Adil Duran

aduran@hispeed.ch

 
    Çîrokên Rojdîtî

 

 

 

 

Bênamûsno!
 
Tê gotin ji rojan rojekê camêrekî rîspî, pîr û kal dadikeve sûkê û dixwaze rewþ û pergala mirovan hîn bibe. Dixwaze zanibe ka biratî, hevaltî, dostî-qedr u qîmet heye yan na.


Ew ewlîyayekî Kurd e

 


Ewlîyayê me xwe bi xwe dibêje: „Bawerî, ziman, reng û awazên me ne wek hev in. Þiklê min ji yê wan cuda ye, ka ezê wan biceribînîm, ka mirovhez in an na“ û dadikeve nav kolanan..


Ewlîyayê me rastberî mirovan tê, silav dide wan, lê ew silavê lê venagerînin. Dixwaze bi zarokan re mijul bibe, zarok wî didin ber kevir an.Bi vî awayî herkes nerazîbûn û acizbûna xwe lê nîþan dide.


Ewlîya jî gelek aciz dibe û li meydanê hildikiþe cîhekî bilind û heyaku awaza xwe derdikeve bi dengekî bilind vedibêje:
-Bênamusno! Bênamusno!


Piþtî vê qêrînê herkes dev ji karûbarê xwe berdide û li wê derê kom dibe.
Ewlîya li wan dinere û dibêje:
-Hay loooooo, ma li vê derê çiqas bênamus henin kuro!
 
Ne hewceye ku em gotinên xwe dirêj bikin.


Di vê dema ku Tirk har û dîn bûne, xwezî mirovek wek wî ewlîyayî derketîba ser cîhekî bilind û merama dilê xwe dubare bikiriba...

 

18.12.2009

 

 

 

NEXÞERÊ….

 

Di vê pêvajoyê de cîhê ramanî û felsefeyê heye yan na?

Tê gotin: „Di  teþbîhê de xeta nabe..“

Di nav Jîyana meyî rojane de cîhê kûrahîya zanistî û felsefê nemaye.

Têkîlîya mîrov jî wek her tiþtî pûç û wala bûye.

Ji destpêka hebûna mîrov heya roja me ew nexþerê hebû.

Nexþerêya wê dinyê û ya vê dinyê. Jibo hemi mexlûqat û tebaan hebû. Bi tenê ji bo Kurdan tunebû.

 

Hin bûyer diþibin hevûdu.

Di teþbîhê de xeta nabe.

 

Omrê Sofî bi pênc qam nimêjê dibuhurî, pîr û kal dibe. Ji rojan rojekê ji þêx pirs dike:

-Min hemi kar û barê xwe yê olî li vê dinê pêk anî. Dema ku ez bimirim û biçim wê dinyê, gelo wê çi bibe para min?

Þêx jî dibersivîne:

-Nexþerêya te derdikeve bihuþtê û wê çil Horî bidin te.

-Himmmm baþ e, lê waxta ku malxeya min koç bike?

-Çil Nûrî..

 

Sofî bi lez û bez bi rê dikeve û berbi mal ve diçe. Dibîne ku wa malxweya wî li ser nimêjê ye. Dide ber pêhnan û dibêje:

 

-Ma tu dixwazi heri bihîþtê ba çil Nûrîyan û bibi orispî..!

 

Werhasil

Bokeyên (gladîator) wî piþtî nexþerêyê -orde orde- (orde burde) çekên xwe awêtin, ji çîyan daketin û bi lotikan bi rê ketin.

 

Sîstema Romî û serok Þêx R.T Erdoðan hê ji bo wanan (çil horî ango çil nûrî) dîyarî nekiriye.

Nexþerêya hikumetê vekirin û rêdan e. Yanî, rêdana “ tek dewlet, tek bayrak, tek mîllet” e.

Û li Tirkîyê çepgir-rastgir û oldar hemi daxwaza aþtîyê dikin ji bo ku.

hikûmet kirêtên xwe veþêre û dibêje:” Ew bokeyên ku Me-med-çîk ên me kuþtine, emê wan rêkin sirgunê u yên din jî bi ava olî û Kemalîzmê biþon. Teror xilas û tu sax” filan û bêvan.

 

Diwarê tirsê bilind e

Gelo hûn dibêjin çi?

Çil nûrî yan çil horî !?

 

10/11/09

 

 

 

XêR Û BÊR

 

 

 Di dema Osmanîyan de jî pirsgirêkên kêmneteweyan hebû. Bi wanan re qet serê xwe neêþandin.

