??VANÊ RASTGO

Çar hevalên hogir ji bo seredanekê li taksîyekê siwar bûn ku biçin bajarekî din. Li wê  navçeya ku  lê dijîn mey vexwarin qedexe bû. Bandora civakê nedihî?t ku kes e?kere û bêtirs mey vexwin. ?êwira xwe kirin yek ku  li derekê  mey vexwin. Li gora wê xwe amade kirin.

Çar hevalê hogir ji navçeya xwe dûr ketin, di nav sînorê bajareki din de , li ser kanîyek serê rê rûni?tin. Meya xwe û xwarînên xwe derxistin û dest bi xwarin û vexwarinê kirin. ?ivaneki ji wê deverê jî  li wan tema?e dike. ?ivanê feqîr belengaz di jîyana xwe de ti?teki wisa nedîtîye, matmayî dimîne…

Hogir bi hevre di suhbetê de ne. Ji xwarinên xwe hinek dan ?ivên û yekî  ji ?ivên ra got: “ Were tu jî qedehek (bade) mey vexwe qurban“. ?ivan got: “ Na bavo bi qebra Seyda ez venaxwim, mey heram e û min qe çêj nekirîye jî “ filan û bêvan.

Kêf, henk û laqirdî dom dikir. Dest bi stranan kirin, deng û awazên wan li de?t û çîyan belav di bû. ?ivan jî heyran heyran li wan tema?e û guhdar bû. Cardin yeki ji ?ivên re got: “ De were lo min ne?kîne, tu jî qedehek mey vexwe wîî, ma tu namirî netirse bavê mino “.

Dilê ?ivan jî dixwest lê hêwer (newêrîbû) nedikir.

Werhasil ?ivan qanî bû û got: “ °E ba?e de ka ji bo xatirê we qedehekê vexwim“. Qedehek mey danê  û ?ivan got “ ya ella “ û bi serê xwe de qeliband. Bû kuxte kuxta ?ivan, hêstir  ji çavên ?ivan hatin xwarê. Hogirên me jî serxwe? in, bi halê ?ivan ji kena ji xwe ve çûne, pilqe pilqa wan e dikenin.

?ivan got: “ Ma hûn dîn in an bibaqil in, mirov çawa vê meya tehl vedixwe, heta min daqurtand lêbûm bimirim lo “ .

Hogireki bersivand: “ Kekê em ne ji kêfê vedixwin, em ji zordestîya hukûmatê (xwermend) vedixwin heyran “ û hemû kenîyan.

?ivan got: “ Wey ez di quzê dayîka hukûmetê nim, çima  ti?tek  ?êrîn bi we nade vexwarinê law, heyfa we “ û rabû li pey pezê xwe çû…

Bi rastî  ji were ye.  Li her parçeyê Kurdistanê dewlet û hukûmetên dagirkeran her demê ti?tên tehl bi Kurdan dane xwarin û vexwarinê! Ti?tên ?êrîn jî bi xwe xwarine û vexwarine. Belkî di pozê wan re were. De bila Kurd jî ti?tên tehl nexwin û venexwin yabo, ma ne wilo …!

Kurdistan

About The Author