Cîgerim xeletîya xwe û partîya xwe qebûl kir

  Serokwezîrê Tirkiyê sayin Kasimpa?alî Receb, di axavtina xwe ya dûdirêj de înkarkirina hebûna Kurdan bi tundî rexne kir û lotikek qirase avêt. Erdogan di axavtina xwe de got:„Cîgerlerim, dînime îmanime înkarkirin û wek tabû dîtina Kurd û gotina Kurdî ji zirarê zêdetir tu fayde nedaye Tirkiyê qarda?im“ û înkarkirina Kurd ji demokrasîya Tirkiyê re wek xeterek mezin dît.

erdogan

Erdogan herweha rexne li xwe û partîya xwe jî kir û got:“ Ez bi serê xwe û we kim, di pa?erojê (dema derbasbûyî ) de em jî ketin wê xeletîyê, me jî heman pelûl bi serê xwe dakire. Lê îro roj roja rûbirûbûn û qebûlkirina rastîyan e“ û xeletîya xwe û partîya xwe qebûl kir.

Serokwezîr Erdogan, di konferansa Dezgeha Lêkolînên Stratejîk a Navnetewî (USAK) de axavî û di derbarê pirsa Kurd de dîtinên xwe e?kere anîn zimên, înkarkirina pirsa Kurd wek zirar qebûl kir û got::”Gelo înkarkirina Kurd û gotina Kurd dawî li terorê anîye yan li vajayî wê teror xwedî kiriye? Înkarkirina hebûna kêmneteweyên li Tirkiyê tu fayde negihandiye demokrasîya me. Kesên ku serê xwe xistine nava qûmê û hebûna pirsgirêkan înkar kirine, bûne sedema kûrbûn û zêdebûna pirsgirêkan. Di dema buhurî de em jî ketin heman xeletîyê, lê niha dem dema dîtin û qebûlkirina rastîyê ye” filan û bêvan.

Erdo?an, di derbarê reform û avêtina gavên demokratîk de jî ji dîtinên xwe nehat xwarê û got ku bedelê wê çi dibe bila bibe, ewê reforman bidomînin û vê tirrê ji partîyên wek CHP û MHP re nehêlin.

De xwedê miradê serokwezîrê Tirkiyê bike û ahê wî ji CHP û MHP re nehêle rebbî….

04.02.2010- Stenbol

About The Author

One thought on “Cîgerim xeletîya xwe û partîya xwe qebûl kir

  1. Xwe?xeber e lê min jê ne bawer e. Ev 7 sal in ku serokwezîr e; ka wî guhertinin bingihîn di zagonan de peyda kir? TRT6a wî jî ne yasayî ye. Kurdan ji lotikên devkî têr xwarin û divê nema werin xapandin. Hijmara perlementerên wî hêzê dide wî ku di warê piratîk de gelek gavên erênî biavêje. Erdogan ji Çiler, Demerel û Yilmaz jî ji me re bivetir e. Di destekî de gêzer û di yê din de qutedarek bi pembû pêçayî heye. Hemas û Taleban mafdar dibîne û tevgerek resen ku ev 30 sal in têko?în dike terorist dide diyarkirin. „parêzvanên“ mafên mirovan li seranserê cîhanê jî dev?îrîn dike daku di bin cilikê de kurdan, bi qutedarê xwe yê pembûkirî, bitevizîne. Xwe?bextane serê dîndarên me jî vêca li hedan dikevin, xap û rîpên Erdoganê bê cibbe ê ?a?ik pirr zelal dibînin.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.