Lêlê temam ma lolo

Dewleta Tirko bi salan serokên Kurdên ba?ûr wek “seroke?îr” û pi?tgirên terorê destnî?an dikirin. Lê dibêjin “reva pisîkê heta dawîya kadînê ye”. Tirk jî êdî hew karin rastîyan ve?êrin û xwe bixapînin ji ber, êdî rew?a Kurdên ba?ûr rew?ek din e û serokên wan jî di mercîyên bilind de xwedî desthilatdar in, xwedî gotin û rêz û paye ne.

Cara yekem e ku serokekî Kurdên ba?ûr û hem jî endamê malbata Barzanîyan, bi fermî serdana Tirkiyê dike û ji alî rayedarên Tirkiyê ve bi dilxwe?î tê pê?wazîkirin. Helbet berjewendî û hesab û kitêbên pê?erojê di têkilîyan de rol û bandorek mezin dilîze. Tirk dixwazin bi rêya Kurdên ba?ûr di Rojhilata Navîn de bibin xwedî erk û gotin û hetta PKK jî ji ber xwe bidin alî û Kurdekan jî dixwazin bi rêya Tirkiyê xwe bighînin Ewrûpayê nav civaka medenî. Ango, herdu alî jî muhtacî hevkarî û têkilîyê ne. Ev ne ?erm e û ne jî qebhet e. Lê wê ev têkilî û hevkarî, wê ev hesab û dolab li ser berjewendîyên Kurdên bakur bi çi rengî bên bikaranîn ciyê pirs û meraqê ye. Hêvî ew e ku Kurdên ba?ûr Kurdên bakur nekin qurbana berjewendîyên xwe û xewn û xeyalên me têk nebin.

Werhasil, ezê zêde dirêj nekim û nekevim nav lotik û zîtirkên kûr û dûr. Lê bi hatina kek Nêçîrvan “lêlê” temam bû û ma “lolo”. Li gora ku “lêlê” temam bû û bi hatina Nêçîrvan Barzanî sînorên navbera Tirkiyê û Kurdên ba?ûr hatin çirandin, bi xêr û selamet wê “lolo” jî temam bibe û di demek nêzîk de serok Mesûd Barzanî jî bê Tirkiyê.  Ev jî tê wateya qebûlkirina rastîyan, rêzgirtin û payedarîya Kurd û Kurdistana ba?ûr.

Bi Kurd û Kurmancî; Tirkan tifa xwe alast û dîtin ku bi tirr û fisan tenûr germ nabe û hûn sax…

About The Author