Apandîsît

Li gor îstatîstîkan, ji kesên ku ji ber apandîsîtê serî li nexweşxanan dixin, sedî 40 ê wan zarok in. Bûyerên apandîsîtê bi piranî rastî demsala havînê tên. Zarok gelek caran ji êşa navê gazindar in. Ji bo vê jî meriv zêde guh li wan nake û dibê qey tiştekî normal e. Lê divê em zanibin ku, ji du salan û pêde her zarok kare êşa apandîsîtê bikşîne. Apandîsît hem berfireh û hem jî bi tirs e. Piştî êşa wê bi 12-36 seetan go operasyon çênebe, apandîsît kare biteqe û di xavka zik de înfeksiyonê belav bike, Ev bûyer ku, jê re “perîtonît” tê gotin, kare bibe sedema mirinê. Kesê ku apandîsîta wî biteqe xwîna wî jehrî dibe û mirina wî an wê ne dûr e.

Apandîsît wek tiliyekê di serê roviya qalind de çêdibe û tu erkek wê a taybetî tuneye. Sedema çêbûna wê nayê zanîn. Tê texmînkirin ku, piçek xwarin di apandîsîtê de dimîne, ew dibe sedema înfeksiyonê (îltîhabê). Zarokên ku, nava wan dêşe û esirî (qebiz) bûbin, tu dermanê esirbûnê nedin wan. Dibe ku apandîsît bi wan re hebe û ev derman li wan neyê.

Dema kamilbûnê

Kesên ku operasyona apandîsîtê derbaskiribin divê li van tiştan miqatebin:

-Heger agir (temperatur) di ser 40.î re be û ev zêdeyî rojekê bajo,
-Di dema kamilbûna keç û qîzan de teşhîsa apandîsîtê zehmet e. Qîzên kamilbûyî; ji ber ku di wan deman de problemên wan yên cinsî destpêdikin û nava wan tim dêşin, gava agrê wan zêde be û verşin bila zanibin go ev nîşanek ji yên apandîsîtê ne. Gava teşhîsa apandîsîtê hat danîn divê zûtirîn operasyona wê dest pê bike. Di dema îroyîn de tu tirs û tehlûka operasyona apandîsîtê nemaye. Ev operasyon di navbera 30-60 deqîqan de temam dibe.

Ger ciyê operasyonê bêşe û ev êş piştî operasyonê 4-7 rojan bajo, dibe ku înfeksiyonê destpêkiribe.

-Verşandinû êşa navê

Di vê rewşê de divê meriv serî li doktorekî de.

apandisit5e

About The Author