Wilo jî ba? e

 Dema ku min vê sibê deling hildida xwe, min got ka ez berê xwe bidim malpera Lotikxanê ku ev deh sal in ez feqîra xwedê bê lotik mame. Rojê deh caran delingê xwe ji xwe dikim û li xwe dikim ù li wan rojê berê po?man im ku Sofî Xelef bi kezebre?î ji min dikir. Lê di van rojên dawî de rew?enbîrên me dest pêkirine delingan ji hev dikin û doxînê li hev sist dikin.

Berî demekê Helim Yûsiv yê ku mêrik avis kiribû û xwediyê temberîka herî nazik Firat Cewherî bû, li ser ti?tekî çîrok bû, roman bû nizanim, lê ez dizanim ku deling ji hev kiribûn. Heya nuha min ya herdiwan jî ne xwendiye û ne dîtiye jî.

dinlemek

Neyse, hevdû dan ber lotikan heya ku tir di herdiwan de jî nema. Min got de mala xwedê ava îca bû dora min ku ez terpî deynim. Hema min dî ji ni?ka ve filmê Ehmed Huseynî û garanekê dest pê kir, wey li wî kî delingê yê din jêke. Nizanim kê avek sar li wî agirî kir û vemirand, min got de ica bû dora min ku ez deling deynim û strana

dê wernê wernê wernê werin dîlanê esmer bêjim. Lê vê carê jî miradê min nebû û Ronîcan û Hêmen berî min ji hev kirin.

 De îca gunehê min di hustiyê herdiwan de ku zû vî agirî venemirînin.

Ez jî dixwazim delingê xwe deynim yabo, weleh agir bi me ket haaaa….

zeko2010@live.se

About The Author