Xebatê tirr ji wan berdaye

Çang Çîng  Çong

Japon yek ji wan milletan e ku di dinyayê de herî zêde kar dikin, serê wan dixebite û di warê teknolojîyê de jêhatî ne. Lê helbet ev jêhatîbûna wan malikê jî li wan dibe mîratê û qû?ê li wan diqetîne.

Li gora destûra kar û xebata desthilatdarîya Japonyayê, mafê Japonan heye ku salê tenê 8.5 rojan betal bimînin. Li welatên Ewrûpayê salê mehek mafê karkiran heye ku betlana xwe bikin û biçin kêf û seyranê. Lê qûn li Japonan qetiyaye û salê tenê 8.5 rojan (he?t û nîv) karin lotikan bavêjin. Wekî din mecbûrin wek hespên serxwe? bixebitin û tirr di wan de bibin fiissssssssssssssss!

Axir, li gora ku tê gotin û îstatîstîkan nî?an daye, li Japonyayê salê 10.000 (deh hezar) Japonî ji ber kar û xebata zêde dimrin û berê xwe didin cehnemê. JI ber ku zêde dixebitin û bedena wan xwe li ber lotikên xebatê nagre, dibin wek mirî?ka serjêkirî û li ?ipyan (li ser lingan) di xewre diçin û dimrin.

Ji ber van pirsgirêkan, niha hikûmeta Japonya helw dide ku betlana wan salê ji 8.5 rojan derxe 18 rojan.  Ê helbet dibêjin kêfa Japonan jî pir tê haaaaa, salê 18 rojên qerase law! 8.5 roj li kuuuuuuuuu û 18 roj li kuuuu!

Werhasilî kelam, heta ku qanûna 18 rojan derkeve wê çend Japonên din bimrin nizanim, lê ez zanim ku kar û xebata zêde qû? li wan qetandiye û hew. Çawa ku li Rûsyayê „vodka“yê qûn li Rûsan dirandiye û salê 80 hezar Rûs ji ber vexwarina vodkayê dimrin, li Japonyayê jî î? û karê zêde bûye melkemotê ser serê Japonên reben.

Xwedê alîkarê wan be rebbî…

Hong Kong

About The Author

One thought on “Xebatê tirr ji wan berdaye

  1. xwzi min zaniba ku ev gotina (japon) ji kur hatya ?em tev dizanin ku gava em ti§teki di kirin li ser nivisie (made in japan)ev (a)çawa bu(o)ez nizanim?ew bi qudreta la ilah ene elah!!!!!!!!!!!!!hun saxxxxxxxx

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.