Meaþ didan serokên wan û ew wek paþayên bê ser û ber îlan dikirin.

 

Çend roj berê Osman Öcalan di hevpeyvînek xwe de digot: „Bila Romî meaþ bidin, ezê hemi gerîllayên PKK jî çîyan daxinim xwarê“.

 

Himmm..! Tê gîhiþtim ku Osmanê me dixwaze bibe paþayê bê ser û ber.

 

Divê mîrov xwar rûnê û rast bipeyive.

Þahinþahê du erdzemînan (Asya-Afrîka halklari Konfedr..) afrênder Apo qasidên aþtîyê, ango hecîyên konfederalîzmê dawetî Tirkîyê kir.

 

Êdî ne hevceye „bijî Kurd û Kurdîstan“ bête gotinê!

 

……..

 

Alozîyên di nav gelê Kurd û Rojhilata Navîn de heye, wê wisa çareser be!

 

Bi xêra Ýmralîyê Tirk jî ketin rîya aþtîyane…

 

Bi xêr û bêr be!

 

Ma Tirk wê di pêþerojê de bi wan çi bikin:

- Ew gerîllayên ku bi salan fêrî þerê çektarî bune...

Lê ew hêzên tarî yên mîrovkuj:

-         Jîtem

-         Cerdewan

-         MÝT-TÝT

-         Tîmên taybetî

-         Hîzbullah

Û li beranberî wan ewên ku nikarin herin bêrîyê, nikarin herin zevîyê, duriþm û rewþa wan  ya aborî têkve çûye û bi ser de jî ne tenê mal lê can jî dane, wê ew mîrov çi bikin?

 

 Qanûn qanûnên berê

Bismîllahîrahmanîrahîm….

Û

Elhemdullîlah

Û

Bi xêr û bêr

Û

Amîn…..

Dibên lê dîsa jî wek xwe dikin….

 

23/10/09

 
 

 

 

 

 

QIJIK ANGO HADÎSE!.....

 

Bêguman li ser qijikê gelek bêjtin û gotin hene.

Lome nebe, li ser Hadîseya Sîvasî jî hin gotin hene.

Ku rêberê mirov qijik be, wê nikilê wî jî  di nav gû de be.

 

Çêlîka qijikê ji bo wê wek a baz e..

Uhwd…

 

Rojname û televizyonên Romî ji sedema Eurovision a 2009 an bi wê Þantoza heram radibin û rûdinin..

HADÎSE…

 

Hadîse tê wateya bûyerê.

 

Lê ew bûyerên ku li Tiiirrkiyê çê dibin, ji ecêban jî ecêbtir in.

Dewlemendiya ser axa Tirkiyê wek “Sûsûrlûk-JÎTEM-MÝT-Ergenekon, mafia-TÝT- ûhwd gelek bê tixub e. Lê dewlemendiya binerd jî li kuderê dikolin bila bikolin, bi bombe û çekên giran hatiye dagirtin.

 

Dîsa jî rojeva herî giring û bûyera herî mezin Hadîseya Siîvasî ye.

 

Hadîse rût û tazî .

Hadîse Tirki nastrê.

Hadîse bi kevçîyê Tiiirkan guyê  Ýngilizan dixwe.

Xanimê ji bo pêþbirka navnetewî sitranek wek ‘dum tek tek..’ strabû. Bi ser neket û þeytan pê kenîya.

 

Ji ber ku Hadîse bi Jurî ya Eurovisionê qail nabe, dibê: “Dûriþm siyasî ye. Ji ber ku ji Tiiiirkiyê hez nakin nahêlin hunermendên wek me hêja û bi marîfet  bi ser kevin.

 

Raste..

 

Formata jinên Tiirkan a navnetewi ma ne çadûr e?

Formata muzika bi mehteran, ya dilan û reqsê jî bi hewayê Sîlîfkeyê jî dibe.

 

Ew ji nebû reqsa mewlana ango lotikên Efeyan. Hê hûn dixwazin nûjentir jî bikin?

 

Ma ew QOLBASTÎ têra we nake!?

 

Bixwin,vexwin, lotikan bavêjin û bi hev þa bin.. Rabin hevdu û tirrê ji hevdu berdin.

Lê ji bîr mekin, dema ku hûn ji malê derketin, ala xwe hilgirin û êrîþî Kurdan bikin…

 

07/07/09

 

 

 

AZADÝ JI BO LAZAN (!)

