Û bixwazin yan nexwazin bi vê hest, helwest û hişmendîya xwe rûn li ser nanê dagîrker û taşeronên wê dikin. Heke hûn rewşa her çar beşên Kurdistanê û partîyên wan bînin ber çavên xwe, hûnê bibînin ku bêbahwerî û bêpiştrastîyê, ango şik û gumanên bêbextîyê, pişta me Kurdan şikandiye. Nimûneya herî zelal rewşa PDK û YNK (Barzanî û Talabanîyan) ye. 35 sal in du serîtî, du herêmî, du artêş, û herî dawî jî (2 sal in) hikûmetek bê parlamento, parlamentoyek bê nûner û wekîl. Ji xwe rewşa Bakur hûn ji min çêtir dizanin. Û xwelîserîya Rojava jî eşkere ye. Rojhilat jî wê ne kêmî Bakur, Başûr û Rojava be. Çimkî xwîn yek e, xulq yek e û nexweşîya bêbahwerî û bêbextîyê jî yek e. Ez serê we neêşînim, hûn dixwazin bela gotina talî ji Ehmedê Xanê re be:

Ez mame di hikmeta xwedê da

Kurmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm

Birastî çima û ji bo çi bûne mehkûm?Çima û ji bo çi dibin mehkûmên hev?

 

About The Author