
Nûrî Çelîk
Di çand û toreya Kurdan de kujtina jinê tunebû. Jin kebanîya mala xwe, dêya zarokên xwe û serbilindîya mêrê xwe bû. Li Kurdistanê fihûş tunebû, hebûya jî qebheta herî mezin bû û aha wê çaxê yan jin dihat berdan, yan jî dihat kujtin. Lê hebûya jî nadir û pir kêm bû.
Piştî hevallerên me bi sloganên wek Jin, Jîyan, Azadî keç û jinên Kurd serberdayî kirin û berdan kolanan, fihûş û kê kir kê li Kurdistanê zêde bû û nirx û pîrozîyên civaka Kurd têk çûn, têk birin, û namûsa jin û mêrên Kurd daxistin pênc qirûşan. Îro hema bêjin li hemû bajarên Kurdistanê mal û hêlînên fihûşê çêbûne û bi saya serê hevaller û Jin, Jîyan, Azadîyê keç û xortên Kurd, jin û mêrên Kurd dûrî nirx, kesayetî û doza Kurd û Kurdayetîyê ketine û mafên LGBT, qûnek û qûndeyan ji wan re bûye armanca sereke. Bêguman ev jî projeyek ji projeyên dewleta Romê û taşeronên wê ye. Parçekirin û jihevxistina nirxên malbat û civaka Kurd tê wateya tunekirina milletê Kurd û mixabin neyar û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê di vî warî de gihane armanca xwe.
Axir…
Kurdistan bindest e, Kurd kole û bindest in. Heta Kurdistan serbixwe û milletê Kurd jî azad nebe, ne mêrê Kurd azad dibe, ne jî jina Kurd. Lê çi hikmet be ev rastî tê bincil kirin û Jin, Jîyan, Azadî di ser serxwebûna Kurdistanê û azadîya mmilletê Kurd re tê girtin. Ev jî plan û projeyek qirêj e, parçekirina malbat û nirxên civaka Kurd e. Lê mixabin hîna jî gelek Kurdên me yên xwelîser çavên xwe ji vê rastîyê re digirin û rûn li ser nanê neyarên xwe dikin.
Belê, piştî Jin, Jîyan, Azadî yê, fihûş li Kurdistanê zêde bû. Ev yek wek bombeyek atomê malbat û civaka Kurd ji hev de xist, jin kirin dijminê mêr, mêr kirin dijminê jinê, zarok kirin dijminê dê û bav, malbat û nirxên civaka Kurd wek paşverûtî dan pêş. Bi vê yekê neyartîya herî mezin bi malbat û civaka xwe re kirin, dikin û xerabîya herî mezin bi milletê Kurd re dikin.
Li Amedê, komek mêrên ku hîna bi xwe azad nebûne û koleyên dagîrkerên xwe ne, tevî hinek parlamenter û hevşaredarên mêr yên Partiya DEMê, li dijî kujtina jinan û şîdeta li ser jinan meşîyan. DEM ya ku bûye parêzer û berdevkê LGBT û qûndeyan, DEM ya ku rojekê bi tenê jî ji bo nirxên Kurd û Kurdistanê, ji bo perwerdeya zimanê Kurdî, ji bo nasname û heq û hiqûqê Kurdan derneketiye kuçe û kolanan, ji bo kujtina jinan dike qîr û hawar. Helbet kujtina jina Kurd şermezarî û rûreşîyek mezin e, em tev li dij in. Lê çima hûn behsa sebeb û sersebebên vê kujtinê nakin heval? Madem hûn dixwazin guhertinê ji xwe dest pê bikin, madem hûn li dijî şîdeta mêran bêdeng namînin, bi sedan û belkî bi hezaran gerîlayên jin bi destê berpirsên PKK hatin kujtin (Ocalan digot me 17 hezar hevalên xwe kujtin, ku gelek ji wan keç û jin in), çima deng ji we derneket û dernakeve babam? Çima hûn nadin dû sebeb û sersebebên kujtina jinê û rastîyê dernaxin holê? Madem hûn ji zilamtîya xwe şerm dikin û li dijî kujtina jinê derdikevin (ku em hemû li dij in), ka lê bikolin bibînin bê çi di bin Jin, Jîyan, Azadî de heye. Ka hesab ji Mustafa Karasû bipirsin bê çima digot „Divê Kurd di cîhanek bê jin û bê mêr (bê zewac) de bijîn“.
Werhasilî kelam, Jin, Jîyan, Azadîyê qûn li malbat û civaka Kurd qetandiye. Û mêrên bindest û darên riziyayî jî bêyî ku pêşî ji xwe dest pê bikin û doza „Mêr, Jîyan, Azadîyê bikin„ doza Jin, Jîyan, Azadîyê dikin.
Bi serê min û we, heta zilamtîya we ev zilamtî be, neta hûn çavên xwe ji Jin, Jîyan, Serberdayetî yê re bigirin, wê jin jî bên kujtin û wê peşkên van sûnc û gunehan li we jî bikevin û hûn sax..
Amed

Ji rojevê çend nûçink
Amedspor
Hêvîdarim HEVBENDÎ nebe DEHBENDÎ