 

 

Min hin mijarên siyasetmedar û ronakbirên Kurdan yên ku di derheqê Lazan de  hatibun nivisandin, bi dilxemî û dilþikesti xwend. Sersar im…

 

Azadî ji bo Lazan!

Ma ev minasibe..?

Tê gotin: ‘Ew teyrê ku bi perên xwe bifire, ewê dûr here”.

 

Ewên ku bawerin û dibêjin: “Madem ku qaz difirin bila Laz ji bifirin” çewtiyek mezin dikin..

Ez ji bo dûriþm-qeþmerî û xwe piçûkkirina wan gelek aciz im.

 

Gelo ma ne ew çeteyên Topal Osmanê Laz bûn ku serhildana Dêrsimê têkve birin?

Ma hûn dibin berdevkê Lazan?

Ka carekê jî þûnve vegerin, bibin berdevkê xwe û li halê xwe binêrin..!

 

Tê gotin: “Rojekê Fadîme serjêr dikeve hundurê çopê, bi pencikan qirþê dikole û dengê xîzîniyê derdixe. Mêrê wê Temel jî li ser ban tuncik daye, li halê wê dinere û difikire. Di wê encamê de cînarê wan Dursin ji wir derbas dibe ku çi bibine. Wa jina Temel serjêr ketiye hundurê qirþê û qûna wê ya spî ji derve maye, di nav çopê de dibiriqe. Dursin bi ecêbmayî dengê xwe bilind dike..

- Tiþtên xizini dikin xuriya min jê tê

 

Lawo Temel, malxirabo, a te êdî lê ranabe..hiii.. Loma te ew awêtiye nav qirþê. Bi a min be ezê gelek lazütan têxim qûna wêya.

 

Temel bi herdu destan li çog û serê xwe dixe u bi kelagiri dibêje:

 

-Lawo Dursin, bermaliya min, berdevkê mala min bê lazût çû û mir. Lazût û xiyarên mayî ewê bibin para we.

 

Ji azadiya Kurdan bigir heya mafê wan yê jiyanê di xeterê de ye. Pirsgirêka heri mezin a sedsalan hê çareser nebûye. Bi zorê hatine koçwarkirin û bi hezaran mirov hatine îþkence kirin û kuþtin. Axa Kurdistan bi xwîna þehîdan hatiye avdan.

Ne mimkine ku mirov tevgera Lazan û têkoþina rizgariya netewiya Kurdan bide ber hev.

 

Hezar carî mixabin ku qûna me li derve maye, hestên me li welêt…

 

Ma ew jî hal e?

 

29/06/09

 

 

MAYÎN!.....


  Ji gund û deverên me bigir heya heya bi çîya-zozan û gelîyan tev bi mayînan hatine rapêçandin..


Gelek mirov ji sedemên wan mayînan  jîyana xwe  ji dest dane û seqet mane.
Berê herder bi mayînan hatîbu rapêçandin…Rojnamevana Sîwîsrî di dema þerê qirêj de ji sedema tayê evînê û dilketinê, li gel destgirtîyê xwe bi rê dikeve û diçe Kurdîstanê. Demek dûr û dirêj li wê derê cîhwar dibe.
Û min bi wêya re hevpeyvînek piçûk çêkir.


-Xanima delal tu bi salan li Kurdîstanê ma bûyî. Ma ji kerema xwe tu dikarî qala hin bûyerên bandorkêþ bikî?


-Dema þerê qirêj ku me dixwest herin cîhekî, em jin li pêþ mêran diketin û bi rêve diçûn. Ew duriþm ji bo min gelek ecêb bû.
-Ji bo çi?

-Dijminên Kurdan hîle li mêrê Kurdan dikin, lê çi mixabin ku mêrên Kurd jî hîle li me jinan dikin.
-Çawa?

-Hindî ku bîryara bê çalakî hate girtin û li hin deveran ew mayînên mîrovkuj hatin paqijkirin, Camêran mecal û destûr nedan ku jin li pêþ wan bimeþin.
-Hella hella! Ma te ji wan pirs nekir ji ber çi sedeman?
-Belê, min ji zilamekî pirs kir: „Apo, di dema þer de hûn li pey jinan dimeþîyan û jin li pêþ we bi rêve diçûn we dengê xwe nedikir. Lê îro hûn li pêþ dimeþin û jin jî bi þûn ve, ji ber çi sedemê?
-Dema þer mayîn hebûn û me bi zanistî jin li pêþ rê dikirîn. Îro mayîn hatine paqijkirin tu tirs nemaye…
Bi berdewamî wiha got:
-Niha herdu alîyên ku bi salan þer kirine dixwazin li hev bên..!?  Lê ji bo lihevhatinê hin sîyasetzan-ronakbîr û þexsîyetên ku wek rûspî têne zanîn, dixwazin serê wan bixwin! Ji ber ku wan rêdikin ser mayînan…

 

13/06/09

 

 

 

Têxe navê!

