Law ji bo xwedê û pêxember hay ji jinên porzer, kej û zerik hebin. Bi qiweta xwedê û saya serê Zanîngeha Kalîfornîyayê, derket holê ku jinên porzer êrî?kar, ?erxwaz û wek tenûrê germ û har in.
Axir
Li gora ku rojnama Ingilîz Sunday Times ragihandiye, ji alî Zanîngeha Kalîfornîyayê ve lêkolînek li ser jinên esmer û porzer hatiye kirin û di encama lêkolînê de ti?tên kesanedî derketine holê.
Lêkolîn li ser 156 xwendevanên jin ên ku xwedîyê taymendîyên cuda yên fîzyolojîk in, hatiye kirin. Pi?tre derketiye holê ku jinên esmer “erênî – pozîtîf” û jinên porzer jî “agresîv” û zêdetir alîgirên macera û pevçûnê ne, li himber bûyeran xwîngermtir in. Yanî, jinên porzer ji jinên esmer û porsor êrî?kartir in. Li ser bextê lêkolînerên Zanîngeha Kalîfornîyayê be.
Di jêdera lêkolînê de herweha derketiye holê ku ev bandor ne genetîk û zayendî ye. Balkê? e, dibêjin jinên ku porê wan ne zer e lê porê xwe zer boyax dikin jî agresîv, dîn û har dibin.
Werhasil gelî xwendevanan, jiyan, bîr û bawerî li ser lêkolînan maye. Lêkolîn li ser lêkolînan tên kirin û her roj ecêbej din derdikeve pê?îya me. Îcar emê ji kê û ji çi bawer bikin ez jî hew zanim ellawekîl.
Ez dibêjim encama rasteqîn a vê lêkolînê bi vî awayî e?kere dibe:
Serê sibê rabin, pakêtek boyaxa zer bikirin, porê xwe wek rengê çîçikên ordekê zer boyax bikin. Heger hûn jî êrî?kar, dîn û har bûn, ji xwe ev lêkolîna Zanîngeha Kolombîyayê rast e. Na heger wek pisîka kedî deng ji we nebiliya, ji xwe zanyarên Zanîngeha Kolombîyayê bi xirrê we girtiye û hûn sax…
Mi bi xwe porê xwe boyax kir û kir wek zêrê zer. Lê herama xwedê be, derhemek reha êrî?karîyê bi min re çênebû…
Amerîka