Li ser bextê fitne û fesadan ve, dibêjin dezgeha karûbarên ezmanî ya Amerîkayê NASA, balafirên xwe yên ku wek Discovery û Endeavour tên binavkirin û 86 caran firyana fezayê, dane ber firotinê. NASA yeka wan bi 29 milyon dolaran dide ber firotinê û kesên ku bixwazin herin li ezmanê heftan, li Hîv, Mars û Satûrnê seyranê bikin, divê vê fersendê nerevînin.
Li ser bextê xelkê be, dibêjin di serî de NASA dixwest yeka wan bi 42 milyon dolaran bifro?e. Lê fesadekî Amerîkî ji rayedarên NASA re gotiye: “Kuro ji xwe tirr di Discovery û Endeavour de nemaye, bûne wek kerên pi?tkurmî. A ba? buhayê wan daxin qe nebe belkî hema xwendevanên Lotikxanê ji xwe re bikirin û herin li ser Marsê Kurdistanek serbixwe damezrînin. Çawa be li dinyayê nikarin Kurdistanek serbixwe û yekgirtî damezrînin, hema bela bifirin ezmanê heftan, Kurdistana xwe ava bikin û ji van qûnre?ên Tirk, Ereb û Eceman rizgar bibin” filan û fîstan.
Ez serê we neê?înim gelî gunikre?an, Discovery û Endeavour bi 29 milyon dolaran derdikevin mazatê. Kesên ku bixwazin van bûkên serbixêlî bikirin û herin li Mars û Hîvê Kurdistanek azad damezrînin, serî li Lotikxanê xin.
Haaaaa, qomisyona me %10 e haaa, êdî ti?tekî bela? nemaye cîgerlerim. Çawa ku Kurdekanên ba?ûr ji ?îrketên Tirkoleran qomisyon û bertîla xwe distînin û xurcikên xwe dadigrin, emê jî ji îro û pêde %10 heqdestê xwe bixwazin ellawekîl..
De haydê, fersend ev fersend e, bibin xwazgînîyên Discovery û Endeavour û herin li ezmanê heftan bi xar û qirû? bilîzin kaka….