 

 Têkoþîna netewî wisa ne bi hêsan e. Lê di paþerojê de

daxwazên me yên kesanedî bûn êþ û bela serê me.

Yekîtî-Wekhevî-Azadî-Serxwebûn û Sosyalîzm.

Ma kê winda kirîye emê bibînîn?

 

Sosyalîzm?  Çawa ku henekên xwe bi me bikin.

Ew mîrovên ku ji rabûn û rûniþtinan wan, ji xwarin û vexwarina wan bigrin heya roja mirine di bin bandora misilmanîyê de bûn, ma wê çawa sosyalîst bin?

Hemû sermîyan, galegalê gotinên tûj, dijîtî û pesindayîn.

Ji bilî vêya çi heye ew e.

Ew demek bû ku me çavgirtî dabu nav! Wek pêþbirkekê bû.

Deee bajoon hûn jî bidin nav!

 

Werhasil

Zilamek rêvîtîya gund dike û rastî jinikek bedew tê. Xanima delal virde wêde li pey kera xwe dimeþê û kurîyê (dehþik) kerê jî kîrê xwe rep dike, xwe dide wî alî-vî alî û zirtik û lotikan davêje.

 

Zilam pîþtî ku dehþikê dibîne, bi lez dimeþe û dikeve pêþya wan û pesnê xwe dide..

-Lawo nebe ku heya salek din kîrê vî dehþikî ji yê min mezintir bibe!

Jina bedew dema ku va gotinan dibîhîze, heþ û aqlê wê ji serî diçe, difire.

 

-Lawo bê ehlaq, ev çi gotinên te ne?

 

-Raste xatûna delal, ji vê sedemê tu jin newêre bi min re bizewice.

 

Piþtî wan gotin, pesindan û bergerînê, dilê wan herduyan çêdibe û li wê derê di nav daristanê de bi hevdu þa dibin.

 

Zilam bilurê xwe têre dike lê jin pê ne razî ye. Hêrs dikeve û dengê xwe bilind dike:

 

- Heyran qurban çiqas heye têxe navê.

 

Zilam bi þerm û dengekî nîvmirî hewl dide xwe û didewisîne hundur.

 

-Wele xanim çi heye ew e.

 

Çi hebû ew bû.

 

Her tiþt wek xwe nema. Lê Min tiþtek ji dûriþm û çalakîyên DTP fahm nekir.

Partîyek fermî. Li jor bîryarên Ýmralî, li jêr çalakîyên çekdarî.

Dema ku komara demoqratîk, konfederalîzm, çati partîsî, civata ekolojîk

têxin navê û bi serde jî biratîya gelan. Hiþ û aqlê mîrov dicemîde.

Lê ew ne wek xwe ne, xuyaye ku bi fort, pesindayîn û gotinên tûj yên kesanedî tecewîzî ramana netewî dikin.

Ew mezin in.

Gelo ma ew çi daxwaz dikin?

Dewlet naxwazin.

Kerê xwe barkirine û li pey daxwazên pûç û vala ketine.

Kerametên din Uhwd…

 

Dehþikên wek MÎT-Jitem-cerdevan û bi  temamî Ergenekon li hember gelê Kurd rabûne ser pîyan.

U ji tarîya þevê dengê mîrovkujan bilind dibe.

Dixwazin tirs û xofê têxin hundurê me.

 

Mixabin çi heye ew e…

 

27/05/09

 

 

 

 

Laþê min dixure

 

Cerdewan Osman axa rojekê aciz dibe û dixwaze heya demeke dûr û dirêj ji gund dûr here û berê xwe dide rêvîtîya bajêr. Piþtî ku dikeve nav kolanên bajêr, tu kes bala xwe nade wî. Radibe xwe bi xwe loman dike û dibêje:

„ Ez di ar û namûsa van kolanên bajêr kim, bi kuve diçîm tu kes qûna xwe ji ber min ranake lewra tu qedr û qîmeta axatîyê tuneye, hebûn û tunebûna axan bê giramî wek hev e“

Di wê encamê de gundîyekî belengaz wî dinase û destên wî maç dike.

