Ezê Ezê ji we Lotikxaneciyan re behsa çîroka penaberê Kurd bikim.
Dibên; rojekê ji rojan, li welatê Swêdê, dayira penaberan agahdarî di derbarê Trafîkê de dida penaberan. Li ser saloxan, dibên; gava mamoste li ser lempê trafîkê diaxive, ji bo mijar ba? bê fahm kirin, xwestiye mijarê bi mînakan îzah bike.
Mamoste ji yê Kurd dipirse: – Ka bêje bê hûn Kurd ji kîjan rengî hez dikin.?
Yê Kurd dibê:’’ Em ji rengê sor hez dikin.’’
Her wiha mamoste ji yekî Ereb û yekî Suryanî jî heman pirsê dipirse:
– Ka bêjin bê hûn Ereb û Suryanî ji kîjan rengan hez dikin.?
Yê Ereb dibê:’’ Em ji rengê kesk hez dikin.’’
Ye Suryanî jî dibê: ‘’Em ji gengê zer hez dikin.’’
Li ser van bersivan mamoste, dest bi dana derza xwe a li ser lempê trafîkê dike.
Mamoste:
-Ji bo agadariyên li ser vê derzê di bîra we de bimîne, ezê rêyek hêsan rê we bidim.
– Mesela, gava lempa sor ji peyan re pêket, mafê rê yê Kurda ye.
– Gava lempa kesk pê ket, maf yê Ereba ye.
– Û her wiha gava lempa zer pê ket, maf yê Suryaniya ye.
Werhasil, mamoste derza xwe a li ser trafîkê xelas dike, ?agirt jî berê xwe didin kampên peneberan. Penaberên me, bi rê de rastî lempa trafîkê tên û hem jî lempa sor pêketiye. Kurdê me, yekê nakê dido û xwe li rê digre. Bi tewfîqa xwedê, polis jî li miqabilê rê sekinîne.
Gava penaberê Kurd xwe dighîne texma polisan, polis bi berstuka wî digrin û jê dipirsin:
–Ma te nedî go lempa sor pêketibû.?
Penaberê Kurd, bi yek derbê destê xwe davêje bêrîka xwe û ji polisan re dibê:
– Belê babam min dî go lempe sor pêketibû, jixwe ji ber wê ez derbas bûm. Ha ji we re nasnama min, ez Kurd im!