Zingîniya guh

Car caran xu?înî û zingînî ji guhên meriv tê. Karakter û xurtbûna vî dengî çi dibe bila bibe, bi gelemperî ji zingîniya guh re „tînnîtus“ tê gotin. Zingîniya guh bi serê xwe ne nexwe?iyek e.

 

Nêzîkî %30 însanî car caran ji zingîniya guh gazindar in. Ev deng piraniya caran ji ber xweve winda dibe. Zingîniya subjektîf li derûdorê nayê bihîstin lê a objektîf ku, ji livandina bazû (kas) yên guhkê navîn tê, gellek caran ji alî merivekî nêzîk de tê bihîstin.

Destpêk û windabûna zingîniya guh ne kif? e. Carna ew deng heta bi mirinê berdewam dike û carna jî ji ber xweve winda dibe û diçe. Hinek sedemên zingînî yan çingîniya guh ev in:

Xwîn ba? nagere û ev bandorê li guhê tenik dike û dibe sedema kilsgirtinê.

Hem tansiyona bilind û hem jî a nizm dibe sedema zingîniya guh

Hestiyên guhê hundirîn kils digrin

Nexwe?iya ?ekir

Gava damarên xwînê teng yan fireh dibin

Nexwe?iyên damarên ser û stûyê meriv ku nahêlin xwîn ba? bigere

Deprasyon û stres jî gelek caran dibe sedema zingîniya guh.

ohren

Qîrewîr, trafîk, dengê mekîneyên kar jî gelek caran dibin sedema çingîniya guh. En deng carna di xewa ?evê de jî berdewam dikin.

Heger zingîniya guh ji ni?kê ve derkeve holê, zêdeyî du rojan bajo û bibe sedema sergêjî û serê?iyê, divê meriv  zû xwe bighîne ser Doktorekî û li xwe bipirse. Yan ev kare bibe sedema kerrbûnê.

About The Author