-Wey Osman axayê min, tu bi xêr hatî..

-Lawo va çi hale, bi hezaran mîrov meþîyan û derbas bûn, silavek Xwedê jî nedan min kuro..

-Axayê min ev der bajar e, her kes bi serê xwe ye..

-Tê gîhiþtîm….Himmm, ma tu li vir çi karî dikî?

-Ez.masor im..

-Wîîî min di îmana te kiro, ma te hê doh digot “Ez misilman im” law. Kengî tu  bûyî mason?

-Axayê min, ne mason, masor masor. Dema ku piþta yekî biêþe, ew tê ba min û ez piþta wî difirkînim û wî sax dikim.

-Tu bi serê bavê xwe dikî! Lawo laþê min jî dixure kuro, piþta min jî dêþe ha..

-Baþe. Lê ne belaþe, divê tu sêsed dirav bidî min..

-Lawo ma tê ji min dirav bistînî qeþmer!

-Bellê ez benî.. 

 

Piþtre diçin hemamê. Ji ber ku gundî jî ji axê acize, diravan ji wî distîne û di gel xwe dibe hemamê, wî teslîmî masorekî dike û ji masor re dibêje: “ Ev zilam axayê gundê me bû. Wî bi tundî û fen û fêlan jîyan li me heram kirîbû.Tu  laþê vî mist e /bifirkîne/, piþtî ku rehet bû têxe qûna wî û hew. Wekî din tu karê te pê tune.Tu rojê sed diravî qezenç dikî, aha ji tera dused dirav û helal…!“

 

Masor axê dibe cîhê germ, lingên wî, milên wî û piþta wî mist dide. Laþê wî nerm dibe û xwe berdide ber lepên masor. Heya ku xew dikeve ser çavê axê. Di wê encamê de masor dike qûna wî û dibe û tîne. Axa bi hêrs dikeve lê newêre biqîre. Xwe virde wêde dike lê bêçare ye. Radibe bi dengekî nizm dibê: „Lawo bênamûs, ezê te bikujim, te çi anî serê min kurê kerê ?!“

 

Masor dibê:

-Xeberên pîs ji min re mebêje, heya niha min masaja derve kir. Berî niha jî mesaja hindurî..

 

Masor wî di wî halî de dihêle û ji wir dûr dikeve. Axa radibe û destmalekê li xwe dipêçe, cil û corên xwe li xwe dike lê newêre derkeve der. Îcar xwe bi xwe dibê: „Niha ew gundî bi halê min bihese wê li dinya alemê belav bike, wê bêje axayê min qûnde ye. Dibe ku ev bênamûs nizane masaja derve û ya hindurî çiye. Axir, ne gunehê wî ye. Min got laþê min dixure, laþê te dixure ha, aha te qûn jî li ser kir brakooooooo….!“

 

14/05/09

 

 

 

 

TIIIRKÝ


 Dikana bilêtfirotina balafiran û ya  donerxanê li rex hevdu bûn, carcaran diçûm li ba wan ji xwe re waxt derbas dikir.


Rojek ji rojan zilamek hat ber deriyê dikana donerxanê û got:
-Baci xêrine bi döner verirmisin! ( ev gotin tê wateya: Xwiþkê xwe biçerixîne û carekê bide min)


Piþtî ku wî doner sitand, hat rex me û got:
-Memleketî  çok özledim, bana bî bîlet ver. Ama diðer seferkî gîbiî olmasin. Ben ortadan istedim sen arkadan verdîn, perîþan oldum. ( Min bêriya welêt kiriye û bilêtekê bide min. Lê bila wek cara din nebe, min ji nîvî xwest  te ji paþ ve da min, perîþan bûm).


Awirên mesûlê buroyê sor bû, bi hêrs ket, bi dengekî nizm lê vegerand:


-Ulan oxlim, îstersen sana önden vereyîm! (Kurê min, dixwazi ji pêþ ve bidim te).


-Pahali olmasin (bila erzan be).


-Döndüðünde bana bir avuç toprak getirirmisin? ( Di vegerê de tê kulmek ax ji min re bînî?)
-Ne edeceksin? ( Tê çi bike jê?)
-Topraðini s.... im! Ulan sîz bû Türkçe ile devlet oldûnûz, biz hala  öyle kaldik. (Ezê di axa we nim, hûn bi wê Tiiirrkiya xwe bûn xwedî dewlet, em wek xwe man)

 

06/03/2009

 

 

 

Nivîsên berê